Pêdaçûn di helbesta kurdî ya klasîkî de-1

  • Cankurd
  • 05.08.2009
    Pêdaçûn (Bi Kurmanciya jêrîn ‚Soranî‘: Pêwedan) ew şêweyê axiftin û nivîsînê ye ku mirov tiştan pir mestir ji rewşta wan a rastîn bike, ji aliyê jimar û babet û rewşt û taybetiyan ve…Di zimanê Erebî de jêre „Mubalex’e“ têye gotin. Li ba hozanvanên ereb ev şêweyê hunera wêjevanî pir hezkirî bû. Li ba hozanvanên Kurd jî ev hunera wêjevanî heye û balkêşe, tevî ku hozanvanên me yên mezin bi piranî oldar bûn, lê dîsa jî wan dest avêtiye vê hunerê û ji xwe re bi kar anîne, rast an ne rast, şaş an ne şaş…
    Melayê Cezîrî di seriyê dastana xwe de dibêje:
    Newa ya Mutrib û çengê
    Fîxan avête Xerçengê
    Were saqî heta kengê
    Neşoyin dil ji vê jengê
    (Newa bi Farsî deng e. Çeng: aceteke sazpêdakirinê ye)
    Ew dibêje ku dengê sazbend û çengê nalîn gihande burca Xerçengê “Seretanê“ ku li asîmanê ye… Eve jî tiştekî ku têde pêdaçûn heye, ji ber ku çendîn dengên stranbêj û deholkut û çengan an çangan bilind be jî, dîsa nagihîne asîmanan…
    Pişt re bi çend rêzikan dibêje:
    Dinalim şubhetê ree’dê
    Bi wateya ku nalîn û axîna wî wekî hurmîna e’wiran e…
    Ew dîlbera xwe, çi ya rastîn û çi yê maa’newî, bi durre teşbîh dike û bi ser ve jî, dîlber dike Belqîs a ku şahdarî li memleketa Seba dikir û çêroka wê li gel pêxember Sulêman di Qurana pîroz de hatiye hewaldan. Ew jineka çeleng û jêhatî bû.
    Min dîlberek durr heye
    Meh’bûbê şîrîn surr heye
    Husn û cemalek pir heye
    Belqîs sîfet, mesken Seba
    Dîtina dîlberê di hozanên kurdî yên kevnare ‘klasîkî’ de wekî durr û cewherê, an jî dîtina rûyê wê wekî heyvê, li ba gelek hozanavan têye berbiçavkirin, ne tenê li ba Melayê Cezîrî, tevî ku ev wekaniyeke pêdaçûnî ye, û diyare ew rewşt di wan deman de gelek hezkirî bû. Li ba hozanvanên ereb (1) jî ev dîmen pir heye….
    Dîlber dibe dareke pelzêrîn an jî baxekî ji gulan…Melayê Cezîrî dibêje:
    Selwa rewan, zerîn wereq
    Çîçek (Melê) dîn sed neseq…
    (Wereq erebî ye: Pel, û neseq: rêz. Zerîn: ji rengê Zer hatiye)
    Jimareya (Sed) an (hezar) an jî (Bê hîsab bo bêtirkirinê pir di helbestên me yên kevnare de tên, li ba Ehmedê Xanî jî di dastana Mem û Zîn de heye.
