Wekanî di helbesta kurdî ya klasîkî de

  • Cankurd
    31. Oktober 2009
    Wekanî di nav peyv û pevekên me yên pexşanê de, her roj û her şev derbas dibin. Em Wekaniyê gelek bi kar tînin, ku Kurdên Soran jêre „Lêkçûn“ dibêjin û Ereb jê re „Teşbîh“ dibêjin.
    Bo nimûne:
    „Dilê min ji min re got.“
    Di vir de min dilê xwe kir wekî mirovekî, ku dipeyive, tevî ku bo dil ne dev û lêv hene. Ev wekanî ye, hema têde acetê “pêkarê” wekaniyê nîne. Ew pêkar jî eve: WEK (Wekî)…
    Kurmanc li şûna acetê „pêkarê“ Wek (wekî, weke, weku) hinek pêkarên dî jî bi kar tînin, û hinde caran pêkarên ne kurdî jî, emê li xarê bên ser wan.
    Wekî me di efsane û çêrokan de bihîstiye, şûrê cenabê Îmam „rêber“ Elî Bin Ebî Talêb, Xwedê rûyê wî rûmetdar bike, neçelî bû. Bi wateya du tîjkên şûrê wî hebûn. Gava ez dibêjim: „Rustem dilneçel e.“ Ez Rustem hem wekî mirovekî pir wêrek didim xuyakirin û hem jî dilê wî wekî şûrê hezretî Elî dikim. Eve Wekanî yeke duqatî ye û bê pêkarê wekaniyê ye.
    Carina jî wekanî di şêweyê pirsekê de ditê, wekî di vir de:
    “Qey ev ker e, lo?”
    Xudanê guftarê dixwaze yekî wekî kerekî bide diyarkirin, hema ew peveka xwe bi şêweyê pirsê û bê acetê wekaniyê lêdike, da gotina wî piçekî nermtir derbas be…
    Ji xwe peveka Wekanî, bi pêkar (acet) be an bê acet, yek wate jê tê xwestin, ewe ku navê wekaniyê wekî tiştekî dî bide xuyakirin.
    Rûyê yarê sêveke (Rûyê yarê: Navê wekaniyê ye) (Sêv: Lêkçûyî ye) (Acetê wekaniyê nîne)
    Rûyê yarê wekî sêvekê ye (Di vê pevekê de hersê parê peveka wekaniyê hene)
    Carina jî mirov di pevekeke dirêj de wekaniyê bi kar tîne, ku di xwendin an bihîstina pevekê re mirov dizane çi bi çi hatiye wekîhevkirin. Bo nimûne:
    „Rovî devê xwe da ber guhê Zeyniddîn û bo wî fort û derew li ser Mem û Zînê kirin.“
    Di vir de nageh Beko yê Ewan tête bîra me, ku li ba mîr Zeyniddîn fesadî dikir, da navbera Memê Alan û yara wî Zînê biherifîne…Ew ne rovî yê çolan e ku devê xwe daye ber guhê şehzadeyê me, ew „şalyarê“ wî Beko yê Ewan bi xwe ye… Di va peveka wekaniyê de jî acetê wekaniyê bikar nehatiye…
    Di helbesteke Şêx Nûreddîn Birîfkanî wekaniyeke mîna nimûneya pêşîn me aniye heye, ku ew dil wekî şah û mîr dike û govde wekî destegîrekî jêre dibîne:
    Dil bi xwe şahê emîr e
    Ev cesed jêra esîr e (r.21)
    [Şêx Nûreddîn Birîfkanî- 1791 – 1850, 1991 Hewlêr, çapxaneya çand û ciwanan, civandina dîwanê û lêkolîn: Şêx Wehîdiddîn Birîfkanî]
    Bi kar anîna Wekaniyê bê pêkarê wê di gelek helbestên me yên klasîkî de heye, ji wan jî, li ba Ehmedê Nalbend (Muxlis), ku rewşa xwe ya bêjiniyê wekî gorekê û wekî telqîna miriyekî dide der:
    Jineka baş û belaş me divêtin
    Qet nebêjin ku eve yarîne
    Ez neşêm hebit her şev
    Bê jinî qebre, telqîne (r. 46)
    Li vir jî jinê dike kew û dilê wî ji ber gotin û bihîstina gelek helbestan wekî mirovekî êdî qelew bûye:
    Bê dil me nînin xewn û xew
    Derbûn birîne û nîne kew
    Şî’ra me dil pê bûn qelew
    Ez çûm semaê çavniqîn (r.204)
    [ Ehmedê Nalbend (Muxlis), berhevkirina xalid Husên Yaqûb, Emîndariya giştî ya roşenbîrî lawan, 1989, çapxan Somer)
    Carina navê wekaniyê tew naye lêvkirin, hema mirov dizane ku di pevekê de wekaniyek heye, nimûneya wê van du rêzikên helbestî yên Şêx Mihemd Can (Xakî):
    Weqtê ku bima tenê însan
    Baran dirijî ji ewrê Nîsan (r. 71)
    Dema Leyl dûrî mirovan dima, ji ber dildarî û evîndariya xwe, hêsir wekî barana meha Nîsanê ji çavên wê dibarîn. Em dibînin ku navê wekaniyê (hêsir) ji pevekê hatiye avêtin, lê em dizanin ku mebesta helbestvan ji barana Nîsanê di vir de hêsir ên Leylê ne.
