Mem û Zîn

[Berhevoka Albert Socin û Eugen Prym] [Sala 1889ê Pêtersbourg-Rûsiya]

Tîpguhastin û kartêdekirin: Cankurd

Ya gelêd a’lemê,

De guh bidêrin ji demê,

Da bikin qiseta Zîn û Memê.

Ya gelî di hazira,

De guh bidêrin ji dila,

Ji sûreta Memê Ala du barêd  sorgula.

Çi rojeke ji rojan e

Du melyaket şert girte li esman e

Êg (êk) god (got) Zîn spehîtir e,

Ê dî got Memê Alan e

Ê dî god em dê Zîn(ê) hilgirin bibin lig (li nik) Memê Alan e,

Herdu li ser textek deynandîne,

Herdu di xewvan, êk ji wan hêşar nîne,

Paşê re herdu hişyar bûne, herdu rabûn û rûniştîne.

Zînê gotê: “Tu hatî ser cîhê min (e).”

Memê got: “Ez vê li qesra xwe, qesra te nîne.”

Zînê got: “Gazî xulamê xwe bikim, vê gavê bên te bikujin.”

–“Gazî xulamê xwe bike, eger cîhê te ye, bila xulamê te bên min bikujin.”

Wekî Zînê gazî kir, go: “Osman, Şahîn, Mustefa (Şahî, Mûs).”

Wekî Zîn gazî kiriye, kesek cuwaba wî (wê) nedayîye.

Go: “Da tu bizanî cîhê min e, ne cîhê te ye eve.”

Memê Ala(n) gotê: “Tu bizanî eve cîhê min e, ne cîhê te ye.”

Îna gotê: “Memo, sitar bike, eve ji nig Rebbê mezin qewimiye, eve ne şolê ebdan e, eve şolê milyaketê esman e.”

Vê carê gotê: “De rabe malhaziriyek bo me çê bike.”

Wekî Zîn rabû pilavekî birincî çêkir, herdu vêgra xwarin, gumguma qawê (qehwê) vexwarin. Paşê qalûnê xwe dagirtîne. Wekî qalûnê xwe vexwarîne, xewa Memê Ala hatiye. Wekî rabû dinivist, îna Zînê gotê: “Tu dê çikî?.”

God (got):Ez dê nivim, û pa heke tu binvî sube tu rabî tu dibêje xwen e, şevê dî me xewna xwe dîtiye.”

Go: “Ma te çawa divêt?.”

Go: “Divêt em nîşanê xwe pêg (pêk) biguhurin.”

Go: “Dilê te ye.” Îna rabû herdu gustîrê xwe guhartin, paşê herdu kefiyê xwe guhartin. Îna rabû vê car herdu nivist.

Go: “Şeytan mêrekî zexm e.”

Rabû Memo xencerê xwe kişandiye, xencera xwe li navê xwe û Zînê deynandiye, destê xencerê dayîye sîngê Zînê û devê xencerê dayîye sîngê xwe, destê xwe li stoyê weranî. Herdu nivistin. Wekî herdu ti (di) xew çûn, Zîn hilgirt milyaketa, bir ser cîhê xwe. Memê Ala ma li cîh da. Wekî subehî zû rabû, Memê Ala god (got): “Xewn e.”

Wekî çû ser avê dest û pê xwe şuştin, destê xwe avêt kefî îna derê. Wekî ser û çavê xwe pakiş (paqij) kirin, wekî fikirî kefiye eve ne kefiya wî ye, eve kefiya Zînê ye, Zîn sitiya Bohtan e. Wekî kefiye (û) gustîrin, fikirî muhra Zînê ye, Zîn sitiya Bohtan e.

Gellek Memo qeheriye, çû li nig xwe li dîwanê, xeber jê re gotiye, wekî li dîwanê qise kiriye, babê Memo e’cêba xwe dîtiye, gotê: “Kurê min pa min navê Cezîra Bohta (ne) bihîstiye, heçiya te divêt ezê ji te ra bixwazim.”

Gotê: “Babo, min kes navêt, ji xeyrî Zînê sitiya Bohta.”

Gotê: “Herê kurê min, ezî zanim tu delalî, belê ew xeberê tu dibêjî qama min vê nakevêt.”

Go: “Babo, eger qama te vê nakevît, ez dirabim bi dinyayê kevim.”

Gotê: “Kurê min, heker te gellek hes kiriye, muhbeta te û Zînê vêketiye, eve sed suwara ji xwe ra bibe, eve xiznayek pare ji xwe ra bibe û here bigere risqê xwe, ka binê Cezîrê Bohta li kî terefî ye, mecala min vê nakevit û min navê Cezîra Bohta ne bihîstiye.”

Gotê: “Herê babo, ez çi eskera bi xwe ra nabim.”

Go: “Babo, ez çi xezînê pare bi xwe ra nabim, ez dê li hespê xwe suwar bim, (ji) mînayî derwêşa ez dê li dinyayê gerim, heta ez Cezîrê Bohta bibînim.”

Gotê: “Kurê min, ez we nakim, tu kurek êkaneyî, dilê min, qebûl nakim.”

