Dara Biyê

  • Cankurd

    2005

    Çendîn caran
    Li berbangan
    ..û li hêvaran…
    Min bizava xwe kir,
    Wan lêvên cûrî,
    Wan çavên hingivîn
    ..û wan birhên kevanî
    Ji deşt û newalêd vî dilî qorî bikim
    Wê sîngê te yê mermerî
    ji bîr bikim…
    Lê min ne kanî…

    Gelek salan
    Li payîzan
    Li Beharan..
    Li van warên xemgîniyê
    ..û li vê dûriyê…
    Min bizava xwe kir,
    Dêmê te yê ji stranek Hesnazî naztir
    ..û bihna te ya ji ya kulîlkêd dara Sicê xweştir
    Ji nav dilê xwe bavêjim
    ..û bibêjim :
    « Vaye min xwe ji evîndariyê aza kir.. »
    Lê min ne kanî
    Derman û çareya azadiyê çi bû!!
    Min ne zanî…

    Wê paş gelek salên dî
    Di ber kêlêd gora min ra biçin rêwî
    ..û wê bibêjin:
    “Eve gora lawikê ji kuştera xwe hez kir..
    “Eve hejarê ji kerba dilê xwe bi çiya ket.. çol kir
    û li welatekî dûr..gelek dûr…
    xemgîn û tenha serî danî
    ..û ne kanî
    Wa dara Biyê ji bîr bike,
    ku lêmişta zivistanê,
    li aliyekî Kurdistanê
    da ber xwe,
    ji kokê da hilkir…û bi xwe re bir.“

    • 2 April 2010
Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s