    Melayê Cezîrî di rewştkirinê de pir pêda diçe û ev pêdaçûn li ba wî êdî bûye bingeheke hozanvaniyê ku nema dikane xwe jê azad bike. Binêr ew çi dibêje:
    Xedenga furqetê ree’d e
    Dilî ew x’efletî lêdit
    Dibêjim wer cebel bit
    Ew biker bit wî di gavê da
    (Xedeng:Tîr. Ree’d bi Erebî ye: Hurmîna e’wiran. X’eflet jî bi Erebî ye: Ji xwe çûna dil)
    (Wer: di vir de „wek“…)
    Em dibînin ku ew tîrên dûrketinê wekî hurmîna e’wiran gava têye guhan teşbîh dike, eve jî pêdaçûneke ne piçûk e…
    Sohtîna perwaneyê di helbesta kurdî ya kevnare de li ber nûr û şewqê jî pir hezkirî bû, eve ne tenê wekî „wekaniyê“ têye jimartin, belku yek ji balkêştirîn şêweyên pêdaçûnê ye di hozanê de:
    Gelo, dîsa bebînim ez
    Çirayê wesletê hilbit
    Bisojim şubhê perwanê
    Di ber wê nûr şewqê da
    Li dereke dî hozanvanê me yê dil tijî liyanî „eşq“ xwe wekî çiyayê Qendîl bi hêz dibîne, û bi wê wekaniyê tenê nake, ew xwe bi „Fîl“ jî dide teşbîhkirin,ji ber ku kanîn û tewata fîl pir e:
    Tu narê firqetê zanî
    Dikarim ez teh’emul kem
    Diyare kohê Qendîl im
    Meger fîl im di eşqê da
    Di hejmardayînê de Melayê me ji“Hezar” hildikişe “Bê jimartinê“ û dîsa dadikeve “Sed”, kêmtir na:
    Min di dil kovan hezar in
    Dax û keyber bê hîsab
    Mîh’neta werdên bi xar in
    Wên di dil da sed nîşab
    (Werd bi Erebî ye: Gul. Nîşab jî bi Erebî ye: Tîr)
    Ew peveka xwe pêşûpaş dike, dibêje:
    Sed nîşab in min di dil
    Îro ji xarên sorgulan
    Yek bi yek peykan çevî bûn
    Çûne cergê da kulab
    Li ba Melayê Cezîrî awirên çavên dîlberê tîr û xedeng in, dil û cergê wî ji ber wan bi kovan û kul in, ji wan xûn wekî coyên avê, hema tijî xûn sor wekî e’qîq û zox a wekî erxewanê dixulxulin, eve jî pêdaçûneke qatqatî di ser hev re bilind dibe, ku ji aliyekî ve helbestê xweşiktir û balkêştir dike û ji aliyekî ve bi wêneyan berhemdar dike, hema pêdaçûn pêdaçûne, û hozanê ji jîhana rastîniyê radike dibe jîhana fantazî û pêjiniyê:
    Dîlberê îro seher avête cergê min du dox
    Yek li sîne, yek li dil da, lew ji min tên ax û ox
    Ah û oxên min ji dil tên, lê ji ber tîra qizil tên
    Yan ji kovanên di kul tên, jê dizît her xûn û zox
    Xûn ji dil co co rewan tê, wek e’qîq û erxewan tê
    An jî li vir binêre, ka Melayê me gihaye çi pileya pêdaçûnê, ku tew nakve hişan, hema pir xweşik û nazik di mijara xwe de dimîne:
    Ger bipirsit carekê xatûn li h’alê suxteyî
    Qifl û zincîr dê vebin, bê îsm û dest û mifte ye
    Bend û zincîr dê vebin, cerhên di kul dê xweş biket
    Lew ku navê dîlberê, dermanê derdê bend ye…
    (Qifl bi erebî ye: Kutik kilît dikevêyê. Cerh’ “Curh’” erebî ye: Birîn. Mifte erebî ye: Kilît)
    Gava dîlber li wî bipirse, wê dergahên zindanê ji xwe serê vebin, wê birînên wî xweş bibin…Bo çi? Ji ber ku navê dîlber dermanê derd û kulên girtî ye…Hema wekî ji “nav” dixuye, mebesta Mele pir balatir e ji dîlbera mirovî…Belku tenha navê Xwedê tea’la dermanê derd û kulan be…
    Carina pêdaçûn a wekî va rewşta ku hozanvanekî kevnare yê ereb anî bû: (Rûyê te heyv e û bejna te rum e) helbestê wêran dike. Dibe ku di wê demê de ev dîmenekî pir çeleng bû, hema niha nîşanên tirafîkê “Lewh’ên hatûçûnê” tîne bîra mirov…
    Mixabin li ba Melayê Cezîrî hinde rewştên wilo yên ne nazik hene, wekî:
    Mela, me li gerdena dîlber ji nosed bûse mayin deyn…
    Gerdenê (stoyê) dîlber wekî yê ajalê efrîqayî yê ku histoyê wî pir dirêj e, ji nehsed bostan e. Eve jî dîlber ji mirovatiya resen û naskirî bi dûr dixîne û wekî giyanwerekî nenas dide xuyakirin. Heger Mele yekser bigota ku dîlber wekî Zerafê ye, wê baştir û ciwantir ba ji pîvana gerdenê wê bi bostan û bi dayîna jimareya nosedî.
    —————————————
    (1) Navên Kurd û Ereb û her navekî wekî wan pêwîste bi tîpên gir dest pêbike, hema gava ew nav wekî rewşt (sîfet) hatibe, pêwîste bi tîpa hûr dest pêbike: Kurd hatin…Helbesta kurdî…
    (2) [Bermayî heye]

    • 30 September 2009
Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s