Memo rabû karê xwe kir, hespê xwe îna derê, hespê xwe mehas û gulweşîn kir. Zînê ser piştê danî, tang û baletangê xwe şidandin, tijî berîka xwe zêr kirin, çekê xwe hilanîn, xencera xwe li ber pişta xwe ra kir, şûrê xwe avêt pişta xwe, rumana zerîn (wek ruma nezerî ye) bi destê xwe girt û rabû suwar bû. Heta ew suwar bû, babê sed û dused suwar jê ra heyde (hediye) dan. Memê Ala hay jê nîne. Wekî Memê Ala derketiye, êdî rabû hatiye, du qonah (qonax) ji wê va hatiye, paşê destûra suwara dayîye, go:

Herin mala xwe, e (ez) ji Xwedê taqedê nakim [1][1], ez nizanim belkî heta çar sala ez venagerim, ez gunehê e’yalê we ez nakim stoyê xwe.”

Go: “Vegerin, herin malêd xwe, ez dê li gera xwe çim (biçim).”

Suwar vegerehan, Memê Ala hat, hat Amêdiye, ji Amêdiye pê da hat, hat Zaxo, ji Zaxo pisyara Cizîrê kir, ji Zaxo suwar bû derket, çû Nehrevanê, ji Nehrevanê çû Cizîrê, çû li cotkê Tuwa sekinî, fikirî ciwamêreg(k) ji wê va hatiye, go:

Mirovê biyanî wekî biçît  Cezîrê, ew diçît mala kê?”

Go: “Hiker hakim e dê çît (biçît) mala Mîr Zeydîn, eger maqûl e eşîret e dê çît mala Qeretacdîn [2][2], eger fezûl e û ewanî ye, ew dê çît mal Bekrokê Ewan .”

Îna rabû. Memê Ala suwar bû, hat pisyara mala Qeretacdîn kir, çûye mêr xeşîm e û nezan e, yekî weke min li pêşiya wî ket , çû bir mala Qeretajdîn. Wekî çû ber derî xulam hatin pêşiyê, cilawa wî girt, Memo peya kir, kulaweg(k) jê ra avêt, balgî anî danî tiniştê. Memê jig (jî) pala xwe dabû balgî, qalûne jê ra dagirt, qalûna xwe vexwar, carikê ho li eywanê fikirî herama Qeretajdîn ji mezelê çû eywanê, çavê wî bi herama Qeretajdîn ket, ew jig (jî) xûşka Zînê ye, Zînê sitiya Bohtan e. Îna rabû god (got): “Hespê min bînin.”

Xulama got:”Herê Memê Ala em nahêlin, tu naçî heta Qeretajdîn ne êt.”

Gotê: “Ew Mirada dilê min, eve çê bû, ez dê rabim suwar bim.”

Hindî xulama kir û ne kir, axir Memo rabû, xulama hesp bo ne îna, ew pi (bi) xwe rabû hespê xwe îna, li hespê xwe suwar bû, ruma xwe bi destê xwe girt û rabû derket, ew dergahê pirê da  (bi rê da!!), xulam rabûn çûn dîwanê [3][3], gote Qeretajdîn, gotê: “Herê mîro, ha’l û h’ewal ho ye.”

Qeretajdîn ji hindav da rabû, wek hate mal, go:”Hespê min bînin.”

Hespê wî kişand, teze naze mexes û gulweşîn kir, zîn ser piştê danî, go: “Çekê min ji mi ra bînin.

Çekê wî ji wî ra anîn, rabû çekê swe wergirtin, rum bi destê xwe girt, şîr (şûr) avête pişta xwe, cotên qerebîna avêtin qelpûsa zîn û suwar bû derket, li cisra Cizîrê derbaz bû. Go carekî rikêbê givaşt, cilaw şor kir, û xar berda û berda pê Memê Ala, hat qesir di (Memê) Ala nedîd (nedît), bezî li cem zîrî (cisrî) vê gihayê, Go: “Lo gidî, Memo, tu dê kî ve xelaz bû (bî), ez Qeretajdînê dîn im.”

Li pêşiya Memê Ala zivirî, wekî li pêşiya Memê Ala zivirî, Memê Ala sekinî. Gotê: “Qeretajdîn, ez venagerim.”

Gotê: “Meme, vegere.”

Go: “Qeretajdîn, ez venagerim.”

Go:”Pa dê aha (axîna) dilê xwe ji mi ra bibêje, tu çima hatî mala min û tu derketî bê mirad?.”

Gotê: “Qeretajdîn, çu mirad li dilê min nîne.”

Gotê”: “Çê nabit, tu dê rastî bo min bêjî, kesek bê mirad ji mala min derneketiye.” Go:”De ji te ra bêjim.”

Go : “Ez hatim mala te, h’al û h’ewalê min (û) Zînê eve ye.”

Go:”Eve tu eve nîşana Zînê.”

Go:”Vêca ez hatim mala te, min Zînê li mala te da dîd (dît), wekî li ser ehda xwe qulipî, min û Zînê (Zînik) qewle girtibû, vêzar (Vêca) Zîn veşukivî, min li mala te da dîtiye.

Gotê:”Herê Memo, tu rastê dibêjî, eva li mala min te dî, ki ew jî xûşka Zînê ye, ew ne Zîn bi xwe ye, ew jî xûşka Zînê a mezin e.. “

“Heçî (herçî) Zîn e ji xwe Zîn e,

Ew kevoka nû ferxîne,

Ew Zîn hêj şû ne kiriye,

Keseg(k) bi çavê xwe ne dîtiye [4][4],

Bayê honik laşê wî (wê) ne ketiye,

Were heker (heke) bi rastî ew heqa ye,

Ta tu dibêjî wa ye,

Were li ser ray û bextê min û herçar bira (ye).”

