Ferhengoka Internetî (Gav bi gav tê firehkirin)

Amadekirin: Cankurd

Abort: Bi dawî anîna pêjavoyekêan rawestandina wê.

Account: Mafê derbasbûnê ye bo komipyûterekî di bernameyekeInternetê de. Bo vê yekê –bi piranî-peyvek veşartî pêwîste.

ACE: Automatic Computing Engine – Computerê hembarkirina bernamekirî ya êlêktironî ye, ku salên 1945-1946 an ji aliyê Alan Turing ve hatiye bi hev xistin. Hîngê wî li Londonê li National Physical Laboratory (NPL) kar dikir. Serekîn modêla wî computerî bi navê Pilot ACE bû û li ba NPL hat avakirin. Sala 1950 bernameya yekemîn amade kir û pash du salan ew bername ketibû xebitandinê. Sala 1957ê cara pashîn hat pêshxistin.

ACM: Association for Computer Machinery – Saziyeke amerîkî ye, ku sala 1947ê hatiye damezirandin, bi armancên: pishtgîrî û pêshxistina karê agahiya nûjen, bi shêweyeke zanistî, wek xwendin, pêshniyazîkirin, avakirina makîneyên jimareyî yên lezok û pêshkeftî, belavkirina agahiyan, hembarkirin û karkirina datayan  h.w.d.

ActiveX: Pêveçûyeke xebitandinê ye, ku ji aliyê Microsoft ve hatiye pêdakirin, da bi rêya wê hinek bername bên livandin û xebitandin, li ciyê ku ew dixwaze. Lew re jî activX pir lawaz e bo nûkirina sîstema xebitandina kompiyûterê, lê dîsa jî pir pêwîste.

ACU: Automatic Calling Unit: Yekaniya bangdana automatîkî ye, rê dide computerekî an termînalekî, ku bikare bi rêya telefona ji gishan re vekirî ye an jî bi telefona kesekî têkeve xebatê. Bi piranî ACUyek li gel  modem bi kar tê. ACU têkiliyê pêda dike û modem jî datayan averê dike, û ji ber ku histobariya ACU tenê pêdakirina têkiliyê ye, lew re gelek modem dikarin bi hev re li gel wê kar bikin. ACU di navbera du girêkan da tê xebitandinê, gava xetên telefonê pir dagirtî bin, û lew re ACU bêtir ji aliyê wan computeran ve bi kar tê, ewên ku ji bo systemên bi hev xistina girêkên daveke êlêktironî hatine sazkirinê.

Adrêsên Fîrman: Di piraniya fîrman de wilo ye, ku bo her karmendekî wêadre-mailê yên tabe hene, lê pir caran ne asane, ku ewan li mala xwe an bi rê ve kanibin agahiyên fîrmên xwe li derveyê avahiyên fîrmê bigirin, ji ber xudanê fîrmênahêle ew adrês li derveyî kargehên wî bi kar bê. Ji aliyekî dî ve ewan pir caran bi xwe nameyên karmendên xwe bê destûra wan vedici û di ber çavan re derbas dikin, ka ewana çi dibêjin û çi dinivîsin.

Adrêsên Provider: Wek AOL, t-online û Freenet, her providerek bo kesên liba xwe bi cîh kirine (Bo kirrîyarên xwe) hinek navnîşanên e-mailji wan re amadekirine,lê van e-mail tevî ku asankirîne, gelek ji kar û baranbêpar dimînin. Gava mera peymana xwe bi provider re bibire, wan navnîşan (wan e-mal) tên rakin û mafêmera namîne, ku wanbikar bîne, û heger mera di wan hinek agahiyên xwe paristibin, ewan jî tên sîlkirin.

AIM: AOL Instant Messenger- Tu dikarî bi rêya AIM kesên, ku li ba Aol ne endamin jî, têxîne lîsteya xwe ya Buddys û ji wan re têlêgraman bishînî an ji wan bigirî, bo vê yekê hogirên te pêdiviyê hilbijartina malpera Aol dibin. Li wir gellek agahî û software heye, mirov dikare ji xwe re dagire û daxîne xarê.

Applet: Bernameyeke Java ye, ku bi Browserekî Internetê kar dike. Bi rêya appletan pir livîn di Web da çêdibe.

