Ji olên mirovatiyê (Ola Konfûşiyos)

Cankurd

27.03.2006

Li ba Çîniyan Konfûşiyos bi “Şah” tê navkirin. Ew sala 551ê berî zayîna hezretî Isa ji dayîk bûye û sala 479ê ji dinyayê koç kiriye.

Di vê olê de, ne keşe, ne rabîn, ne pîr û ne mele hene. Kenîse, camî an perestgeh nînin. Dogmayek baweriyê jî tune ye. Ne dûroka afirandinê, ne behişt û ne jî dûjeh, tew  Xwedê jî di nav baweriya Konfûşiyosan de tune ye, tenê pênc armancên zevînî û mirovî hene:

– Maldarî

– Rûmet

– Gelek Kur

– Jînek dirêj û xweş

– Mirinek baş.

Xalika giringtir di nasdariyên Konfûşiyos de siniç e “Exlaq” e. Divê ew kesê, ku vê hildigire di jîna xwe ya malbatî û ya civakî de bi xelkê re hevsaz û dirist be.

Şah “Konfûşiyos” dibêje, ku hêza mezintirîn a asîman û zevînê di pêdakirinê de ye. Her tişt li ser wê avabûye û ava dike. Zevîn tovê dide, ro û baranê jî şiyanê didin.

Ev bingeha hişmendî û jînparistina konfûşiyosî ye. Mirov di pirtûkên Konfûşiyos de berhemê hevsaziya asîman û zevînê ye, li ba wî ne Xwedê, ne jî can û rewan derveyî hişmendiya mirovî hene, lê belê binesaziyek cîhanî heye, weku di ezmanan de saziyek bingehîn heye, sirûşt jî li saz e. Hema ew nabêje ev hevsazî ji ku ve hatiye, çawa pêda bûye. Li ba wî civat û jîna kesanî jî pêdivê bingeh û zagonê ne.

Di jîna Konfûşiyos de hovîtiyek bê wekanî li Çînê hebû, kuştinekê kuştinek dihanî û tolhildanekê tolhildanek dihanî. Di navbera du şahdariyan (Lu   û  Tsîn) de neyartiyek mezin û dirêj hebû. Şah Lu ji hişmendiya Konfûşiyos hezkir û ew kir şêwirdarê xwe, û bi taybet dema wî gotinin wek van gotinên hêja dikirin.

[Deban sîlahbi xwe re nebaşiyê tînin, evana ne acetên rûmetdaran in, tenê gava çareyek dî namîne, mirov dikare wan bi kar bîne.]

[Jiyan qencî ye.]

[Ewê bi hiş dikare serweriyê bike, pêdiviya wî bi çek û debanan tune ye.]

Dawî gava herdu şah (Lu û Tsîn) li hev hatine, û ji şah Lu re hinde jinên bi evîndariyê navdar bûn û 120 hespên kumêt wek diyarî ji şah Tsîn de hatine, şah Lu bi wan gêro û sermest bû, şalyar û fîlosofê xwe Konfûşiyos ji bîr kir. Wî jî seriyê xwe rakir û ji ba wî koç kir.

Di geriyanê de gelek şagird, ji wan (72) peyrewên bijarte ramanên wî li welêt belav kirin, û Konfûşiyos bi “Keyserê fêrkirinê” hat naskirin. Bi rêya Mêngst ê xort û wefadar bîr û baweriyên wî hatin hilgirtin û Konfûşiyosî di dewletê de hat çandin û nema tê sîlkirin.

Tevî ku 50 salî berî ji dayikbûna hezretî Isa – Silav lê bin – ola Buda derket holê, û wek wê jî Lawtsî û Tawîsî di Çînê de xort û bi hêz bûn, lê belê Konfûşiyosî hîn jî, ta niha, çax û damarên xwe berdane nav gelêd Çînê û li hember dîktatoriya Komonîstiyê berxwe dide.

[Weku di ezmên de royek heye, di malbatê de mêrek heye, wilo di welêt de jî divê keyserek hebe. Ev histobariya xwe ya asîmanî digire, û lew re bi “Kurê ezmên” tê navkirin.]

Mêngst, ku yekemîn şagirdê Konfûşiyos bû (371 b.Z.) bîr û baweriyên seydayê xwe şirove kirin û asantir belav kirin. Ew dibêje:

[Du zorbazên dema berê hebûn, Kîh û Çaw. Hem deselatdariya xwe û hem jî gelên xwe winda kirin. Wan gel winda kirin gava dilê gel ji dest xwe dan. Rêyek heye, ku tu deselatdariyê û gel bo xwe vegerînî, ew jî rêya dil e.]

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s