Îna herdu vegerahand, Qeretajdîn û Memo hatin, herdu li cisrê derbaz bûn, hatin male Qeretajdîn, cih û balgî jê ra danî, ew Qeretajdîn cem hev rûniştin, gumguma qehwê avêd (avêt) agirî da, qehwe jê ra keland, her êk fincanekî qehwe vexwariye, keyfa Qeretajdîn gellek hatiye, mala felekê xera bê, Memê Ala gellek spehî ye, şîvê hazir kiriye, şîv jê ra aniye, her pênca (duwa) vêgra şîva xwe xwariye, heta nîva şevê stran ji xwe ra gotîne, paşê nivistîne.

Subehî zû rabûne, çûne ser avê nimêj kirîne, vê carê vegerehand hatin mal rûniştîne. Îna Qeretajdîn gotê: “Memo, heke tu nîşanê xatûn Zînê ji mi ra bînî, da ez bizanim vê carê dirust e.”

Memo gote Qeretajdîn:“Zînê nîşanê min bide, da ez nîşanek bo te bînim.”

Go:”Xwe bigre subehî subeha înê, Zînê diête ser avê, ez dê nîşa te dim (bidim).”

Vê rojê yariya xwe kirin, wê şevê saz û sazbendê xwe [5][5] danîn, heta nîva şevê, ji nûva şevê pê ve vêca rabûn qehwa xwe vexwarin, paşê subehî zû rabûn, subehî zû rabûne, qehwa xwe kelandîne, her êk fincaneg(k) qehwe vexwarîne, li ser textî rûnştîne, wekî fikirî sê zerî ji wê ve hatîne, gotê: “Memo de rabe here nîşanekê bo min îne.”

“Wekî Memê ebdal rabû bigavê,

Wekî fikirî sê zerî meşya li ser avê,

Memo rabû ew jig (jî) hate xwarî,

Li xatûn Zînê kir silavê.

Go:”Ya Memo te li serî du per û şaş

Me jî li dinyayê hene xulam û qerewaş

Heker tu hatî desenimêja, em dê xwe dine (bidine) li paş.”

Go: “Subeye çi subeyeke hîne,

Fikirî Memo [6][6] sê zerî hatîne,

Go ya sitiya min, bêje min, hersê zerî kî ne,

Go ya dûmahîkê keça Bekrokê Ewîn e

Ya dî xidama min Zîn e, [ bê (min)]

Ya dî ew bi xwe Zîn e,

Ew kevoka ferxîn e,

Ew xûşka mîr Zeydîn e.”

Go: “Ya xatûna gerdenqazî

Bi wî dikin îlahiyê heq ê li jor e

Bi milyaketê hazir li dor e,

Heta tu nîşanekî nedî li des min,

Ez (bo) te nadim destûr e.”

Go: “Herê Zînê bi wî dikim îlahiyê heq li ser me,

Bi milyaketê hazir (di) gel me,

Heta tu nîşaneg(k) nedî li des me

Ez ti destûr nadime.”

Go ew xatûna gerdenqaz e

Te li pexalê berben û gohar û gilwaz e

Anî derê risteg(k) (meqledek) zêr e, di gel bazinê

Herdu desta di gel gohar e

Herdu guha wê da li des (dest) Memê belengaz e.

Go: “Ya Memo, bi wî dikim yê îlahiye

Bi milyaketê (di) hazir rûniştiye

Eve nîşana Zînê ye, wê da li des Memê Ala

-Ya Memo, eve nîşana min û te ye, heta roja axretê.”

Memê Ala nîşan hilaniye,

Qezda (qesda) Qeretajdîn kiriye,

Qeretajdîn û mîr Mehmûd û Çeko hersê rûniştiye,

Memo ew nîşan bo Qeretajdîn dayîye,

Gotê: “Ya Qeretajdîn, eve nîşanê Zînê ye, min ji te re aniye.”

Go: “Memo, ser serê min, babê min, hatiye.”

Go: “Vê carê ez û tu destebirayêt axretê.”

Go: “Kesek xebereg(k) xerab bo te nabêjit.”

Heçî Qeretajdînê maloxwe (kehya) mîr Zeydîn e, eve sê çar roja li dîwanê ne çûye. Mîr Zeydîn xulamê xwe hinartiye, nik Qeretajdîn va hatiye.

Go mîr Zeydîn vê gotiye, go: “Eve çar roja tu çima li dîwanê ne hatiye?.”

Qeretajdîn jê re gotiye:

Here bêje mîr Zeydîn; dilê min nemayî ye,

Destebirayekî e’zîz bo min hatiye,

Here bêje mîr Zeydîn ji ber vê xeberê.

Wekî xulam vegerahe çû nig mîr Zeydîn.

Go: “Herê mîro, dilê Qeretajdîn nemayî ye,

Belê destebirayekî jê re hatiye,

Ji ber wî destebirayî eve çar roj e li dîwanê ne hatiye.”

Mîr Zeydîn gote xulamî: “Here bêje, bilanê ew destebirayê xwe va bête dîwanê.”

Rabûn Qeretajdîn û Memê Alan ve û xulam, hersê çûn dîwana mîr Zeydîn. Wekî mîr Zeydîn Memê Alan dîtiye gellek muhbeta Memê Ala nig mîr Zeydîn ketiye.