Attachment: Wan hemî metn û deng û wêneyên, ku tu li gel E-maila xwe bi rê dikî. Lê gava tu dibînî ku çiwalê pir dagirtî ye, çêtir e tu kesê, ku tu jê re dishînî, berê agahdar bikî, ku barê li gel E-maila te giran e, ji ber ku ewê ji ber demdirêjbûna daxistina wî faylî piçekî hosan bibe.. Bi ser ve jî xurtkirina karê azad di warê averêkirina agahiyên zanîn û hunerê û belavkirina wan agahiyan di nav mirovan da, bi shêweyekî zanayî û pishtgirtina kesên, ku di van waran da dixebitin…

Bo diyarkirina xuşûşên mirovî:

😦 Ez xemgînim

:-(( Ez pir xemgînim

🙂 Bi rûkenîn

:-)) di ber vê re

:-):-) Pir bi ken

:-@ diqîrim…

😀 Dikenim

😮 Ecêb dimînim

😉 Bo çavkutanê

[2g42: Too good for you: Mixabin.]

[2l8: Too late: Pir derenge]

[4e: For ever: Heta bi heta, herdem]

[4u: For you: Bo te]

[AFK: Away from Keyboard – Ez ji tîpdankê ve dûrim]

[B4: Before: Berî…]

[BAK: Back to Keyboard – Ez vegeriyame ber tîpdankê]

[BBB: Bye-bye baby: Bi xatirê te Lawo]

[CU: See you:Te bibînim]

[DMJTN: Destê min ji te nabe]

[DXT: Dema xatirê te]

[F2F: Face to face: Rû ber û, di nav me de be, li hember hev]

[G: Grin: Berkenîn]

Hinek kurtkirin ên bi Kurdî:

[HbKK: Herbijî bo Kurd û Kurdistan]

[J4f: Just for fun: Tenê bo henekê ye]

[MBTK: Min bîriya te kiriye]

[SJD: Silavekji dil]

[TT: Think positive: Baş biramîne]

[WBM: Were ba min]

…û her weha.

Browser: Ew bernameyeke, ku tu dikarî bi wî di Internetê de avjeniyê bikî.
Namdartirînê wan bernameyan: Internet Explorer ê Microsoft e û Navigator-Communicator ê Netscape e. Browsen bi wateya pelikan li pey hev û din di ber çavan re derbas bike.

BUS: Xêza (xeta) îsharetekê ye, ku bi rêya wê pir parçeyên saziya computerekî di ber hev re (parallel) tên bi hev xistinê, bi wê shêweyê îsharet di nav wan de tên û dicing. Li Amerîka BUS bi (Trunk) jî tê navkirin û li Birîtaniya bi (Highway). Bêjeya Highway ji rêya fireh û mezin re tê gotin. Isharetên di Busekê de tenê  ji teherekî taybetin, wek: Busê navnîshanan, an yê datayan, an jî tev li hev in. Ta niha gelek saziyên Busan hene, wek Unibus, ku ji aliyê DEC ve hatiye diristkirin, Multîbus ê Intel, an jî General-Purpose Interface Bus. Bi gelemperî ku ji aliyê Hewlett Pacard ve wek HP-IB hatibû pêshxistin. Bo Mikroprocessoran gelek saziyên Busan ên Standar hene, ji wan jî VME-Bus pir namdar e.

Byte: Pareke bêjeyekê ye di makîneke computerî de, ku bi piranî tenê (8) Bit tê de hene.

Chat: Dan û standina zindî ye di navbera du an gelek kesan de bi rêya Kompiyûterê an Internetê. Di odeyên CHAT de mirov bi hev re dikevine têkiliyê.

Cheking Programm: Ew bernameya ku li şaşiyên bernameyên dî an di datayên dî de digere. Bo nimûne: Çewtiyên nivîsê di metnê bingehîn (Quelltext) ê bernameyekî de.

Child: Her girêkeke di dareke bernameyê da, ji bilî rîsh û damaran, bi (Child – Zarok) tê navkirin. Wilo her zarokek nîshan dide, ka bavê wî kî ye..

Code: Query Language- Zimanekî karkirina di datayan de ye, ku dialogê di navbera pêvajoyekê û karmendekî de amade dike.

Cookies: Parçeyên nivîsê ne, ku malperên ji Internet daxistî (vekirî) li şûna xwe di kompiyûterê ted a dihêlin, da carek dî wan malper bên nasîn.

