Rastkirina zimanî–2

“Xûn” an “Xwîn”

Cankurd

20 January 2010

Navdartirîn helbestvanê Kurd ê di sedsala çûyî de, bi navê “Cegerxwîn” bû,ne “Cegerxûn”, hema hêja Kamêran Botî di ferhenga xwe ya Kurdî-Kurdî de, şêweya “xûn”bi kar aniye, û li ser wê jî: Xûnrêtin, xûnrêj, xûnmêtin û hinek peyvên din şirove kirine…

Gelo, helbestvanên me yên klasîkî yên Kevin kijan şêweya vê peyvê ji herduwan pêtir bi kar anîne?

Min çavêd xwe li dastanên hozanî gerandin, bi piranî hozanvanêd me “xûn” bi kar anîne, û ji nimûneyên wan ezê di vir de, tenê van bînim zimên:

Feqiyê Teyran dibêje:

Kuştime herdu  u’yûnan

Yengiyêt nisben ji Nûnan

Radikin ew qetl û xûnan

Girtiyê zîndanim ez (r.84  )

Di rûpela (128) de dibêje:

Sebr û aram û Sikûn e

Baziyê nav lê u’yûn e

Dil ji penjan kirbû xûn e

Ay dilê min, ay dilo

Di rûpela (152) de dibêje:

Nesîm bêt ji wan terh’an

Bulbul xwe hê bigrî

Xûn dê derbê ji cerh’an

Bi daxên kul bimrî

Di rûpela (197) de dibêje:

Hezaran laş li şûnê

Heftê û yek in li çûnê

Tu dibêy bi hezaran tênê

Şîran (şûran) rengda ji xûnê

Di rûpela (287) de dibêje:

Xalê ji rengê filfilan

Îlan û cotê qatilan

Ew firdikin xûna dilan

Bakir çi zanit mirwetê?

[Bakir: Bi Erebî ye, bi wateya keça mêrnekirî ye]

Em dibînin, ku Feqê Teyran bêtir peyva „Xûn“ bi kar aniye, hema bo li hev anîna sitima rêzikên helbestê, wî hin caran „Xwîn“ bi kar aniye:

Hêstirim barîn ji xwînê

Sotim ez derdê evînê

Kes ji min nakit yeqînê

Ey dilê min, ey dilo (129)

Ew li ciyekî dî dibêje:

Kêra di destê esmeran

Sor e ji xwîna cegeran

Xelqino ji evîna dilberan

Me’lom niye çi bi ser me tê (r. 287)

[Binêr dastana Feqiyê Teyran, ku ji aliyê hêja Seîd Dêreşî ve, hatiye amadekirin, Spîrêz, Duhok 2005]

Ehmedê Xanî dibêje:

Şîrîn te kire şeker li Perwîz

Ferhad ji reşkê eşkê xûnrêz (r.13)

[Eşk: Hêstirên çavan]

Di rûpela (32) dibêje:

Ev qulzem, Rom û beh’ir Tacîk

Hindî ku biken xuruc û teh’rîk

Kurmanc dibin bi xûn mulettex

Wan jêk vedikin mîsalê berzex

Di rûpela (92)yê da dibêje:

Bê cerh’e û qerh’e û birîne

Navê ewî derdî  her evîn e

Emma we disohtin henavan

Xûna dilî tê ji herdu çavan

Di rûpela (139) de dibêje:

Van xemze û avrê di xûnxar

Wan xencer û keyberêd dujwar

[Binêr:Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, vejandina hêja Perwîz Cîhanî, Intîşaratê Selahdînê Eyûbî, Ormiye 1363]

Melayê Cezîrî dibêje:

Munqelîb min dî menazil, vajî ew seyrî dikin

Yek bi yek xûn jê dibarin, Ateş û lemi’ û şîhab (r.18)

[Lemi’: Bi Erebî ye, bi wateya birûsk û vebirisîn]

Di rûpela (23) de dibêje:

Sîlsîla behsî ji xûna dilber, an zulfa bi çîn

Dê xeta bit navê Misk, er (eger) nav ê Tatar bit

Di wê rûpelê da, paş çend rêzikên dî, dibêje:

Xûn ji mîlakê bi derba xencerê ger bîte der

Bo şehîdê e’şqî êdî, dê ji ku hişyar bit

Di rûpela (30) de dibêje:

Ji herdu çeşmên tey mest û xûnrêz

Nûra du çeşman kê dî selamet

[Çeşm:  Çav an çehv]

Di rûpela(44) de dibêje:

Ah û oxên min ji dil tên

Lê ji ber tîra qizil tên

Yan ji kovanên di kul tên

Jê dizît her xûn û zox

Pişte re yekser dibêje:

Xûn ji dil coco rewan tê

Wek e’qîq û erxewan tê

Lê ji dest selwa cuwan tê

Ew şepala şeng û şox…

Di rûpela(53) de dibêje:

Qelb û ceger min bûne (xwîn)

Lew ra ku nû derbûn birîn

Em dibînin, ku di vir de ji bo lihevanîna sitima rêzikê (xwîn) li gor (birîn) bikar aniye…

Pişt re di rûpela (58) de dîsa (xûn) bi kar tîne:

Ji ree’na nêrgizên tey mest û xûnrêz

Zeman bû e’hdê Engîz ê Cengîz

…û di rûpela(60)î de dibêje:

Da ku dîlber qedemê lê bi nihed rewşen kit

Lew tu xûnê weh ji çehvan ve dimalî şeb û roz

Di rûpela pey wê re jî dibêje:

Turkê xûnrêz û xumarê me bi yek xemzeyekê

Ruhdê çil sal e li min zêr û zeber kir ji esas

[Ruhd: E’ba û cilê seraser şêxan, rob. Zeber: Axa zêr e]

Pişt re di rûpela (65)ê de jî dibêje:

Lê şehîdên te bi êjmar bi xencer kuştî

Hê neçû xûn ji ber, bînan sed û heftad û du leş

Ceng ê hindî dikirin fêres  E’reb

Tox û ala di Firengîne kumandarê Hebeş

Em dibînin, ku Melayê Cezîrî gelek caran peyva (xûn) bi kar aniye, di piraniya helbestên xwe de her wekî (xûn), lê carekê an du caran bo sitima rêzikê ji hev nekeve (xwîn) bi kar aniye.

[Binêr: Dîwan a Şeyxê Cezîrî, ku li Sûriye hatibû çapkirin, hema tiştek li ser berhevkarê dîwanê ji pêşnavê wî bêtir tune ye, ew bi navê Mihemmed Nûrî ye, û sergotineke gelek balkêş a bi Erebî ji pirtûkê re nivîsiye, tê de diyar dibe, ku ew mirovekî roşenbîr û zana bûye…Tew navê çapxanê an sala çapkirinê jî li ser pirtûkê nînin.]

Pertoyê Hekarî dibêje:

Ax û xuliyê li ser birêje

Rohnikan tu zêde xûn birêje

Binale û ah û jar yek car

Gazî bigehîte rebbê xeffar (r. 53)

Di rûpela (92) de dibêje:

Xûnxur û xûnrêz û xûnê qatile ew mehleka

Meyxur û mexmûr û mest e, serxweşa ez canfîda

Di rûpela (387) de dibêje:

Tikim h’îna reqem bo u’zirxuwahî

Ji çavan xûn me tê cayê siyahî

[Tikim: Dikim. H’îna: bi Erebî ye, bi wateya: Dema]

Û di rûpela (380)ê de jî dibêje:

Ba reqîba mîhreban yaran cefa a’det meke

Laîqê xobane xûn bo min cot neyê

[Binêr: Dîwana Pertoyê Hekarî, berhevkirina hêja Tehsîn Îbrahîm Doskî, Spîrêz, Duhok 2006]

Wekî em dibînin, hozanvanên me yên mezin û Kevin, berî derketina seydayê navdar Cegerxwîn bi sedan sal, bêtir peyva (xûn) bi kar anîne, lê carina (xwîn) jî bi kar anîne, hema bêtirbo diristkirina sitimê (qafiyê).

Di Îqdê Durfam a Şêxê Eskerî de, dixuye ku ew herdu şêweyên peyvê (xûn) û (xwîn) bi kar tîne, hema Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyra û Pertoyê Hekarî ji wî jî kevintir in, û pêwîste em herdem ser damarên kevintir û kûrtir ên zimanê xwe vedin, da em bingeha wê yên kevnare derêxin ber ronahiyê…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s