Gotê: “Herê Qeretajdîn eve destebirayê te?.”

Go: “Belê ez benî, eve destebirayê min e.”

Mîr got: “Muhbeta Memê Ala gellek ketiye zikê min de, belê ya Qeretajdîn, ez du tişta bo te bêjim.

Gotê: “De bêje, ez benî.”

Îna gotê: “Me divêt tu destebirayê xwe bidî min, gellek muhbeta wî ketiye dilê min. Me divêt kîsk û qalûnê min hilgirît, hema li ber min bisekinît.”

Gotê: “Herê mîro, ew jig (jî) beramberê (berhempayê) te ye, bo ne tu çawa begê Bohtanî, ew jig (jî) kurê mîrê Alan e, paşayê Yemenê ye, ew jig berhembarê te ye.” [7][7]

Gotê: “Qeretajdîn, ez benî, min nizanî eslî ye, wekî kurê paşayê Yemenê ye, pi (bi) kêr xulamiyê nayêt, bila hema li cem me rûnit, textê wî li pîş (pêş) miqabilê textê min, ez û ew vêgra qawê (qehwê) vexun, subehî heta êvarî bila nig min bit, êvarî paşê dîsa bête (bibe) mal, her ro subehî zû ez hîvî tikim (dikim) bêyî, tu bi destebirayê xwe ve bûyî. Ev xebere ez dibêjim bo te, dilê te nemînit, çiku muhbeta wî ketiye dilê min de.”

Go: “Belê ez benî, li ser ray û bextê min û her çar bira hatiye, mee’na eger tiştek li vî qewimî ez û her çar bira, em dê xwe li ber Memê Ala(n) dine (bidine) kuştin.”

Gotê:”Qeretajdîn, tu tiştek li dilê xwe negire.”

Îna rabûn êvarî ji dîwanê çûn. Zînê bihîst, wê şevê çûn mala xwe, subehî zû rabûn. Memê Ala gotê: “Ya Qeretajdîn, li ser rayê û bextê ta hatîne (hatîme), çawa tu hez bikî ez pê xeberê te me.” Fincanekî qehwê her êk kelandiye, paşê her êk fincanê xwe vexwariye. Xulam qalûnêt wan dagirtîne, her êk agirek deyna ser û vê rabûne, qezda dîwana Zeydîn kiriye (kirîne). Wekî çûne dîwanê keyfa mîr Zeydîn gellek hatiye, text ji Memê Ala ra deynandiye, Memê Ala ser textê rûniştiye, gellek keyfa mîr Zeydîn hatiye. Pencereyek li navbêna dîwan û sitiya heye, vê car Zînê hatî pencerê da rûniştiye, pêş li miqabilî Memo rûniştiye, keyfa Memê Ala gellek hatiye.

Mîr Zeydîn ji Qeretajdîn ra gotiye, gotê: “Ya Qeretajdîn me divêt em rav û nêçîrekê bikin.” Gotê: “Ez benî, dilê te ye.”

Gazî Bekoyê nee’letî kir, go: “Here bêje delalî, mîr ferman kiriye, me sube me divêt biçin rav û nêçîr e.”

Îna Beko rabû çû gotê: “Belê ez benî, ez dirabim çim (biçim).”

Rabû derket, gote delalî: “Mîr we ferman kiriye, here gazî bike li bajêrî, mîr ferman kiriye, sube rav (rab) û nêçîr e.”

Rûniştin heta êvarî, rabûn Qeretajdîn û Memê Ala çûn mal. Memê Ala gote Qeretajdîn, gotê: “Ez benî, ez neşim bêm rav û nêçîrê.”

Qeretajdîn gotê:”Memo nevê (netê, neyê), gava em derketîn çûyîn tu here li dîwana mîr Zeydîn rûne, tu xatûn Zînê setrincana (setrîndama[8][8]) xwe bikin, tiştek li dilê xwe negir. Heke mîr Zeydîn pisyara te kir, ez dê cuwab bi wî dim.”

Gotê: “Belê ez benî.”

Wê rojê delal gazî kir, dehol û metirxane pêda da. Got mîr Zeydîn çû rav û nêçîr e. Go rava mîr Zeydîn çû deştê, ji bajêrî derket. Vê carê Memê Ala çû dîwanê, Zînê sitiya Bota (bi) derince de hate xware. Had (hat) û rûnişt nig Memê Ala. Herdu vêgra setrîncana xwe kir, hay ji dinyaê nînin.

“Go rava mîr Zeydîn çû deştê

Taviyeke baranê xweş tê

Rava mîr Zeydîn çû deştê da

Taviyeke baranê lêda

Wekî mîr Zeydîn cindiyê Bota çavê xwe digerîne

Îna gazî kiriye Qeretajdîn e

Gotê: Ya Qeretajdîne, îro Memê Ala li vê ravê diyar nîne.”

Go: “Ya mîr Zeydîn subeyekî sehar e

Vê li Memê girtî jana sar e

Wekî subehî zû rabû neşyêd bidit çu xeber e.”

Go: “Herê mîro, subeyekî hindav e

Vê li Memê Ala şuşutin dest û çav e

Memê Ala vê girtî pertav e

Tu xware (xeberê) nadît di gel mîr Zeydîn, cindiyê Bota, bête rav e.”

