“Baronê Diz û Keleşan”

Cankurd

Ne tenê polîtolog û dûroknas û rojnamevanan bêmafî li neteweya Kurd kirine. Zanyarên arxiyolocî jî di vê bêdadî û vê bêmafiyê de xudanên para xwe ne.

Weku Mehrdad Izady, ji Zankoya Harvardê, di lêkolînek xwe ya hêja de, li ser Keleha Yezdîgurdê, ku ji aliyê kovara “Kurdya, hejmar 7, Okt. 1995” ve bi Almanî hatiye belavkirin, E.J. Keal jî, ku wek arxiyolocekî zana û navdar e, di orta salên şêstî yên sedsala çûyî de, bêmafiyek li ser neteweya Kurd qelem kiriye. Keleha Yezdîgurdê li jêriya rojhilatê Kurdistanê ye, dikeve bakurê bajêrê Serpolî Zohabê û bi ser rêya hevrîşmê ya navdar de dinêre.

E.J.Keal ji aliyê mûsiyûma şahanî ya zankoya Ontario (Kanada) ve hatiye şandin, bo li derdora wa keleha kevnare lêgerîn û kolanê bike. Di wan kar û barên xwe de, Keal pêrgî çandeke avahiya pir pêşkeftî, hinde burc û xanî û qesrek balkêş hatiye. Wek diyar dibe, ew avahî ji dawiya dema Parthan de (226 B. Z.) maye. Mixabin gelek kevir û stûn û bermayên wê kelehê ji aliyê gundiyan ve bo avakirina mal û sincan hatine hilkirin û şikandin û bi karanîn. Wilo jî parek mezin ji wê kelepora kurdî ya mêjoyî û giring hatiye mehfkirin.

Ji nav wan neqşên ku Keal ser wan vedaye, rûyên bi rûpêçkên (maskên) lîskvanên şano jî hene, ku nîşana şanogeriyek kevnare ya Kurdistanê ne. Ew guman a ku dema Parthan a dawiyê tenê dema ceng û herifandinê bû, bi dîtina van destkeftiyan re ji ortê radibe.

Li keleha Yezdîgurdê, ji hîm û pût û avahiya kelehî pê ve, pereyên madenî jî hatîne dîtin, ku li ser wan neqşên balkêş hene, û diyar dikin, ku şahekî nenas li sikexistina wan pereyan bi xwe berçav kiriye. Li ser dîwarê kelehê jî rûyê wî şahî ji aliyê pêş ve hatiye neqişkirin. Ew pere li teviya herêma çiyayî ya kurdî belavbû bû û wilo jînek aborî ya yekanî bi xwe re pêda kiribû.Hema ne diyar e, ka wî şahî keleha Yezdîgurdê bi xwe avakiriye an ne. Lê derxistina pere nîşana deselatiyek serbixwe ye di wa dema zû de. Dibe jî ew şahê nenas bavê an bavpîrê şahê Heftan Buxt bû. Heftan Buxt şahekî bi zor û hêz bû û ji malbata Kirm (an Kram) a şahanî ya hêzdar bû, ku li herêma Kirmanşah û Hawraman a niha ye.

Ev şahê buxtî bêtir ji 2 salan ketibû berxwedan û kosiyek qehremanî li hember hêrişên avakarê çarçiva çandeyî ya Farsî-Sasanî Erdeşîrê yekemîn. Heftan Buxt kurêd xwe wek cîgir û karbidest li navçeyên çiyayî yên wan herêman belav kiribû, û wan fermanêd wî bi cih dihanîn û deselatdariya wî diparistin.

Herifandin û talankirina keleha Yezdîgurdê di kijan demê de çêbûye baş ne diyar e, lê em dikanin ji kronîka Erdeşîrê yekê “Karnamak” têbigihîn, ku ew herifandin di navbera 224 û 226 ê B.Z. de çêbûye.

Di kronîka Karnamak de li ser bêjeya “Kurd” vedigere çavkaniyek farsî ya berî Islamê. Kurd pircarkî bo binavkirina rûniştvanên çiyayî yên Zagros bi kar tê. Ji wan jî Mad, Sanak, Hekar, Mûkran û Kram…Wilo ew herêmek fireh digire ku ji Barzan de ta bi Kirmanşah diçe. Em dikanin ji jêderên dûrokî têbigihin, ku dema hilweşandina keleha Yezdîgurdê de, li wan herêmên çiyayî tenha “Kurd” wek netewekê dijiyan. Ji ber vê yekê jî, ne dûr e, ku keleha Yedîgirdê ji aliyê wan Kurdan ve hatibû avakirin.

Kumê kulavî yê tûjik, ku li ser neqşan hatiye dîtin, weku çawa di mûsiyûma kurdî de li New Yorkê tê dîtinê, ne dûr e ji kumên kulavî yên kurdên êzîdî, û firindê şahanî yê di neqşên şikeftên Taq Bûstan de li nêzîka Kirmanşahê hatiye dîtin, û ji dema Xisroyê duwemîn ve maye, ne dûr e ji Anzoyê “Enzalê” êzîdî ye, ku li ba van Kurdan şêweyek ji pêriyan e, û stûnên çarkoşeyî yên mezin jî ji çandeya ezdahî ya kevnare ne dûrin.

Mixabin, tevî van destkeftiyên şaristanî yên balkêş û berçav, hêja Keal, bê ku belgeyekê an egerek bi cih kirî bîne, ew şahê keleha Yezdîgurdê bi “Baronê diz û keleşan” navdike. Ev jî bêmafiyek mezin e bi çandeyek mirovatiyê ya kevnare û bêbextiyek li ser gelê Kurd, ku ji aliyê arxiyolociyekî navdar ve hatiye kirin.

Diyare – li gor dîtina Mihrdad Izady– ew bi ferhenga “Oxford Standard Dictionary” gelek hiker bûye, ji ber ku ew qamûs Kurdan wek “neteweyek cotkar a talankar” bi navdike. Ev nêrîna nebaş a li ser Kurdan paş demekê bi bizav û keftelefta Mala Kurdî li New Yorkê piçekî hatiye guhartin. Lê pir pêwîst e, ku arxiyolocên kurd bizava xwe bikin, da bi cih bikin, ku ew şahê nenasê keleha Yezdîgurdê xistibû bin deselatdariya xwe, ne baronekî diz û keleşan bû, ew şahekî ji şahên Kurdan bû û xudanê çandeyek şaristanî ya pêşkeftî bû.

___________________________________________________________

Binêr:

– E.J. Keal, a persion castle on the Silk roads, in Silk roads chinaships, J. Vollmers and E.J. Keal. Toronto, Royal Ontario Museum 1993.

– Karnamakî Ertexşîrî Papakan, V-X.

– Kurdya, hejmar 7, Okt. 1995.

– Kurdish Life, Nr. 6, 1993 NY.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s