Cursor: Ew tîrikê li ser monitor e, ku rewshekê aktîv dike, lê ne pêwîst e her wek tîrikekê be, carinan wek kulîlkekê an wêneyekî ye..

Demon: Ew pêvajoya di hinek saziyên karkirinê de ye, ku acetên derveyî wek caper  (printer) dixebitîne. Bêje Demon ku bi îngilîzî (ê gonê, ê neçê) ye, ji (Device Monitor) hatiye û hin caran jî bo her pêvajoyekê di saziya (systema) bingehîn de bi kart ê, bê ku hîç têkilî bi acetekî din re hebe.

– Dedicated mode: Bo systemeke hêminîkirinê tê gotin, ku bi wê rêyê teviya agahiya systemekê tê yekkirin  hajêkirin, bi mebesta ku her pishkdarekî wê systemê wek hev di mafê ketina nav wê xebatê da. Wek van modusan jî, bo adrêskirin û nivisandina fermanên computerê modusên cihênav hene.

Denial-of-Service-attacke: Gava tu hêrişek pirsan an jî agahiyan bişînî dereke xizmetkariyê, ku êdî nema ew dikane bersivan bide, û rê li wî dixetimin.

DgiCeiver: Cara yekê li cîhanê marka radio (Blaupunkt- xala shîn) a almanî kanibû radio yê trumbêlê bi îsharetên Dîgîtal dagire, ku bi wê şêweyê hem deng û hem bihîstina radio bashtir û zelaltir bûye.

Dialer: Ew bernameye ku bi rêya wê kompiyûter telefonê bi kar tîne.

Domain-Name: Navê, ku tu ji xwe re wek navnishana xwe di (www) da hildibijêrî. Lê ev nav nabe du caran hebe an li ba kesan di (www) da hebe, û eger te nav xwast, dê bersiv ji te re vegere, ka ev nav hatiye dayîn an ne.

Download: Bi xwe her „Download“eke tu ji Internetê dadixînî computera xwe agahiyeke, lê bêtir ev bêje bo datayên mezin bi kar tê, wek bernameyekê, gava ew bername bêtir be ji hinde (Mgabyte)yan, dê daxistina wan „downloadkirina“ wan dirêjtir be, bi zûkî teva nabe, lê bi rêya DSL û DSL-XXL  û çareyên wilo nûjen datay leztir dadikevin.

Email an E-mail: Kurtenavê posteyê êlêktronî ye.

Energizer: Parçeyekî Hardwarê computerê ye an jî ew software, ku alîkariyê dike bo naskirina çawaniya bin-systemekê (subsystem) bi kar tê. Amanca wê xebitandinê ewe, ku energizer wê bin-systemê wilo bi kar bîne, da karê wê yê rastîn bi shêweyekî mînakî bîne ber çavan, bi ser ve jî divê, ku energizer binase, ka bin-system çi vekariyê (reaction) nîshan dide gava kiryareke çewt tê de hebe û derkeve pêsh wê.

External Storage: Hembara derveyî ye, her avahiyeke hembarkirinê, ku tê da datay (file) tên paristin û lê bar kirin, lê ciyê wê ne di hindirê computerê da ye, ew bi computerê ve girêdayî ye û ji aliyê wê ve tê vekirin û xwendin. Bi gishtî van pêkevkên wek Band an sêlikan in. Dibe ku hembareke derveyî ji aliyê bêtir computeran ve bite xwendin.  Auxiliary memory navekî dî ye bo hembarên alîkar. Volatile memory jî ew hemara bi bîranînê ye, gava kehrebe (cereyan) ji ser hat birrîn, datayên li ser hatine  bi cih kirin yekser winda dibin, lew re jê re hembara revok tê gotinê. Bo ku kar bigude û raneweste Baterî jê re pêwîstin..Hema (ROM) û (PROM) ji wan hembarên ne revokin (nonvolatile memory). (Shared memory) ew bîrgeha hevreyî ye, ku ji aliyê du pêvajoyan ve tê bi kar anîn. Bîrgeha hevreyî bo dan û standina di navbera pêvajoyan da û -bo nimûne- ji bîrgehên hergavî re (subroutinen) bi kar tê. (Bo vê yekê li parallity binêre).

