Rastkirina zimanî-3

“Ceger” an “Cîger“

Cankurd

Februar 2010

Pir caran, navê helbestvanê me yê mezin, seyda Cegerxwîn bi şêweyekî şaş têye nivîsandin: Cîgerxwîn… Li nav hinek êl û deverên Kurdistanê jî “Cîger” bi kar tê. Lê gava em li helbestvanên xwe yên kevnare vegerin, em ê bibînin ku wan “Ceger” bi kar anîne, ne “Cîger”…

Di Ferhenga “Asan” de, ku bi Erebî-Kurdî ye, hêja Ako Fatîh’ peyva “Kebid” a erebî, bi “Ceger û Cerg” daye şirovekirin…

Di ferhenga “Mehabad” a Gêyo Mokiryanî de, “Ceger” hatiye nivîsandin, û ji wê peyvê jî (Cegerbirr, Cegersoz, Cegergoşe û Cegermij) xistina nav ferhenga xwe…

Hêja Kamêran Botî jî, di ferhenga xwe ya bi navê “Ferhenga Kamêran” de, Ceger bi wateya “Mêlak û kezeb” bi kar aniye, û bi wateya neviyên mirov jî, û li ser wê yekê, peyvên “Cegersotî” û “Cegerhez” jî xistina nav ferhenga xwe ya hêja…

Melayê Cezîrî, ku ji hozanvanên me yên tev mezin e, di gelek helbestên xwe de “Ceger” bi kar aniye.

Wek:

Sebr û qerarim ku bir

Can û ceger hûr dikir (r.05)

Di rûpela 22ê de dibêje:

Rast û çep tên ceger û sîne kulab

E’re‘rên şeng di mestin çep û rast

Li ciyekî dî dibêje:

Tîrê sed têne ceger

Sîne li ber maye çeper (r. 33)

[Sîne: Sînge, Çeper: amanc û hedef]

Di helbesteke dî de gotiye:

Ev renge h’alê dîlberan

Lew aşiqan xûn bûn ceger (r. 53)

[Lew: Lew re.]

Melayê Cezîrî di pêdaçûnên xwe yên evînî de „Ceger“ bêtir dide ber lêdanan û lew re dibêje:

Her bi mîzan direçînî cegerî tîr û xedeng

Ji neseq ssaîqe me ji qewsê hîlalî şeb û roz (r.59)

[Ssaîqe: Bi Erebî ye, bi wateya birûsk, Xedeng: Tîr, Qews: Erebî ye, bi wateya kevan.]

Di wan germkirina dilî de vê dibêje:

Ahê bêgav ji dil tên, me ji pêta di ceger

Bes tu bêfêde nesîhet ke me dil bûye pelek (r. 83)

[Nesîhet: Erebî ye, bi wateya Azar, Pelek: kevirê ku bi destekî têye avêtin]

Di ciyekî dî de dibêje:

Sîne geh têt ku bi ker bit, ew ji derdê muh’betê

Me ceger şubhetê barûtê û dil maye pereng (r. 84)

[Ker: Parçe. Muh’bet  bi Erebî ye: Evînî, hezkirin. Şubhet bi Erebî ye: Wekî. Barût: Têz û dermanê teqandinê. Pereng: parçeyên pijiqîne. Wek Perengpereng bûye: Ji hev pijiqiye…]

Li dawiyê em dikanin bibêjin, ku peyva “Ceger” di helbestên Melayê Cezîrî de gelek caran bi kar hatiye û her wekî xwe, ne wekî “Cîger”…

Ne tine germe dibarin, me ji qewsan du hîlal

Me ji mijgan siyeh têne ceger tîr û xedeng (r.84)

[Binêr: Dîwan a Şeyxê Cezîrî, ku li Sûriye hatibû çapkirin, hema tiştek li ser berhevkarê dîwanê ji pêşnavê wî bêtir tune ye, ew bi navê Mihemmed Nûrî ye, û sergotineke gelek balkêş a bi Erebî ji pirtûkê re nivîsiye, tê de diyar dibe, ku ew mirovekî roşenbîr û zana bûye…Tew navê çapxanê an sala çapkirinê jî li ser pirtûkê nînin.]

Pertoyê Hekarî jî di helbesteka xwe de dibêje:

Nexweş û xeste me îro, ji cefa sîmberê

Ka h‘ekîmek ku bibêjt ji derdê min xeberê

Αlleta min ku bizanit bi nebdd û beşerê

Ey tebîba me, te da me heme rîşa cegerê (r.86)

[î’llet: Bi Erebî ye, bi wateya derd. Nebdd: Bi Erebî ye, bi wateya lêdana dilî, beşer bi Erebî ye, bi wateya çermê rûyê mirov. Tebîb bi Erebî ye, bi wateya Toxtir.]

Helbesteka wî jî bi navê (Li zexma xûna Cegerê …) heye.

Ew di helbestekê de jî dibêje:

Geh ji gul dil min bi huzn e, geh ji bulbul der fîxan

Geh ji hecrê min cegerrîş e, ji xaran xar xar (r. 202)

[Huzn: Erebî ye: Xemgînî. Hecr: Dûrketina yar. Xar: Stirî]

Ew di parçeyeke dî de jî dinivîse:

Nazêt  te ê sed rengit, xûn xûna feqîran

Emma bi cegerxwarî xwe ne xwartirim ez ( r.218)

[Emma bi Erebî ye: Hema.]

[Binêr: Dîwana Pertoyê Hekarî, berhevkirina hêjaTehsîn Îbrahîm Doskî, Spîrêz, Duhok 2006]

Hozanvanê me yê dî yê mezin, Feqê Teyran, xudanê gelek beytên navdar, wekî beyta dilî, beyta Dimdimê, beyta Bersîsê evdal û beyta Şeyxê Sena’nî û hinekên dî, di helbestên xwe yên tijî evîn û cegersohtin, peyva „Ceger“ bi kar aniye, ne „Cîger“…

Di beyta Dimdimê de dibêje:

Sert a qedem tê kore bûn

Sitî di sor û zer bûn

Fêris dipir ceger bûn

Ji nêv kelê bi der bûn (r.196)

[Ser: Serî. Qedem: Bi Erebî ye: Pê. Fêris: Egîd]

Di beyta Bersîsê evdal de dibêje:

Kêra ji destê esmeran

Sor eji xûna cegeran (r. 287)

Dihelbesteke dî de dibêje:

Sofiyan yarê keçê bir

Şeyx ji ser dînê neçê bir

Cegera tersa peçê bir

Şehsuwarê x’aretê (r.429)

[Neçê: terse çê. Şehsuwar: Mîrê suwaran. X’aret: Bi Erebî ye: hêriş]

[Binêr dastana Feqiyê Teyran, ku ji aliyê hêja Seîd Dêreşî ve, hatiye amadekirin, Spîrêz, Duhok 2005]

Ez dibînim eve wekî nimûne ji hozanvaniya kurdî ya kevnare bese bo rastkirina zimanî li ser „Ceger“ û „Cîger“…û tew pêwîstî bi nimûneyin dî ji helbestên kevnare nîne…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s