Hajê Kompiyûtera xwe bike

Cankurd

18. April 2010

Bi nikilkirina (F1) re, dibe ku tu rê ji vîrûsan re vekî û kompiyûtera xwe bi xwe wêran bikî. Microsoft li xwe mukiriyê dike, ku di sîstema wê de kêmanî heye. Wan talankerên, ku bi (Hakers) têne nasîn, dikanin bi rêya sîstema harîkariyê (Help-System) derbas bibin kompiyûterê te. Lêdanka (F1) ji xwe bo xwestina harîkariyê ye, di sîstema Microsoft û di ên dî de jî. Hêrişkar dikanin bi rêya zeviyekî gengeşiyê (Dialogfeld) ji te bixwazin, ku tu lêdanka (F1) binikilînî, da tu bernameyekê bixebitînî. Bêtir ziyana wan kesan heye, ewên bi Windows XP û bi Internet Explorer kardikin, hema wan kesên bi Windows 7, Vista, Server 2008 û Server 2008 R2 kar dikin, çi ziyanê ji wê yekê nabînin. Microsoft van bernameyên xwe baştir paristine.

Bo bêtir ziyanê bigihînin te û kompiyûtera te wêran bikin, hêrişkar te vexwendiyê malperekê dikin, û li wir harîkariya xwe ji te re tînin zimên, û ji te dixwazin, ku tu (F1) binikilînî, da tu kanibî bernameyekê bixebitînî.  Wilo bi lawazî û rovîtî te dixînin rewşekê, ku tu deriyê wêrankariyê bi xwe li xwe vedikî.

Microsoft bizava xwe dike, bi rêya nûkirina paristina sîstemê (Update), van kêmaniyên sîstema xwe ji holê rake.

Lew re baştir e tu nekevî her malpereke nenas, bersiva kesên tu nanasî nede, lêdanka (F1) bi zûkî nexebitîne, û li ciyê Internet Explorer Browserekî dî, wekî Mozilla Firefox an Opera bi kar bîne…Di Internet Explorer de jî, divê tu (Active Scripting) ji livbaziyê bikî, li ciyê aktiv bila (deaktive) be.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s