FAQ: Frequently asked questions: Pirsên, ku pir tên pirskirin.

Firewall: Bernameyeke hatiye avakirin wekî dîwarekî agirî, ku nahêle Vîrûs derbas bibin nav kompiyûterê.

Form Stop: Sênsoreke di çapdarê (PRINTER) de ye, ku xuyanîyekê dide, gava pelên bo çapê di çapdarê de kêm bibin.

Frames: Gellek malperên Web bi rêya perwaz û pencereyan (Frames) hatîne cudakirin û avakirin, bo xweşiktir bixuyin û bo datayên wan asantir bên dîtin.

Freemail-Adress: Li ba hinek provideran (wek GMX an WEB) tu dikarî ji xwe re, bê peyman û xwe pê ve girêdan, navnîshanekê an bêtir ji yekê wek E-mail bistînî, lê gava tu navê xwe li ba wan li defterê xînî, pêwîste tu pir agahiyên kesanî li ser xwe bidî wan, wek (Tu çend saliyî, li kîderê dimînî, mêrî an afretî, çiqas pere mehê distînî, tu hez dikî çi bikirrî an bixwênî..).

Function key: Kabikê tilînivîsê (keyboard) e, ku lêdana wê karekî pêda dike an kodekî dide, bo destpêkirina karekî an bernameyekê.

GPRS: Standarda têldestê ye, ku bi lezînekê (ta 115 Kîlobayt di kitekê de) dikane barbike ûbo avjenîna di Internetê de dikane kar bike.

GPS: Global Positioning System pêdakirinek wezareta berxwedanê ya amerîkî ye, bi rêya satelîtên ku îşaretên GPS ji ezmên dishînin ser rûyê zevînê (erdê), li her derekê, mera dikare ciyê tishtan (wek trumbêlê) binase. Jib o berdestkariya GPS dora 30 Satelît, li bilindiya 20.000 km did or goka zevînê re digerin.

HBCI: Homebanking Computer Interface – Bo bashtirîn hêminîkirina karên bankî ye, bi rêya Internetê. Bi alîkariya Chip-kartekê û acetekî xandinê, ku tu bi computerê xwe ve girê didî tu dikarî îmzeyeke xwe ya dîgîtal bash biparêzî.

Hespê troyanî: wek bernameyek bê ziyan dixuye, lê vîrûsê pêda dike. Ew wek hespê, ku Girîkan ji daran pêda kiribû bo xapandina gelê Troya, û di zikê wî hespî çekdarên wan xwe veşartibûn.

HTML: Hypertext Markup Language. Bo nivîsandina şêweya xuyakirina malperên web tê xebitandin, ku Browser kanibe wan li ser Monîtorverişîne.

Http: ( Hyper Text Transport Protocol) Ev ji bo berdestiya Internetê bi kar tê û rê dide, ku tu kanibî tu biçî ser malperên (World Wide Web).

IAS: Immediate Access Store – Shêweyeke hembarkirinê ye (Store), ku tê da dema pêwîst bo derbasbûna ser ciyekî ji wê serbixwe ye ji derbasbûna berê hatiye kirin. Shêweyeke wilo bêtir bo hembara serejîn (main storage) tê diristkirin.

IMAGE: Navekî din e bo wêne – kopiyeke ji datayên di hembarekê de, ku ewan bi xwe li ciyekî din in.

Interactive mode: Bo berdestiya dialogê bi computerekî din re tê gotinê.

Interrogation: Hinartina îşaretekê, ku bersîvekê vedide. Sîstemek dikare ji acetên wek dest û pêyan biwê ve girêdayî (Bo nimûne:FAX, Scanner an Çapdar) bipirse, ka ew çavrêya barkirina hinek datayan dike an na.Gava pir acetên (pêkarên) wilo yekûyek bên pirskirin, ew pêvajo wek (Polling) tê navkirin, û wan acetên, ku tên pirskirin wek stasiyonên jêpirs tên dîtin.

ISDN: Kurtiya Integrated Services Digital Network e. Nasdaneke navneteweyî ye bo davêntêlêsaziya digital avekirî. ISDN têlên telephone yên hene bi kar tine. Hemî data bi şêweyekî digital tên barkirin û averêkirin.Dema pêwîst bo avakirina pevxistinekê kêmtirî demkitekê ye (1/60 ji deqeyekê) û wilo data pir zûtir ji şêweya analog tên barkirin û hinartin. ISDN-Controller, ISDN-Box, ISDN-Adapter an jî Terminal-Adapter ciyê Modem digirin û pêdivî wilo bi Modem namîne.

