Ji olên mirovatiyê (Ol a Zerdeşt)

Cankurd

Ola Zerdeşt li ser elementarên sirûştê yên bingehîn hatiye avakirin. Zerdeştê ku wek pêxember tê dîtin û hejmartin, gotiye, ku Xwedê ji wî xwastiye, wan elementan biparize. Ewana jî: Av, Ax, Ba û Agir in.

Paristina van di dema me ya niha de bûye histobariyek navneteweyî ya dewlet û saziyên paristina jîn û sirûştê li her derekê, giringiya ola Zerdeştî ya wa dema zû diyar dike. Ew giringî bêtir ji ber vê yekê ye.

Zerdeşt, weku jêderên kevnare dibêjin, berî ji dayîkbûna hezretî Isasilavû selewat lê bin– jiyaye. Dûrokzanên îranî dibêjin, ku ew sala 640 berî zayînê li herêma Urûmiye ji dayîk bûye. Urûmiye li bakurê rojavayê Iranê ye û dikeve serhedên Rojhilatê Kurdistanê bi Azerbaycanê re. Hinek jî dibêjin, ku ew ji xelkê Ray ye li nêzîka Tehranê. Em dizanin ku bajarê Hemedana (Akbatan)a, ku nêzîk Tehranê ye, di dema Midiyan da paytextê şahên dewleta Mîdî bû. Mîdî li ba dûroknas û gelnasan pêşserên gelê Kurd in.

Zerdeşt 30 salî bû, dema welatê xwe hêla û bi rojhilat ve mişext bû. Li rojhilatê Iranê dest bi belavkirina ola xwe kir.

Di ola Zerdeştî da li ser pêdakirina gerdonê, pêdakirina mirov û cîhanê, rêbazên dan û standinê di navbera mirovan da, bi sirûştê re û bi xwe re. Li ser jîna paş mirinê jî hatiye nivisandin û belavkirin.

Paş mirina Zerdeşt hikariya olên asîmanî û olên dî jî li ola Zerdeştî bûye. Lê dîsa jî di dema Amêndiyanî da ew bûye ola fermî ya wê deselatdariyê. Di dema împeratoriya Arsakî da, şah Balaşê duwemîn ferman daye bo civandina hinek parçeyên pirtûka Zerdeştî yak u bi nave Avêsta navdar e. Lê ta çi pileyê di nav wê da ji olên Mêtrayî û Zûrvanî heye, em pê nizanin.

Di saya Sasaniyan da, Zerdeştî bêtir geş bû, lê hema di ber wê olê re Zûrvanî jî bi hêz bû. Carina ew baştir dihat dîtin û carina Zerdeştî. Em dibînin, ku di saya Şaporê duwemîn û Xisroyê yekemîn da Zerdeştî li pêş bû, hema di saya Yezdîgurdê yekemîn û Yezdîgurdê duwemîn da Zûrvanî ketibû ketibû pêşiya Zerdeştiyê. Bi têkçûna deselatdariya Sasaniyan re, êdî rewşa Zerdeştiyê jî bi bin ve çûye.

Di ola Zerdeştî da, weku di ya Zurvanî da jî, dûroka gerdonê hatiye birrîn. Her demgavek “Awûnek” 9000 – 12000 sal e. Dema dawiya awûnekê nêzîk bû, cîhangeş (Zawûsyar) pêda dibin. Ewan bi “Kurên Zerdeşt” tên navkirin. Histobariya wan ewe, ku cîhana pîr û nexweş ser ji nû ve pak û ciwan bikin, wê vejînin û geş bikin. Ewana kerî û colê bawermendan di têkoşîna li hember zorbaziyê, nebaşiyê û wêrankariyê da dajon, hêza bawermendan dicivînin ser hev û dilên wan bi nasîn û îzanênê Zerdeştî paqij û geş dikin, jînê dişûn. Mirin û pîrê mirinê ji ber wan direvin, cîhan tev dibe madenê kelandî, dih’ele û di nav xwe da nebaşî, qerêjî û pîsîtî û baweriya çewt dipişive, jînek nû û cîhanek nû tê pêdakirin. Sipî, pak û herheyî dibe.

Tevî ku parvekirina demê, wek tê guman kirin, ji Zûrvaniyê hatiye, em dikarin bibêjin, ku ola Zerdeştî bi wê parvekirinê hikar bûye.

Demgava cîhanî 12000 sal in, her 1000 sal wek mehek me ne. Di Demgava cîhanî da 12 sal hene. Her sê hezar sal ji wan salbirrek e.

Di 2999 salên pêşîn da, hemî afirende ji aliyê Xwedayê Mezin (Ahûra Mezda) ve tên pêdakirin. Lê ewan di berzexekê da wilo dimînin, nalivin, nayin guhartin û di rewşa xwe ya canekî “rûh’î” da dimînin, ne ji wan kêm dibe û ne tiştek dikeve ser wan.

