Internet çiye?

Cankurd

Yek ji giringtirîn û mezintirîn pêdakirinên sedsala bîstan Internet e. Ew daveke fireh û lezok e ji telefon û simên datayan, ku li teviya cîhanê computeran bi hev û din ve girêdide. Bi pevixistineke internetî mirov dikarin gellek agahî, nûçe, zanîn, lîsk û piraniya livbaziyên bankî, bi zûkî bistînin û belav bikin, bi ser ve jî bi hev re têkevin têkilî û pêwendiyê. Internet zireyeke (behreke) pan û fireh û kûr e, ku ta niha ne kêmtir ji 70 milyon computer bi hev û din ve hatine girêdanê, kirrîn, firotin, dîtina kar û pilankirina demê, belavkirina informationan û bi karkirina pere û mal bi rêya computerê di demeke ne dirêj de bûye karekî rojan e.

Ne tenê bi rêya computerê mera dikare têkeve Internetê, niha bi r|ya televisionê, têldestê (Handy) jî karên înternetî tên kirin. Ne tenê çekên pêshkeftî, rakêt, keshtî û satalît û kar û barên stêrknasî, endizyarî, toxtirî, ciyolocî û masîvaniyê bi Internetê ve hatine girêdan, lê belê saringa malê û germîng jî li ba hinekan bi computerê tên xebitandin û dikarin fermanên xwe bi rêya Internetê ji dûr ve bistînin, û roj bi roj hikariya Internetê di dibistanê de, di trafîkê de û di huner û wênekariyê de ne kêmtir e ji hikariya wê di têlêkariyê de û her û her firehtir dibe. Niha dermanxaneya internetî jî pêda bûye. Internet bûye bûrowa kar bo gellek kesan û di mala xwe de bi rêya wê pir pere jê qezenc dikin….

Wekî din jî teviya jîna aborî li her derekê ketiye bin hikariya xebitandina computerê, gellek derçûn mesref ji derçûnên fabrîke û fîrman tên kêmkirin gava ewan bi computerê bixebitin û dikarin xwe bi asanî bi pir kesan bidin naskirin, berhemên xwe bidin belavkirinê û di demeke kin de namdartir bibin. Pir firoshxaneyên mezin ciyên xwe di Internetê de girtine û qezencên mezin  bi rêya firotina internetî bi dest xistine wek Amazon, Bol, Ebay û hinekên din. Bi nikilkirina mishkokê xwe her kesek dikare bi asanî ji mala xwe de an ji bûrowa xwe de her tishtekî bikirre an bixwaze.

Di salên dawîn ên shêstî de wezareta parastinê ya amerîkî dest pêkir, ku daveke êlêktronî (Net) ava bike, histobariya vê yekê ew bû, ku datayan û nûçeyan bi zûkî bigihîne wezaretê û gava di cengê de ew dav hat bombekirin û wêrankirin, pêwîste dîsa jî çemê wan agahî û nûçeyan biherike û netê birrîn. Lew re endizyarê fîzîkê Tim Bernerslee (World Wide Web – www) pêda kir û di sala 1989ê de bernameyek nivisand, ku bi rêya wê computerên biçûk ên malan (computerên kesanî) jî bikarin xwe bi hev û din ve girêbidin. Lê pêshketina mezin û gelêrî bo Internetê di sala 1993ê de çê bû, dema ku browserê yekemîn hat amadekirin bo lênêrîn û vekirina malperên Internetê.

Ev çawa dibe?

Teviya dava Internetê, ku bi hev û din ve girêdayî ye, ne yek rist e, ew ji hezaran ristên biçûk bi hev ketiye, ku tevan bi hev re cîhana êlêktronî kirine yek avahî û dîwarê wê bi hev û din ve zemirandine û shima kirine. Li her welatekî saziyeke ristinî ya Internetê heye, ku bi shêweyekî fermî ye û di ber wê re jî hinek tevnên din ên serbixwe hene, ku ne girêdayîne bi tevna fermî ve, lê bêguman evan gish bi shêweyekî bi hev û din ve hatîne perçîmkirin, û tevî ku gellek systemên bingehîn ên computerê hene, lê dîsa jî ewên ku li Tokio an Mexico dikarin bi ên Hewlêr, Mosko û Helebê re têkevin têkiliyê, hevsaziyeke xebitandinê pêda bûye, ku hemî dav (net) bûne yek dav. Eve wilo asan çêdibe ji ber ku hemî computer bi yek zarekî (zimanekî) ji hev û din agahiyê digirin, bi rêya protokoleke lêbarkirinê ya ku bi TCP/IP tê navkirin û ew di ser hemî sînor û tixûb û serhedan re trafîka datayan li saz dixîne.