ISP: Internet Service Provider. Provider bo endamên li ba xwe  bi cîhkirîne (muşterî) pevxistina bi Internetêve bikar tînin, wek (AOL), Compuserve, Freenet, T-online) û ên din,ku ji wan hene gelek miliyon kes li ba wan bûne endam.

Java, Java-Script, Java Applets: Java zimanekî bernamenivîsandinê ye. Di Browserêda bernamok (Applets) Java tên şirovekirin û bi kar anîn. Fermanên Java jib o Browser bê ziyanin.

Kilît: Pevxistineke matimatîkî ye bo peçandina agahiyan, çareyên nûjen hinek kilîtên veshartî, li gel ên belavkirî, bi kar tînin. Parek ji wê zincîrka matimatîkî bo serpeçandinê ye û parek jî bo servedanê ye.

Kilîtkirin: Bo têkiliyeke hêminiyê bi rêya Internetê li gel Bankê, divê dan û standina agahiyan di navbera computera te û Bankê da bite paristin. Ji wan bernameyên kilîtkirinê HBCI – SET (Secure Electronic Translation) û SSL (Secure Socket Layer) ta niha bash bûn.

Makro virus: Vîrûsekî piçûk e, di nav datayên Word an EXEL de xwe bi cîh dike û astengiyan pêda dike.

Mode: Modus – Bêjeyeke, ku di gelek warên berdestî û faydegirtina systemên Computerê bi kar tê.

Modem: Ev bêjeya pêdakirî ji van herdu bêjeyanhatiye pevxistin: Modulator-Demodulator. Ew şirove dike, modem çi karan dike: îşaretên analog dike datayên digital û tersî wê yekê datayên digital vedigerîne dike îşaretên analog. Van data bi rêya cobarkên telephone tên averêkirin.

Newsgroups: Koçkên dan û standina Internetê ne, bohinek mijaran pirs û agahdayîn hene, ku her yek dikare bersîvan jê re bide an tiştek8 xwe li ser wan binivîse an bibêje,li gor pêşketina teknîka têlêkariyê di wan Newsgroupan de.

OFFICE AUTOMATION: Bo ku Computer bash di berdestiya nivîsgehekê de be, dive bi hinek kar û barên jib o nivîsgehê rabe. Wek: Hembarkirina êlêktironî, saziyên nivisandina metnan, çêkirina grafîkan, hinartina poste, Desktop Publishing, Databank û saziyên bo têlêkariya hevreyî giring in.

Online-Signatur: Imzeya dîgîtal e, wilo kilîtê datayên te di (Web) da dikeve destê te û tenê bi rêya (Code) dij bi sextebûnê tê ji hev derxistin, û ji ber ku hin kes hene dikarin E-mailên te, bê ku mafê wan hebe, bixwênin, çêtir e tu jî bi rêya bernameyeke codekirinê E-mailên xwe bishînî. Ji ber dizan, wek dibêjin “Dîwar bi guhin”, Bill Gate li vê dawiyê ji neçarî E-mailên xwe dike bin kutik û kilîtan. Yek ji bername yên kilîtkirinê yên bêpere (FREE) û pir belavbûyî: (Pretly Good Privacy) ye, tu dikarî di (www.pgpi.org) da lê bigerî.

Parallel: Bi hev re barkirin an bi kar anîna parçeyên tevayekî, wek (bit) ên tîpekê.

Patch: Bernameyek e biçûk e, ku ji Internetê tê daxistin, bo rakirina shashyekê…Guhartinên ku di bernameyekê de tên kirin bo rakirina an rastkirina çewtiyên ku bi karanîna bernameyê re derketine hole, tae w bername bi zimanekî bilind jî hatibe nivîsandin. Di tecrubekirina bernamyeê de hinek çewtiyên din derdikevin pêş bernamenivîs û ew bi rêya patchkirinê bi asanî, bi zûkî û bi hêminî wan ji ortê radike an rastdike û berî Kompaylekirina dawîn wan guhartinan di têkstê çavkanîyê bernameyê de qelemdike û diparize.