Di 3000-5999 salên dî da, wan pêdakiriyên canekî rewştên xwe diguhêrin û dibin meteryal. Ta wê pileyê zevîn “Erd” hîn paqij û bêgunah e. Li ser rûyê zevînê GayûmerdGamêr” û Ûrînd di teherek behiştî da dijîn.

Ahrîmanê nebaş û şeryar ji binzevînê “jêrzemînê” derdikeve û pêdakariyên Xwedayê mezin (Ahûra Mezda) dibîne û dixeyide. Ew xwe digihîne serhedên “tixûbên” cîhana ronahiyê, lê nikane derbas be û çavkûrkî dimîne. Ew dixwaze dijî pêdakirinên Ahûra Mezda tiştekî nebaş bike, lê nikane. Ahûra Mezda bi ser wan afirendiyên xwe da Axûn Fîrya dixwêne û ji ber telasima wê xwendinê Ahrîmanê şeryar teviya wê demê bê hikarî û bê hêz dimîne, tiştek ji dest wî dernakeve.

Paş 6000 salan Ahrîman dikare ji tengiyê derkeve û bi teviya hêrs û xeyd û nebaşiya xwe ve derbas dibe cîhana ronhaiyê. Ew cîhana paqij û mezin û wek hêkek sipî vedibirîse. Ahrîman ji binî ve wê hêkê quldike û leşkerê wî yê wek mêşan, bi ser afirendeyan da belav dibe. Ewan jehr û nebaşî û mirinê bi xwe re tînin. Mirov ên kevnekok û sewal ên kevnekok dibin qurban û têkdiçin, lê belê ji tova Gayûmerd cotek mirovê nû, Mayax û Mazyanax (Adem û Hewa) û ji tova gayê kevnekok jî sewalên nû pêda dibin. Li ser rûyê zevînê mirovê, ku dimire û nebaşî tev li xwîna wî bûye, dest bi jîna xwe dike.

Di 9000-12000 salan da, ku li dawiya vê saldemê temenê demê diqede, başî û nebaşî, ku tev li hev bûne, ji hev verêdibin. Di vê saldemê da, li pey hev, di her Mênokekê “Mîlîniyûmekê” [1000 sal] da Zewsiyanek “Pêxemberek” derdikeve, cîhanê carekê ji qerêjiya Ahrîman pak dike. Bi hatina yê dawî re, kesên mirî wê rabin û wê cîhan bi lehiyek madenî ya li kel ketiye bite helandin û paqijkirin.

Li gor dûroknas Albîronî, Hormezd (Ahûra Mezda) afirendê asîmanî yê tewr kevnekok e û Zerdeşt ê ku di seriyê navdema duwemîn da heye, pêxember û şandiyê wî ye, lê ew di rewştek veşartî da dimîne û di destpêka navdema sêyemîn da, gava Ahrîman tev li karê cîhana paqij dibe û nebaşî û şeryariyê belav dike, Zerdeşt ji aliyê Hormezd vet ê şandin, nasyariyên wî belav dike û başiyê li hember nebaşiyê dirist dike, paqij û xort dike.

Di navdema sêyemîn da, sê peyrewên Zerdeşt, li pey hev derdikevin, Uksiyat Arta, Uksiyat mênah, û Astvat Arta, ku wek kurên Zerdeşt tên dîtin û tova pişta wî ya, ku di zireya “behraKasavoya da parastî ye, pêda dibin.

Li gor vê nêrînê, Zerdeşt berî Platonê yûnanî bi 6000 sal hatiye dine, wilo Platon wek Şagirtê Zerdeşt tê dîtin. Ew ji her aliyekî ve pak e û pir hişmend û zana ye, û şandiyê berî dawîbûna teviya dema cîhanê ye.

Li gor pirtûka heftemîn a Dênkart, Spandnask a windayî, Zerdeşt di seriyê navdema çaremîna temenê dema cîhanî da tê dinê. Kurê Zerdeşt ê dawî Astvat Arta, ku Zewsiyan û rizgarkarê dawîne, kesekî şervane û serkeftî ye, û ew cenga paqijkirina cîhanê ji leşkerê Ahrîman û ji qerêjî û nebaşiya wî dike û cîhanê bo rewştek behiştî û stasiyona dawîn amade dike. Hinde musilman dibêjin, ku Astvat Arta pêxember Mihemmed Silav û Selewt lê bin – bi xwe ye, ew bi leşkerê tariyê re dikeve şer û bi serdikeve, hema Mûsa yê ciho – Silav û selewat lê bin – ji ber Fîrûnê Misrê û leşkerê wî ber bi Filistînê ve direve û di çi şeran da bi sernakeve. Ola Islamê jî wek ya Zerdeştî cîhanê di navbera ronahî û tariyê da pardike, her li ser rizgarkirina mirovan ji tariyê û gihandina wan nav ronahiyê dibêje.

———————————————————————————————-

* Bo bêtir agahî û nasîn li ser ola Zerdeşt, ji comerdiya xwe vegere nivîsên Dr. Gulmorad Moradî, ku lêkolînên wî yên bi Almanî belavkirîne ji me re bûne bingeha serekîn div ê gotarê da.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s