    Şêx Eskerî jî di “Îqdê Durfam” de dibêje:
    Du şêran pence bir sîne dirandin
    Dil û hestî hemî pêkve helandin (r.32)
    Mebesta hozanvanê me ji (Du şêran) herdu çavên dilber in ku penc avêtine û sîngê wî çirandine.
    [Şêx Eskerî (1898-1952), Îqdê Durfam, Tîpwergerandina Zeynilabidîn Zinar, Weşanên Apec-tryck& Förlag, Spanga, Swêd,1991]
    Carina jî tersî wê yekê nave lêkçûyî di wekaniyê de hatiye rakirin, nimûneya wê van du rêzikên helbestî yên Xakî ne:
    Bulbul ku ji xunçeyê qetandin
    Ah û keseran çiya helandin (r. 39)
    Li vir çiya wekî mirovan ji ber dûrketinê bi ah û keser in. Navê wekaniyê heye, hema acetê wekaniyê û navê lêkçûyî hatîne rakirin…
    [Şêx Mihemed Can (Xakî)(1858-1909), dastana Leyl û Mecnûn, Pencînar- Weşanxaneya Çanda Kurdî, Stockholm, Swêd, sala 1992]
    Wekî me di serî de gotibû, Kurmanc li şûna acetê „pêkarê“ Wek (wekî, weke, weku) hinek pêkarên dî jî bi kar tînin, ji wan jî : Mîna, nola, çu, çun, manendî…û hinde caran pêkarên ne kurdî jî bi kar tînin: Şiklê, teşbîhê, şubhê, mîsalê, mîslê…ku ji Erebî hatîne û di nav zimanê me de mayîne…
    Di helbesta kurdî de, van heme pêkarên wekaniyê bi kar hatîne.
    Wek (wekî,weke, weku):
    Şêx Eskerî dibêje:
    Yetîmê diltijî pur hesret û derd
    Ji girye û zariyan bûye (wekî) erd (r. 118) [Iqdê Durfam]
    Li ciyekî dî dibêje:
    Ji destan ketye golê masiyê qot
    (Wekî) fîlê xizan ma qeşmer û rût (r. 148) [Iqdê Durfam]
    Şêx Mihemed Can (Xakî) li ser Kurdan dibêje:
    Her mêrê di wan de ejdiya ye
    Nêv Rom û Ereb (wekî) çiya ye (r. 27) [Leyl û Mecnûn]
    Em dibînin ku Xakî di rêza jorîn de wekanî bê acetê wê aniye û di rêza jêrîn de acetê (Wekî) bi kar anîne. Ev guhartinjî helbestê xweşiktir dike…
    Di gelek ciyên dî de jî (wekî) bi kar tîne, hema carina dest davêje acetên Erebî jî. Lê di vir de (wek) li şûna (wekî) bi kar aniye:
    Bû h’erb û serî ji hev pekandin
    (Wek) belgê şecer cesed weşandin (r. 81) [Leyl û Mecnûn]
    [H’erb bi Erebî ye: Ceng, Şecer: Dar, Cesed: Govde û laş]

    Manendî:
    Şêx Nûreddîn Birîfkanî dibêje:
    (Manende) yê Mêşane ew
    Serî di xwe kîşane ew
    Hemya ji ber êşane ew
    Dunya ji ber bê keyfîye (r. 65)
    Şêx Mihemed Can (Xakî) dibêje:
    Go: Wa ye le ber derê mux’arê
    (Manendî) durrê di nav x’ubarê (r.115) [di dastana Leyl û Mecnûn de]
    [Mux’are bi Erebîye: Şikeft, x’ubar: Toz]
    Bi wateya ku ew mîna durreyeke di nav toza axê de dixuye.