Peer – to – peer (P2P): Tu di Computerê yekî din de li strana, ku tu dixwazî digerî, û wê stranê ji xwe re li ba xwe dadigirî.

PIN: Jimare ya nasnameya kesanî ye li ba bankê, bi vê jimareya veshartî, tu dikarî derbas bî kontoya xwe û xebata ku dixwazî di wir de bikî. PIN bo defterkirina nasnameya kesanî di Internetê de jî bi kar tê.

Portal: Pelikên serekîn ên (dergahên) mezin di Internetê de. Ew derbasbûna nav gellek laperên din amade dikin, û wilo asaniyeke bêtir di cîhana Internetê de çêbûye. Bi rêya Portalan tu diçî ser malperên diravkirinê, kêf û xweşiyê, firoşkariyê, agahdariyê, ger û rêwîtiyê, lîsk û gelek warên din ê zanîn û kanînê.

PROM: Kurtenav e bo : Programm –able Read- Only Memory.

Prompt: Ew agahiya, ku ji pêvajoyekê bo karhênerê wê diçe, ku pêvejo ji karhênerî ra çavrêya hinek datayan dike. Prompt bi gelemperî xuya dike çi datayên pêwîst ji aliyê pêvajoyê ve hatine çavkirin (çavrêkirin).

Query by Example: Wan pirsên ku li ser monîtorê di çavikên amadekirî de dixuyin û li gel nimûneyên vekirî, ku têne bo tijîkirinê ne, derdikevin pêş karmend, ew bi asanî dikare bersîvan diwan çavikan de bide.

RACE: Kurtiya (Research and Development in Advanced Comminication Technologies for Europe- Bi Kurdî: Lêkolîn û pêşxistina di ware teknîkên pêşkeftî yên têlêkariyê bo Ewrûpa) Ew hevsaziyeke ku tê de 300 saziyên ji aliyê EG (Yekitiya Ewrûpî) ve tê diravkirin.

RDS: Radio Data System Gelek agahî li gel hev bardike. Bo nimûne, di radio da ew dihêle, ku nave stationa radio li ser display derkeve, dam era bizane, em li ser kijan radioyê guhdar dikin. Li welatên pêshkeftî, ku herdem dibe rêyek bi trumbêlan bixetime, ew system agahiyan li ser girêfbûna trafîkê dide guhdaran.

Reader, Mailer, Mailprogramm: Bernameya bo xwendin û nivisandina e-mailan, bo PC, we Outlook a Microsoft.

Router: Ew acet û bernameya, ku pevxistina êlêktronî di navbera du an gelek kompiyûtran da û malperekê da bi cîh tîne.

Selector: Ew acet e an bername ye, gava ku jê re nîshaneke êlêktronî tê rewshekê diguhêre an deriyekî ji wê nîshanê re vedike.

Separator: Sîmbolên, ku fermanên di zimanekî bernamenivisandinê ji hev cihê dike, wek nofirkan di bernameyê de cî digirin. Bo nimûne: Bihnoka bi xal (fasîleya bi xal) di zimanê Algol de.

Serial: Barkirin an bi karkirina her parçeyekî tevayekî li pey hev û din.

Serial-Parallel: Karkirina yek û yek û karkirina bi hev re di yek pêvajoyekê de, wek çawa zincîrên çar rêzikî yên 4-Bit-yekaniyan. Jji aliyekî ve hemi rêz bi hev re dikevin xebitandinê, lê di her rêzekê de (Bit) li pey hev tên karkirinê.

Server: Computera navendî ye, ku computerên din li gel wê dikevin têkiliyê. Di shebekeyekê (Network) de ew bo têkelan bername (Programm) û datan amade dike.

SMS: Short Message Service – Berdestiya kurtenameyan e,ku agahî bi rêya têldestan (Handys) tê hinartin. Mixabin hinartina agahiyan bi rêya têldestê piçekî tewatê dixwaze,ji ber ku pêwîste tîp bi tîp bite nivîsandin û tenê bo 160 tîpan bergeh heye an piçekî bêtir (Valahiyên nav bêjeyan jî tênjimartin). Bo vê yekê kod (code) li ciyê hinek bêje û pevekanbi kar tên,û bi tabe bo diyarkirina hîs û xişûşaên mirovî, ku di nameya êlêktronî de xuya nabin.