Go: “Rava mîr Zeydîn çû bû deştê

Taviyeka baranê xweş tê…”

Go: “Ya Bekoyê di nee’le, dê vegere here li mal e,

Here li dîwanê,

bişo tevsî (tepsî) di şîlanê,

Îro rava me tengezar e ji ber tevyekî baranê.”

Go Bekoyê di nee’le, vegera li mal e, paşê hate li dîwanê, paşê hate li dergahê dîwanê.

Sube ye çi subekî zû ye, Memê Ala û Zînê vêgra satircanê xwe kiriye (vê kiriye). Hindî li xwe heşar bûn, Beko ê nee’letî derê dîwanê girtiye, êdî çu ji Memê Ala ê (ne) hatiye, Zînê sitiya Bohta neşye biçit ser cihê xwe. Memê Ala rabû û rûniştiye. Zînê sitiya Bohta li bin kevîlî (kavilî) veşartiye. Vêca Beko ê nee’letî teyşax de weşandiye, hind fikirî mîr Zeydîn li derê dîwanê peya bûye. Zînê sitiya Bohta li bin kevîlî asê bûye. Dîwan (li) cindiyê Bohta hemî cemee’ bûne (bûye).

Wekî mîr Zeydîn vegera ji rav e,

Vê li Memê Ala kir silav e,

Memê Ala silava mîr Zeydîn ji kun vedave [9][9].

Ji wêrê rabû Beko ê di nee’le.

go: “Ya Memo, ma tu ji cindiyê Bohta çêtirî?

Wekî mîr Zeydîn cindiyê Bohta têt û dibihorî,

Tu silava mîr Zeydîn, cindiyê Bohta, ji ku ve (ji kun) werdigirî?.”

Go: “Ya Beko, subehî yekî sehar e.

Vê li Memê Ala girtî jana sar e,

Lewmanê di gel mîr Zeydîn cindiyê Bohta neşêm bidim çu xeber e.”

Go dîwana mîr Zeydîn kamil bûye,

Li çar gera (kenara) cindiyê di Bohta rûniştiye,

Zînê, sitiya Bohta, li bin kevîlî asê bûye,

Go Memê Ala çavê xwe li Qeretajdîn vê ti(di)hejîne (hejandiye),

Qeretajdîn nig Memê Ala ve hatiye,

Qeretajdîn nig Memê Ala rûniştiye,

Çu ji Memê Ala ne hatiye,

Memê Ala rengê xwe li dîwanê guhartiye,

Memê Ala herdu (kesyê) kezyê di xatûn Zînê ji hûçka (kûçka) kevîlî nîşa Qeretajdîn kiriye,

Qeretajdîn qalûna xwe dagirtiye,

Qeretajdîn qalûna xwe li dîwanê vexwariye,

Qalûna Qeretajdîn xilaz (xilas) bûye,

Qeretajdîn gellek li dîwanê qeheriye,

Eve şolekî mezin li Qeretajdîn qewîmiye,

Qeretajdîn qalna (qalûna) xwe li dîwanê de weşandiye,

Qeretajdîn ji hindav de rabûye,

Herdu çavê (wî) ji qehra de serî da sohr (sor) dibûye,

Qeretajdîn ji dîwanê derketiye.

Qeretajdîn çû bû li male, Qeretajdîn li jinê xorî (qîrî):

Bîne darê mishefê û landika kurî, ez dê agirî berdima keprê da bibid (bibit).”

Go:”Herê a (ya) Qeretajdînê dîn e,

Me çu sûc û gunah li dinyaê nîne.

Em dê bo çi keprê xwe sojîne?”

Go: “Heramatê, bes xebera dirêj bike li ber va xebera.

Ez dê çenglê  te girim (bigirim), dê li te dim (bidim) çar cotê di xencera

Çi heq û însafê Xwedê e (ye) ?

Memê Ala û Zînê, sitiya Bohta,

Li dîwanê mîr Zeydîn vê dihatine li ber deftera.”

Gotê: “Herê Qeretajdîn heke wa bit,

Ew mishefa navê Xwedê e, ew bila li nav nebit,

Bila landika zêrî li cihê xwe bit,

Da me jig (jî) nav û namûsek li dinayê hebit.”

Rabû Qeretajdîn ê dîn e,

Agir bi destê xwe îne (îna),

Agir berda kol û keprê di rengîn e,

Jê rabû pêtiyek sohr e, adiyek şîn e,

Li dîwanê mîr Zeydîn, cindiyê Bohta, bû dengîn e,

Ji leza şimig (şimik) ji pêya peqîne.

Dîwan hemyek vala bûye,

Vê carê mîr Zeydîn pi (bi) xwe ew jig (jî) rabûye,

Wekî hate ber derî derketiye,

Kîtik (kîtek) pêlava wî di mal da mayîye,

Gote: „Ya Beko were pêlava min bide min.“

Wekî Beko vegerhayîye,

Destê xwe pêlavê avêtiye,

Fikirî xatûn Zînê, sitiya Bohta, ji bin kevîlê Memê Ala derketiye,

Bekoyê nee’letî pi (bi) xwe dîtiye,

Derince da hewa ketiye,

Heta vê carê xelkê bajêrî çûyîne,

Kol û keper hemî şewitiye

Careg(k) dî mîr Zêdîn (Zeydîn) vegeriye,

Li ser textê xwe rûniştiye.