    Çu:
    Şêx Evdirehmanê Axtepî di Rewdineîm de dibêje:
    (Çu) Îskenderî serteser a’lemê
    Bikî qebze û mulkê xwe tu hemî (r.115)
    [Qebze bi Erebî ye: Mista destî, Mulk: Dêrîn]
    Di ciyekî dî de jî dibêje:
    (Çu) Mewla kirî şahê însan û can
    Îmamet tu bikî ji bo cumlekan (r.180)
    [Mebest ji Mewla li vir cenabê pêxembere. Îmamet:Rêberî. Cumlekan: Tevan]
    An jî li vir:
    (Çu) wî kelbê eshabê kehf û reqîm
    Digel xubsê eslê necaset zemîm (r.393)
    [Bi wateya wekî segê xudanên şikeftê, ku çêroka wan di Qurana pîroz de hatiye]
    Lê carina li ciyê (Çu) (Çun) tê nivîsandin û bi karanîn,wek di vir de:
    Bi deryûze û parsekî (çun) geda
    Medihxwan veweste li babê huda (r. 394)
    [ Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1905), Rewdineîm, Zyenulabidin Zinar, Yekitiya Nivîskarên Kurd-1991, Stockholm, Swêd]
    Em dibînin ku (çun) jî bi wateya (wek) hatiye, hema pêwîste em (Çu û Çû) (Çun û Çûn) ji ser hev derxînin, lora ku (Çû) bi wateya cîhê xwe hêla (Bi Soranî: Roşt) û çûn gava bêtir ji yekî biçe…Nabe em li şûna (çû an çûn) (çu an çun) bi nivîsin an tersî wan…
    Gava em li helbestên me yên kevnare binêrin, emê bibînin ku helbestvanên me gelek şêweyêna cetên „pêkarên“ wekaniyê bi kar anîne,wekî:
    Dengê wî hukum dikir li Leylê
    Hêsir diwerî bi (mîslê) seylê (r.40) [Xakî: Leyl û Mecnûn]
    Wan xweş dikirin sefa û suhbet
    Nav gulşenê (mislê) avê cennet (r. 76) [Xakî: Leyl û Mecnûn]
    Wî ahî dikir û dida hewaran
    Herçî dibihîstî (şubê) baran (r. 52) [Xakî: Leyl û Mecnûn]
    Leşkerê wî bi (şubhê) qûmê beh’ran
    Xuddamî (wekî) nebatê seh‘ran (r. 72) [Xakî: Leyl û Mecnûn]
    Yek (şubhetê) min ku bû perîşan
    Daîm li çiya û çol e îskan (r. 74) [Xakî: Leyl û Mecnûn]
    Leylê bi (mîsalê) durrê yekta
    Bêmisl, û qerîne, nîne hemta (r.75) [Xakî: Leyl û Mecnûn]
    Wekî dixuye, li ba helbestvanên me yên klasîkî bi karanîna zimanên biyanî û bi taybetî yê Erebî tiştekî hezkirî bû, û egera wê jî ola wan bû, lê naye wê yekê, ku yek bibêje wan Kurdî baş nedizanîn an zimanê kurdî teng e…Na…na..na…hem ewana Kurd bûn, Kurdîhez û welatperwer bûn û hem jî wan baş bi Kurdî dizanîn. Gelek ji wan êş û nalîna xwe anîne zimên li ser rewşa ziman û helbestvan û gelê Kurd, û di helbestên wan de eve baş diyare, û gava em peyvên kurdî yên di helbestên me yên klasîkî de bicivînin, emê ferhengeke baş jê pêda bikin…

    • 20 November 2009
Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s