Spam: E-mailên ku mirov naxwaze lê dîsa jî tên. Ew peyv ji henekvaniyeke Monty Python hatiye. Gelek fîrm bo firotina berhemên xwe nameyan bo her kesekî dişînin, ewan bixwazin an nexwazin.

SSL: Secure Socket Layer – Têkiliya serpeçinî, wek ya homebanking, têkiliya ji mal da an ji ciyê kar da bi bankekê re, bi rêya kompiyûterê.

Stand – alone: Her Hard-an softwarekê, ku bê pêkevê yekê din bin û karibe bi karê xwe rabe, jê re Stand- alone tê bi kar anîn.

Store: Hembarkirin (xeznekirin) a datayan an tishtan bi cûrecûre teheran.

TAN: Livbaziyeke averêkirina xebatên te yên bankî ye bi rêya Internetê, wek hinartina pereyan bo derekê. Ew her carê, bo her hinartinekê tê guhartin, lê bi rêya (HBI) ew TAN bi kar naye.

TASK: Navekî dî ye bo karekî (job) an jî pêvajoyekê (Process). Gava karek (job) ji yek pêvajoyê be, wilo ciyawazî di navbera wan de namîne û herdu bi (TASK) tên navkirin, lê gava bêtir ji taskekê bi hev re bên rêxistin, hîngê jêre (Multitasking) tê gotin.

Termination: Dawiya bikaranîna pêvaçûnekê ye, ku bi tevayî ta dawiyê bi ser ketiye. Ew normal diçe serî gava ji aliyê sîstema bingehîn ve pirs jê tê kirin, ka ew pêvajo giha dawiyê an ne.

TMC: Traffic Message Channel xebatek teknîkî ye, ku di ber weshandina bernameyên radio re, dikare agahiyan li ser trafîkê jî bishîne radio (Naye bihîstin). Bi wê shêweyê sîstemên navîgasiyonê di trumbêlan da bi agahiyên nû tên dagirtin.

TOPS: Bo terminal Operating System tê gotin. Yek ji sîstemên pirbernameyî ye, ku li ser kompiyûterên mezin ên (MDEC) bi kart ê û sîstemên (DEC-10) û (DEC-20) tê de hatine barkirin.

Touch-Screen: Li ciyê ku tu mishkokê bi kar bînî, tu dikarî tiliya xwe an pênûsekî taybet deynî ser ciyekî ji Monîtorê û bi wê yekê guhartinê di bername û pencereyan de pêda bikî.

TRACE Program: Ew bernameye, ku têraçûna sîstema sofwarekî berçav dike, agahiyan li çawabûna dînamîkî ya wê bernameyê bi şêweya rêçekê (TRACE) wekî protokolekê gav bi gav li ser teviya gavên ku hatine avêtin, amade dike.

UMS: United Messaging Service – Tevdêreke têlêkariya yekbûyî ye, ku bi rêya wê hemî kenalên agahiya êlêktronî bi hev û din ve tên girêdan, her tishtekî di computerekê de bo yên din tê amadekirin û vekirin. Bi vê yekê tu dikarî E-mailên xwe wek Fax bishînî.

Upload: Gava tu datayan ji kompiyûterê xwe hildidî Server û dişînî Internetê, ev kar bi Upload tê navkirin, lê bi piranî ew bo nivîsandina adrêsekê di xana adrêsan de (di browser de) bo daxistina wêadrêsê, tê gotin.

URL: Uniform Resource Locator – Teviya adrêsa dokumentekê ye di Internetê da, wek: http://www.compuserve.com/portal/index.htm

Virus: Sala 1984 ev peyv ji dev Fred Cohen di semînarekê de derket. Ew dikeve nav bernameyekê, xwe bi wêre pirtir û firehtir dike.

WAP: Wireless Application Protocol – Derbasbûna nav Internetê bi rêya têldestê (Handy) ye. Tu dikarî bi rêya WAP li bankên online jî têkevî têkiliyê.

Wurm: Virûsek e (Kurmekê êlêktronî ye), ku wek bernameyek bi seriyê xwe kardike û di teviya dava êlêktronî da xwe belav dike.

WWW: Kurtkirina (World Wide Web) e, ku hêjatirîn saziya agahiya computerê ye li teviya cîhanê.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s