Gava tu bi rêya Internetê dikirrî (E-Shopping)

Cankurd

Firoshkar:

Firoshkarên ne pir namdarin, ne ciyê baweriyê ne. Heta tu dikarî rind çavên xwe veke û bêtir li ba firoshkarên navdayî bikirre.

Hûrnivisandî:

Divê bash hatibe xuyakirinê, ka bihayê averêkirinê (Porto) çiqas e, gava ji te re tishtekî digihînin navnîshana tu dixwazê wê averêkirinê ji te distînin, lê wilo hûr di quncekî hatiye nivisandin, ku bala kirryaran nakishîne.

Mercên gishtî yên firoshkariyê:

Gava wan merc û shirûtên firoshkarî bi rêya (Link) an bi shêweyekî diyarkirî tune bin, tu -wek kirryar- bi van naze girêdan. Di vir de yagon li aliyê te ye.

Vegerandina pertalên te kirrîne:

Tu dikarî di zikê (14 rojan) de wan pertalên te kirrîne û ne li gor daxwaya te ne, ji firoshkar re vegerînî, lê gava di pakêta wî de tishtên shikestî an rizîyayî hebin, bashtir e, ku di pakêtkirina wan de dema vegerandina wan pertalan dîdarekî (shahidekî) ku wan bi çavên xwe dîtine li gel te hebe û pisht re gava ji wî hat pirsîn, ew bibêje, ku rast e van pertal shikestî an rizîyayî bûn. Lê pêwîste ew dîdar ji ne malbata te be. Gava te tishtek vegerand belgeya poste li ba xwe bipariye, wek nîshanekê eger gilî çê bû.

Belgeza daxwayê:

Gava tu bi rêya Internetê kirrîna tishtekî dixwazî, yekser belgeya daxwazkirinê çap bike û li ba bipariye û ji bîr neke, gava tishtekî shikestî an rizyayî di nav de hebe, li gor zagonên hinek welatan (wek Almaniya) tu dikarî di zikê shesh mehan de bo rakirina wê kêmaniyê li firoshkar vegerînî . Bê gelgename gewirandina tishtekî ne asan e û gava perezên te bi rêza bankekê bi shêwezekî ne dirist hatibin birin, tu dikarî di zikê (6 hefteyan) de wan pereyan ser ji nû ve bixwazî, lê dayîna pere bi rêya Credit Card asantir e û roj bi roj bêtir bi kar tê, lê divê tu pir hajê bikî gava tu jimareya kontowê xwe didî, divê tu bash binasî, ka ew rê sax e an ne! Gava çewtiyek çêbû, divê bankê te bi cih bike, ku te wan pere bi xwe dane, ne yekî din sextekarî di wir de kiriye û li ser navê te tisht ji xwe re kirriye.

Pêshdayîn:

Pereyên xwe berî kirrînê hîç nede ji ber ku gava pere ketin destê firoshkaran dibe ku ji te re malê te xwastî tew neshîne an jî ew mal li ba wî nema be an jî gava hat tê de nediristî hebe.

Pashdayîn:

Poste ji te re ditê û daxwaya bihayê pakêtekê dike, divê tu bash bizanibî, ku bi ser bihayê pakêtê ve, tu pereyên poste jî didî û ew jî pereyekî ne hindik e. Bi ser ve jî dibe ku malê di wê pakêtê de hîç ne bi dilê te be.

Paybox:

Qutîka peredayînê yek ji çareyên misogertir e, lê ew bi kar tê gava têldestê te (Handy) hebe û kontonumereyeka te li ba bankê hebe. Pisht re tuyê li ba systema paybox di Internetê de (www.paybox.de)  an bi rêya Faxê an jî bi nameyekê ji wan re xwe bi cih bikî. Wê paybox ji te re bi poste re (PIN)eke  veshartî bishîne. Di Internetê de kirryar tehera (Option) wek shêweyeke peredayînê hildibijêre û jimareya telefona xwe dide. Firoshkar wê daxwazê dishîne paybox, ji wir ve li ser wê jimarê tê telefonkirin bo kirryar. Kirryar PIN a xwe dide paybox û wilo ew livbaziya kirrîn û firotinê bi asanî diçe serî.

Gava tu ji firoshkarekî derveyî welatê, ku tu lê dijî bikirrî, divê tu ji bîr nekî, ku hinek  taybetiyên din hene, ew mal bi rêya keshtiyê an firokê an jî di sînoran re derbas dibe û bihayê Porto mîshetir (zêdetir) dibe.

Bo vê yekê divê tu bash  hajê bikî.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s