Di sala 1993ê de dora (50) navnîshanên (www) hebûn, îro di Internetê de bêtir ji milyarek navnîshan hene, para jinan jî di nav van malperan de mezin e. Di (55) salan de telefonê kanî bû di cîhanê de cî bigirta, televisionê di (13) salan de, lê belê Internet di (3) salan bû  dêwekî pir mezin û destdirêj.

www çiye?

Ew namdartirîn davkirina Internetê ye û di serî de wê bernameyê derî bo xelkê vekir, ku tev li xebatên Internetê bibin. Dokumentên (www) bi garfîk û wêne, pêldariyên Audio – û Video asankirîne û di malperên wê de pir nofirk (LINK) hene, gava tu wan  linkan binikilînî tu yê biçî ser hinek malperên din ên, ku ji wan hene li aliyekî din ê cîhanê hatine pêdakirin. Berê me bi mehan çavrêya kovarekê ji parçeyekî din ê Kurdistanê dikir, niha bi nikilkirina nofirkekê (linkekî) em diçin ser kovarên Xebat, Metîn, Herêm, Kurdistan, Azadiya welat û gellek rojname û kovarên kurdî yên, ku em li wan digerin çi li jêriya Kurdistanê bin, çi li rojhilat an li bakur û rojava bin.

Tevî vê yekê jî serek û kontrola serekîn a Internetê ne bi destê çi encumenê de ye, xudanê cîhana Internetê nîne, mafên hemî davên hevpar di Internetê de wek hevin, Computerekî (jimarkarekî) taybet, ku seriyê dîlanê dikishîne tune ye, hema cîgahê tewr bilind bo yekkirina (standardkirina) Internetê (Internet Society) ye, ku di bin vê navnîshanê de tê dîtinê: (www.isoc.org).

Loranî Internetê hinartina Nameyên êlêktronî (E-mailan), wêneyan, grafîkan û hemî teherên agahiyê siviktir, leztir û asantir kiriye, em dikarin bibêjin, ku ew posteya herî hêztir û çalaktir e di vê serdemê de. Bi ser ve jî ev mezintirîn hembara datayan e (Databank) li ser rûyê zevînê, pirtûkxaneyeke bê wekanî ye di dîroka mirovatiyê de.

Bo her kesekî / keseka, ku dixwaze malperekê ji xwe re di Internetê de bi cih bike, navnîshanek jê re pêwîst e –

(b. n.: di vê navnîshanê de:

http://members.nbci.com/kurdayeti/index.htm) van tisht hene:

– Html: Ev dokument bi Hypertext Markup Language hatiye formatkirin.

– Index: Navê dokumenta serekîn e, ku dokumentên malperê pê ve girêdayîne.

– Kurdayeti: Navê Domain e, ku li ba NBCI  ye.

– Com:  (Top-Level-Domain) e. Eve jî diyar dike, ka ev document ji kijan warê geografî an sazendî ve hatiye ( .de bo Almaniya ye, .tr bo Tirkiye, .se bo Swîd e, .gov bo fermandariya amerîkî ye û herweha…)

– NBCI: navê providerê, ku ew navnîshan li ba wî hatiye bi cihkirin, NBCI bi xwe kanaleke televisionê ya pir namdar e.

– WWW:  Bernameya berdestiya Internetê ye, ku jê re World Wide Web tê gotinê.

– http:// Bo Protokola datayên navnîshanê ye. Ew bi shêweyekî automatîkî dikeve pêshiya adrêsê gava tê nivisandin.

Shanikek giring: Di nivisandina navnîshanên Internetê de divê ewan sedased wek hatîne dayîn bên nivisandin, biçûktirîn shashî dihêle, ku ew navnîshan neyê dîtin an jî navnîshaneke, ku bi shêweyê navkirinê nêzîka wê ye, derkeve holê. Ji bo vê yekê bash binêre, ka te navnîshan rast û dirist nivisiye an ne.(Emê careke din hev dibînin).

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s