Dîwana mîr Zeydîn kamil bûye,

Li çar gera cindiyêd Bohta rûniştîne.

Mîr Zeydîn go: “Ji hêştir heta pêştir, mala Qeretajdîn şewitiye,

Me divêt bo wî bikin ceminokek, da mala wî bibit weg (wek) berê çêtir.”

Qeretajdîn go: “Herê mîro, rojekî ji rojane,

Dibînim fîl û feres [10][10]û satircan e,

Da em îro bikin meselatê diyarane.”

Got Bekoyê nee’letî vê rabûye,

Fîl û feres û satrincan vê aniye,

Li ber mîr Zeydîn û Memê Ala deynandiye,

Mîr Zeydîn û Memê Ala vêgra satrincane kiriye,

Xatûn Zînê di pencerê da rûniştiye,

Sê cara Memê Ala ji mîr Zeydîn biriye,

Ji wêrê rabû Bekoyê nee’letiye,

Go: “Herê mîro, hûn hêjî kûrin,

Hûn derba li êk du dixurin,

De rabe carekî cihê xwe pêg (bi êk) biguhurin. »

Rabûne cihê xwe herdu pêk guhartine,

Weke fîl û feres û satrincan vê daniye,

Memê Ala çavê xwe hiltînit,

Xatûn Zînê raserê xwe ra dibînit,

Fîl û feres û satrincane xerab vê datînit.

Go vê carê mîr Zeydîn, cindiyê Bohta, satrincan ji Memê Ala biriye.

Îna gotê : « Ya Memo, yarka te kî ye?. »

Îna gotê :

« Sê cara me satrincanê iş te (ji te) biriye.

Qed mi ne gote te yarka te kiye.”

Gotê :

« Ya Memo, yarka min hirçeka jevîd (çavêd !!) beranî,

Ew lê kelişî (qelişî) pî û pehnî,

Li sûka bazarê Cezîrê kerenge bi koşê danî. »

Îna Memê gotê :

« Yarka Memê reş e weku dot e,

Ew tenî ye (sixman e) , wek agir û bizot e,

Li sûka bazarê Cezîrê mazd (mast) difirote. »

Ji wêrê rabû Bekoyê di nee’le, go :

« Ya Memo, tu çima direw dikî bo van rihan e ?

Bo çi nabêjî yarka min Zîn e,

Ew kevoka nû ferxîn e,

Xûşka mîrê min e, mîr Zeydîn e ?. »

Wekî Beko wisa gote, mîr Zeydîn qeheriye, go :

« Heyla gidî, çi bê xeber e ?

(De) çengilê Memê Ala bigirin bidin ber xencer e,

Da çu posê (pîsê) di baba xeberê xwe nebêjit li ber xeberê mêr (mîr) ser re. »

Wekî dîwan qeliqiye,

Memê Ala pişta xwe bi dîwarî veşidandiye,

Xncereekfî [bi destê xwe girtiye], [Du caran li pey hev hatiye]

Hûn (hîn) difikirin Qeretajdîn bi hersê bira ve vê hatiye.

Wekî fetkirit (difikirit) li dîwanê dee’wa kuştina Memê Ala vê dikine, Qeretajdîn go :

« Bi Ellah û Ekber e,

Bi mishef û kitêban û defter e,

Heçî ji cîhê xwe biqeliqit, ez dê ruha wî ji qelbê wî kime (bikime) der e.”

Êdî keseg (kesek) ji cîhî ne qeliqiye,

Lerzîkek bi dîwana mîr Zeydîn ketiye,

Qeretajdîn çengilê Memê Ala girtiye,

Ji dîwanê derxistiye,

Berê xwe dayîye mal çûye.

Rabû Bekoyê nee’letî gote mîr Zeydîn, go:

»Tu pi (bi) xwe dizanî ji ber Qeretajdîn û hersê bira tu neşivî tişteg (tiştek) bêjêye. »

Gote Beko :« Ez çi bikim, ez neşêm derbekê li wan bidim, ez tirsim dê min kujin. »

Go : « E (ez) şîretekê li te bikim.”

God (got): “De bêje, Beko.”

Îna gotê: “Ez benî, bihêre bila Qeretajdîn bêt, malê Kee’bê li te ketiye, bêje: Ez hîvî işte (ji te) dikim Qeretajdîn, malê Kee’bê li min ketiye, me divêt tu bibî, tu bi birayê xwe ve, tu birekî suwara gel xwe bibî, vî malî teslîmê Şerîfê Kee’bê bikî, baweriya min bi kesî nayêt. Heke ew çû, em têşîn (dişîn) Memê Ala bigrin, bavêjin hebsê de, pajê (paşê) em çêyn (dişên) alajekê çêbikin.”

Îna gotê: “Beko de here bêje Qeretaajdîn bila bêt.”

Îna rabû Beko çû. Gote Qeretajdîn:”Mîr vê gotî bila bêt.”

Rabû Qeretajdîn hatiye, silav li dîwanê kiriye. Gote:

Ya Qeretajdîn min cewab iş te (ji te) re hinartiye, tişteg(k) vê li min qewimiye.”

Go: “Mîro, de bêje ka çi qewimiye.”

Go: “Şevê dî me bi xewna xwe dîtiye, malê Şerîfê Kee’bê il (li) ser min ketiye.”

