Helbesta Sêwî

  • Cankurd
  • Xûşkino, Birano….Roj baş…
    Li ciyê ez nameyekê bixûnim
    An helbestekê vehûnim
    Vêre kul û daxên dilê xwe birêjim
    Ezê ji we re çêrokekê bibêjim
    Xema mexun,
    Çêroka min ne dirêj e
    Ne ya kevn e, û ne jî ji mêj e…
    ………………………………..
    Li welatekî dûr e ji vir
    Li paş gelek zincîrên çiyan
    Li paş pir deşt û newalan
    Hebû gundekî piçûk
    Bi navê Pepûk…
    Di ber de hebû goleke avê
    Li ber dicivîn şivan û gavan
    …û gundiyan av jê dibirin
    herdem û her gavê…
    ……………………………….
    Hebû li wî gundî
    Lawikekî sêwî
    Bav di cengê de mirî bû…
    …û dayîkê bi lez û bez
    Li gundekî dî, mêrekî xwe kirrî bû…
    Xasiyê lawik neda wê
    Lew re zarok mezin bû bê hezkirina dê…
    Lawikê sêwî, bû şivanekê gund
    Her roj li çol û beyaran…
    Bi tenê xwe, wekî kund…
    Dilê kesekî bi wî nedima
    Ne jî li ser wî kezeba jinekê disot…
    …û tew kesek nedipirsî, ka wî çi dixwest û çi digot…
    …………………………
    Rojekê ji rojên Beharê
    Şivan pal da bû li ber koka dareke çinarê
    Temaşa dikir, li pezê êlê
    Temaşa dikir, li golê…
    li ava wê ya şîn…
    Bi dilekî xemgîn…
    Ji hinavên xwe de keserin kûr kişandin
    ….û çend dilopên hêsiran ji çavan rijandin…
    Ji nişka ve ava golê hejiya û pêl da
    Jinek ji binê avê derket û serî hilda
    Şivanê piçûk ji tirsa hilgavt
    …û bi xwe re yekser axaft:
    “-Gelo, ev mirov e, an perî ye?
    Çima vê jinê xwe wilo tazî kiriye?”
    Rûyê xwe bi şermîn ji wê guhart
    …û xwe di paş koka darê de veşart.
    Perî ji golê derket û bi ser wî de hat
    Jineka çeleng, sipîrû, mêşeng û qanat
    Destê xwe da ser seriyê lêwik û gotê:
    „-kurê min î sêwî, hêsiran nebarîne, netirse
    Hilo rabe, bide pey min
    Bifire wekî min
    Daxwaza te çiye, tenê ji min bipirse…“
    …………………………………
    Lawikê şivan tenê carekê berken bû
    Rûyê wî yê ji hejariyê zerbûye
    wekî gulekê sor bû
    …û bi dengekî naz û nerm gazî:-Dayê!
    Bo çi xema kesekî bi min nayê?
    Bo çi qedera min sêwî wilo tal e?
    …û dilê min î jar herdem nalenale…?
    Periyê gotê:“- De bese, negrî, tu bûyî mêr!
    Were bi min re, ezê bidim te gelek zîv û zêr
    Ezê zikê te yê birçî herroj bikime têr
    Rabe, bi min re, dakeve nav golê
    Dev berde ji şivantiya mîh û bizin û çêlê
    Ezê te bifirînim, bigerînim li heft asîmanan
    Bila dexsînê ji te bikin hejar û sultanan…
    ………………………..
    Ji wê rojê ve, kesekî nedît ew lawikê sêwî
    Kesek pêrgî wî nehat, ne gundî û ne rêwî
    Solên wî yên çirrî bûn, ma bûn li ber zinarê
    …û bayekî bi nalîn herroj dihejand dara çinarê
    Gundiyan sêwiyekî dî ji xwe re anîn
    Şiveke dirêj, tûrekî nan,
    û cotek solên erzan
    li ber wî danîn…
    Çêroka min çû serî, gelê guhdaran
    Dilovaniya Xwedê li dayik û bavên we be
    …û pirka reş bibe para zordaran..
    Cankurd- Bonn: 2. Oktober 2009

    • 20 November 2009
Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s