Pêdaçûn di helbesta kurdî ya klasîkî de-2

  • Cankurd
    09.08.2009
    Pêdaçûn „Mubalexe“, ku bi Almanî jêre „Hyperbel“ dibêjin, û me para pêşîn ji vê lêkolînê li ser wê yekê di dastana Melayê Cezîrî de nivîsandiye, li ba şêxê helbestvaniya kurdî, Ehmedê Xanî jî pir bi kar tê.
    Ew di rewşdayîna Mîrê Botan de, di dastana „Mem û zîn“ de,wilo dibêje:
    Mecmûe’yê mumkînat û meqsûd
    Wacib kirbûn li nik wî mewcûd
    Di vir de teviya dibeyan û giş mebestan di kesaniya mîr de hene, eve jî pêdaçûneke kin û kurt û pir xort e, bi zanatî hatiye, lê di rastîniyê de nakeve hişan.
    Li ser koçka mîr û li ser hêla h’eremê vê dibêje:
    Sehna he’remê ji nazenînan
    Cennet tejî bû ji h’orê e’ynan
    H’oriyê wî di cennetê gelek bûn
    Xulamêd wî h’ezretê melek bûn
    Li ba Mîrê Botan, li gorî helbesta Ehmedê Xanî, behişteke tijî „h’orile’yn“ heye, ku heta xulmanêd wî jî dibine hezretên melekan…
    Li ser Zînê û xûşka wê Sitiyê vê ciwankirin û lewendkirinê dubare dike, balatir û xweşiktir li qelem dixîne, ew dibêje:
    Yek esmer û ya duyê zerî bû
    Yek h’orî û ya duyê perî bû
    Gerden te digo di destê saqî
    Qarore ye por şeraba baqî
    Yan şubhetê şîşeya nebatê
    Yan menbea’ kahniya heyatê
    Ew herdu wekî du şebçiraxan
    Gava dimeşîne bax û raxan
    Nalan dikirin cemad û h’eywan
    Talan dikirin nebat û însan
    (Qarore: şîşe ye, mebea‘: bi Erebî ye: jêdera kaniyê, cemad: bi Erebî ye: Bê can.)
    Van rewştên ku di vir de hene, bi tevayî pêdaçûn in helbestî ne, di rewşdayîna jin û yaran de, li ba gelek hozanvan ên me yên kevnare têne berbiçavkirin, ne tenê li ba Ehmedê Xanî. Gerdenê yarê wekî qarore û cama piyalê ye, ku têde şeraba safî ya nebatê heye, an ew kanî û jêder a ava heyatê ye…!!!
    Carina mirov ji xwe dipirse, gelo: Evana ewqas bi hev hikar bûne an jî van pêdaçûnên xweşik û delal di wan deman pir hezkirî bûn, wekî niha hinek hozanvanên me bo keviran lêv û guhan, û bo heyvê basikan, pêda dikin?
    Ehmedê Xanî jî wekî Melayê Cezîrî dihêle „sed“ dil û can ji ber evînê bêne sohtîn û biraştin û têkiliyê di navbera mirov û kewkeban de pêda dike an wan wekî kewkeban balatir û balkêştir dike.
    Ew li ser Zîn û Sitiyê vê dibêje:
    Sed can û dil û ceger disotin
    Xelqê bi mesel ji wan digotin
    Rojan û şevan gelek dinalîn
    Heta ku di gel melek dikalîn

    Em di vir de ne tenê sohtîna dil û cerg û mîlakan dibînin, lê belê em nalîna xelqê bi rojan û şevan dibihîsin, û bi ser de jî kalîna melekane ji ber çelengiya herdu xangan.
    Li ser Mem û Tacdîn jî vê dibêje:
    Ew yar ji dil ne serserî bûn
    Wan şubhetê Mêhr û Muşterî bûn
    (Ji dil: bi wate ya “rast”. Mêhr û Muşterî du kewkebin di asîmanên gerdonê de).

    Di cejna Newrozê de, gava ku Mem û Tacdîn rastî “pêrgî” Zînê û Sitiyê dibin, Ehmedê Xanî wilo wê temaşgehê tîne rewştin:
    Wan gofte nedî ku ew çi rengin
    Wî go: Du kur in, ziyade şengin
    Wan go ku bi şûr û şeşperin
    Yane bi xedeng û xencerin ew
    Di navdayîna bo rengekî ji rengan mirov carina peyva lêhatî nabîne, hostayê helbestê, Ehmedê Xanî jî dihêle ku herdu lawên (Mem û Tacdîn) ku pêrgî Zînê û xûşka wê Sitiyê tên, tew gofteya “bêjeya” li gor wan rengan nebînin.
    Ew hîn bêtir pêda diçe û dibêje:
    Wî go ku bi xemze û bi awir
    Xelqê dikujin wekî bi keyber

    Gotin: E’ceb ev keçêd kêne?
    Yan herdu melaîkêd Xudêne

    Ev mêwe li kî cihî gihane
    Ev gul li çi gulşenê numane

    Sed car diketine astanan
    Hetta ku gihane Aşiyanan

    Herdem ku Sitî û Zîn dibêjin
    Sed reng sirşikê xûn dirrêjin
    „Sed“ car û „Sed“ reng li vir jî heye, ew jî bo bêtirkirinê ye û bo pêdaçûnê ye, û li vir jî çavlêdank „xemze“ û awir dibine acetên cengê, wekî li jor „xedeng“ û „xencer“ li vir (Keyber) heye û gelek xûn ji ber lêdana wan çavan têye rêtin.
    Ehmedê Xanî dizane sohtîna liyaniyê „eşqê“ çendîn bi hêz û bi hikarî ye, lew re wê dîmenê perwaneyê ku di dora agirê re digere di vir de hîn balatir û naztir û ciwantir diwêneyîne, ew ji evîna govdeyî hildikişe pileyeke bilindtir, ku qefesa sîngî mişkat e ‚çiraxe‘, dil dara ku agir û rohniyê dide, can zeyta ku bi wê mişkat têye vêxistin, û ew hemî pêdakirina caneyî ya mezin bê ked û cefa bi dest nakeve…Mem û Tacdîn bê têkoşîneke caneyî ya mezin wê wekî perwaneyên ku li ber agirê per lê hatîne sohtîn bibin:
    Tacdîn û di gel Memê te gotî
    Perwane ne, per li wan me sotî
    …hûn bimînin di xêra Xwedê de
    (Bermayê lêkolînê hîn heye)

    • 1 October 2009
Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s