Go: “Baweriya min naêt ez vî malî teslîmî kesî bikim. Me divêt tu (û) hersê birayê xwe vî malî bibin, teslîmî Şerîfê Kee’bê bikin, pajê (paşê) bi xêr û selame divegerin.”

Îna gotê: “Belê ez benî, em ne çûyin (naçin), belê ser xatra te em diçîn.”

Îna rabû, go: “De malê xwe lêg bide.”

Vê carê Qeretajdîn çû mal, wekî gote birayê xwe, gotê: “Birao, dilê te ye.”

Go: “Tu birayê me ê mezinî, heçiya bikî dilê te ye.”

Îna rabû çû nig mîr.

Go: “Mîro, kar û barê xwe bike.”

Gotê: “Belê ez benî.”

Mîr kar û barê xwe kir, barê xwe girêdan, go subehî zû bar kir. Wê şevê çû(n) mala xwe rûniştin, dîtra rojê rabûn çekê xwe wergirtin, hespê xwe çêkirin, suwar bûn û derketin. Malê Kee’bê bar kirin, muqdara çen (çend) suwar vêra çûn, ji bajêrî derketin. Wekî ew çûn vêca xulam hatin, Memê Ala girt, avête hefs (hebs) û sîndanê (zîndanê), derê hepsê lê girt, kolakek li derê hebsê hêla, her ro sê nan û şerbikek avê dînê (danê). Hêla ti xefsê (di hebsê) da. Xatûn Zînê bihîst, kofeya xwe reş kir, destek cilê reş wergirtin. Hef (heft) sala Memê ma girtî, sala heftê temam bû, ji nû Qeretajdîn hat.

Jina Qeretajdîn gotê:

Hey ne barekeAllah, çi namûsek bo destebirayê xwe te kir?.

Go: “Eve heft sala tu vê çûyî, Memê Ala vê girtî, vê rizyu.”

Îna rabûn her çar çekê xwe hilgirtin, çûn derê dîwanê, go:

Em hatin Memê Ala berdîne.

Em dê xatûn Zînê lê mehir kîne.

Heke ne (em dê) li dîwanê cindiyê Bota em dikîne qetl û xwîn e.”

Ji wêrê rabû Bekoyê nee’letî ye, nahêle mîr Zeydîn baxêvit, go:

Ne girtiyê me ye, girtiyê xatûn Zînê ye, bila piçît (biçît) ji xwe ra berdit.”

Cuwab hinarte xatûn Zînê, go: “Rabe, here vê carê Memê Ala ji xwe ra berde.”

Rabû xatûn Zînê çû hemamê, xwe hemam nimûj kir, çavê xwe kil dan, biskê xwe berdan, cilê î’da heçiya wergirtî (wergirtin).

Xatûn Zînê kesk û sor xemilî,

Vê li serê zindanê kemilî (rawesta),

go: “ Ya Memo, de rabe xweşî vê dihatin, îşalla xem betilî.”

Wekî Memê Ala çavê xwe hiltînit,

Xatûn Zînê li wî terzî ra serê xwe ra dibînit,

Hêdî-hêdî rondika dibarînit.

Go: “Ya xatûn Zînê,

Tu ne hatî min bibînê,

Tu hatî ruha şîrîn ji qelbê min bistînê.

Memê Ala rabû rawesta,

Tirarekî avê ji xatûn Zînê xwaste,

Xatûn Zînê bezî çû, jê ra anî tirarekî ava sar e.

Wekî da li des (dest) Memê evdal e,

Memê evdal hêdî-hêdî vedixware,

Ruha şîrîn berda dispare.

Xatûn Zînê go :

« Her sae’tek bo min saek (salek) bû,

Dinya li ba min cemeg (biçûk).

Min (Bo min) evdalê Xwedê li ser vê dinyayê Memek bû.”

Xatûn Zînê kofiya xwe li erdê da, kofiya xwe reş kir,

Derê dîwanê pi (bi) şîn û heş kir.

Rabû Vêca mîr Zeydîn gotê:

Herê Zînê, herê Zîne,

Tu çima dikî vê girîne?

Wekî Memê Ala bê xeta ye, bê kiryarîne

Ez da bo te kirim bi zêrêd xezîne.“

Go: „Herê Zînê, tu hilmegre çu xeman e,

Ez dê bo te cemînim cindiyê(n) di Botan e

Tu yekî bo xwe bibijêre, ji pêş Memê Alan e.

Go: “Herê birao, ji wê taxê heta taxê,

Ez pê didim heşê di gel zaxê (kevir),

Paşî Memê Ala îşalla (înşallah) ne xulam bimînin ne baxvê.”

Îna rabû Memê Ala hilgirt, ji hebsê îna derê, mencelik (qazikek) avê jê ra germ kir, tazenaze laşê wî şuşt, çû sûkê bo wî topê (tûl) kitan kirrî, ew kitan jê ra kir kîfin (kefen), dirû (dû re) bir qebiristanê, qebir bo wî kola, Memê Ala veşart, ew vegerîn hatin mal.

Îna go:”Ez tirsim baram (baran) bête,

Qebra Memî, ji binî dizête (diherife),

Memê Ala dê di nav da bite (bibe) pêt e.”

Go: « Zînê, te çawa divêt? »

Go : « Ya mîr Zeydîn, tu bi Xwedê kî,

Tu çangekî kayê li koşê kî,

Tu biçî ser qebra Memê Ala çêkî,

Tu hezar silava ji zehrî Zînê lê kî.”

