Serxwebûn û Autonomî

Cankurd, August 25, 2010 Gava Josêf Stalîn, di cenga cîhanî ya duwê de, binzor bûye, ku li hember hêrişên leşkerên Hitler di Rûsiya de çareyekê bibîne, ew bi Winston Churchel, serekwezîrê Brîtaniya, û Rosefelt, serokê Amerîka re bicive û bi wan re bigihe lihevkirinekê bo roxandina hêrişbaziya Naziyan û deselatdariya wan di Almaniya de. Brîtaniya û Amerîka neyarên Komonîzmê bûn. Stalîn ji gelên Sovyêt re da xuyakirin, ku ev peyman di navbera wî û wan “Neyaran” de, rê li ber têkoşîna Komonîstiyê li dij Împeryalîzmê nagire. Têkoşîna wî li hember welatên kedxwarên keda karkiran in wê bigude, ranaweste. Gava Îsraîl sala 1982ê avêtiye ser Lubnanê û (PLO) binzor bûye, ku ji bajêrê Beyrûtê derkeve, Yasêr Arafat û serokatiya (PLO) koçkirine Tunisê, Araft ji gelê xwe re û ji teviya cîhanê re da xuyakirin, ku ew ji armancên xwe yên neteweyî, ji rizgarkirina teviya Filistînê, ji çemê Urdun de ta bi zireyê navîn ê sipî, danakeve. Tevî ku wî û (PLO) bi giş saziyên xwe ve, avakirina dewleteke filistînî di Gazza û di keviya rojavayî ya çemê Urdun de (Difelxerbiye), pejirandin, hema di her delîveyekê de, wî û peyrewên wî jî didan nasîn, ku duruşma rizgarkirina teviya Filistînê wê her bimîne daliqandî, û her kesê filistînî ku dixwast (PLO) ji wê duruşmê dakeve wekî “Xayînekî” neteweya Filistînê dihate tawanbarkirin û kuştin. Ta niha jî kesekî filistînî newêre bi aşkereyî wê duruşmê wekî şaşî an çewtî bide xuyakirin. Gava li ser aştiyê dipeyivin, ewana bizava xwe dikin, ku civaka navneteweyî nexeyidînin, wî bixapînin û biser xwe ve bînin, lê di nav xwe de, û li ber gelê xwe ji “Rizgarkirina teviya zevînê filistînî” danakevin. Eve rastiyeke, ku Îsraîliyan pir dixeyidîne. Gava Ayetullah Xumeynî di cenga Îraqî-Îranî de, ku Seddam Husên sala 1980ê dest pêkiriye, westiya û leşkerên wî li ser sînor û serhedên Îraqê bi gaz û Napal û bombeyan dihatin qelandin, ew binzor bû ku projeya rawestandina cengê û pêdakirina aştiyê di navbera xwe û Seddam de bipejirîne, hema wî got:”Ez binzor bûme, ku vê jehrê vexum.” Ayetullah Xumeynî xwast bi wê gotinê bo gelên Îranê û bo cîhanê bide xuyakirin, ku ew aştiyê bi Seddam re tenê ji neçariyê dipejirîne. Gava rêberê mezin, pêşmergeyê qehreman, Mustefa Barzanî, sala 1975ê, binzor bûye şorişê rawestîne, ji ber ku mercên nêvneteweyî ne li aliyê wî bûn, û peymana Şahê Îranê bi Sedam Husênê Îraqê re, ku li Cezaîrê, bi pejirandina Sovyêt û Amerîka çêbûye, Barzanî yê nemir got:”Sira min di rêberiya gelê Kurd de nema, hema gelê Kurd wê ji nav xwe serokatiyeke nû pêda bike û têkoşîna xwe bo mafên xwe bigudîne.” Mixabin, sed carî mixabin, li bakurê Kurdistanê ne wilo ye. Dahatin ji duruşma Serxwebûnê, tevî em giş dizanin, ku eve ji jarbûna PKK ye, ne ji rastbûna çareseriyê ye, di nav gelê me de wekî serkeftineke dûrokî ya gelek mezin têye firotin û gelek çepiklêderên roşenbîr jê re li çepikan didin, û dibêjin ku hişê serokê me yê girtî kanî bû “rastiya axaza bilind a gelê Kurd, ku Autonomî ye, deyne ser maseyê!.” Birano, xûşkino! Qey gelê me qeşmerê we ye, ku hûn pê bilîzin an henekên xwe pê bikin? Em dizanin, ku ev guhartina duruşmê, ji “Serxwebûnê” bo “Autonomiyê” dibin çi mercê xweyî û mijareyî de çêbûye, em dipejirînin jî, ku gelê me niha bi vê pileyê ji mafên xwe yên neteweyî qayîl be, hema ne ji ber ku “Serxwebûn” a wî û avakirina dewleteke kurdî “Xewn” e an jî “Çewt” e. Gelê me yê Kurd xudan maf e, ku têkoşîna xwe bo standina serxwebûnê bigudîne, PKK bixwaze an nexwaze, bike an neke, hebe an tune be. Dibe ku yek bibêje:”Vaye li parçeyên dî yên Kurdistanê jî kesekî hişdar serxwebûn nexwastiye!” Erê, dibe eve rast be, hema kesekî ji wan negotiye “Serxwebûn” û pişt re “Autonomî”, kesekî wilo wekî PKK pêl rovikên gelê Kurd nekiriye bo serxwebûnê, û dawî bê ku poşmanî an şaşiya xwe bîne zimên, ji me re “Autonomî” bike birûsklêdaneke rohanî û ronahî, ku pêwîste gel ji bo wê baweriyêa nûjen gulweşînê ji PKK re bike. Erê, rast e ku serakê başûrê Kurdistanê, Kak Masûd Barzanî jî di teviya têkoşîna xwe de bo “Autonomî” xebitiye, pişt re gava delîve lêhat, rabû sîstema “fedela” xwast, hema hîç carekê Kak Masûd Barzanî negotiye û nabêje ku “Serxwebûn” ne daxwaza gelê Kurd e. Hêja Ebdullah Öcalan ji roja hatiye girtin de dij bi serxwebûnê peyiviye û hîn jî dipeyive. Tenha ewê dilkor ciyawaziyê di navbera herdu helwêstan de nabîne. Ez, wekî Kurdekî ku hezdikim xûnrêtina law û kiçên me Kurdan raweste, gelê me vegere nav gund û zeviyên xwe, û jiyaneke di azadî, aştî û dadmendiya civakî de avabike, vê guhartinê di agenda axaza neteweyî de li bakurê Kurdistanê dipejirînim, û wê di nav mercên navneteweyî û kurdistanî de bi serkeve, hema ez napejirînim, ku kesek, kî dibe bila be, ji me re strana “Mirina axaza serxwebûnê” di nav gelê me bistirê. Bila bibêjin: “Em nikanin….Eve hêz û kanîna me…Em westiyan û dunya li seriyên me teng bûye…An jî: Wilo baştire niha…” hema mafê çi saziyekê, serokekî, an mirîdekî serokan nîne, ku bi boyaxa xwe va duruşma pîroz a di dilê gelê me de ye, û bi sedan sal di ber de xûnalaw û dotên xwe daye, reş bike. • Herbijî Kurd, herbijî Serxwebûn.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s