Rabû mîr Zeydîn bi Xwedê kir,

Bi xeberê xuha xwe Zînê kir,

Çanga kayê li koşê kir,

Hezar silave ji zehrî Zînê lê kir.

Go subhanî ji vî qadirî, Memê Ala silva mîr Zeydîn vedave.

Go: “Silava te û Zînê ser sera û herdu çav e

Ji evro heta roja heştê,

Mem û Zînê vêgra diçin behiştê.”

Wê gavê mîr Zeydîn, cindiyê Bohta vê giriye,

Rondik ji çavê wî hatiye,

Riya (rêya) xwe girt mal ve çûye,

Wekî Zîn derket hate pêşiye

Gotê:”Bira, tu bo çi digirî ? «

Go : “Ez bi rê ve hatim toz kete çavê min.”

Go: “Birao, ez zanim çi qewimî, belê rastî bo min bêje.”

Go: “Xûşkê, ji nik Xwedê qewimiye.”

Gotê: “Herê Zînê heçiya te gote min, min wê kir,

Min çanga kayê li koşê kir,

Ez çûm ser qebra Memê, min çêkir,

Hezar silavî min ji zehrî Zînê lê kir.”

Go: “Subhan ji vî qadirî, Memê Ala silava min vedave.

Gote min:”Silava te û Zînê ser ser û herdu çav e.”

Go: “Ji evro heta roja heştê,

Memê û Zînê vêgra diçim (diçin) behiştê.”

Zînê ji wê derê rabû çûye,

Rabû kar û barê xwe kiriye,

Roja heştê Zîn jî miriye.

Gunehê xwe kirin stoyê birayê xwe, go:

Da tu bizanî min (mi) jig (jî) tenişta Memê Ala veşêrin.”

Rabûn herem hatin Zîn şusşin, tobekê kitan jê ra kirrîn, bir qebristanê nig Memê Ala veşart. Rabûn vê carê heçî mîr Zeydîn bi deh mala îna danîn wê derê, Quran li ser xwand.[11][11]

Ji roja êkşembê heta înê, “dewrî Yasîn ser qebristanê bêjin.” Mîr Zeydîn ferman kir:

Heçî bête ser qebristanê Mem û Zînê,

Ew bila çu çeka gel xwe ne înê. »

Hefd (heft) rojê wî temam bûn, Qeretajdîn rabû xencera xwe asê kir (veşart), çû li ser qebristanê fikirî Bekoyê nee’letî vê li wê derê, Bekoyî ji wê derê rabû, hemî cindiyê Bohta vê rûniştîn, go: « Fikirin ser dinyaê Zînê va nebû, li bin dinyaê belayê xwe jê venakit. »

Îna xelkê gotê: « Malxerab, te li ser dinyaê bela xwe ji Zîn û Memê venekir, tu li bin dinyaê bela xwe jê venakî. »

Îna rabû go: « Memê Ala vê çûyî qebra Zînê da. »

Mîr go: « Kuro, rabin qebra Zînê bikolin. « Wekî rabûn qebra Zînê kola(n), fikirî Zîn vê hatî li qebra Memê da. Dilê mîr Zeydîn şewitî, îna go :

« Heyla taû’na (pirka reş) He’lebê li mala babê Beko ketî. »

Go: « Kulmal, Beko Dexretêna. »

Qeretajdîn rabû ser xwe, destê xwe avêt gehpira stoyê Bekoyê nee’letî, xencer ji ber pişta xwe kêşa, Beko da ber xencerê. Dilopeke xwîn çû li nêv (bêna) herduwa. Her vê gavê bû diriyek li nav (bêna) herdu şîm (şîn) bû. Her vê gavê Zîn çû li qebra xwe da. Memê Ala ma li cih da, vê carê ax avête ser. Herdu veşartin, vegeran hatim (hatin) mal. Ji wêrê hatim (hatin), reh’me li dêy babêd (ê) guhdara.

[1][1] ) Ez ji Xwedê bêtir nînim (mebest : ew bi tenê ye, ez jî dixwazim bi tenê xwe bm)

[2][2] ) Gelek caran wek Qeretajdîn hatiye nivisîn.

[3][3] ) Mebest di vir da dîwana mîr Zeydîn e.

[4][4] ) Mebest têkiliya wê bi kesekî re çênebûye, ji ber ku pişt re Zînê diçe ser avê wek her keçek kurd.

[5][5] ) Li ber vê (tembûr û santûr) hatiye nivisandin.

[6][6] ) Memo fikirî

[7][7] ) Di vir da Mem Şezadê şahê Yemenê ye.. Diyar e stranbêj vedigere dema Eyûbiyan, ku hîngê padişahê Yemenê Kurd bûye. Ji ber ku Mem bi Kurdî li gel xelkê Cizîra Bohta dipeyive. [Cankurd]

[8][8] ) Mebest: Çitreng e (Şetrenc e).

[9][9] ) Ji qun: li ber hatiye nivisîn (ji qu ve), dibe jî (ji xwe ve ) ye.

[10][10] ) Fîl û feres (hesp) ji kevirkên Çitrengê ne

[11][11] ) Di vir da ev pevek hatiye, lê nizanim ji bo çi : (qeyda Kirmaniciyê ev e)

Mem û Zîn

[Berhevoka Albert Socin û Eugen Prym]

[Sala 1889ê Pêtersbourg-Rûsiya]

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s