Tarîstan

Cankurd

Ji tarîstanê dengek tê,

Wekî reşbayê çola tê:

Dibêje min “Te ez hêştim..

ji boyî kê?

ji boyî kê?..”

Li Kurdistanê geryame,

Mi got belkî di xew da me,

Welatê min gelek naz e,

Neyaran bir ji nêva me..

Ji Kurdistanê dengek tê,

Wekî pêlên di derya tê,

Dibêje min:” Te ez hêştim..

Ji boyî kê?

Ji boyî kê…?”

Li Kurdistanê cî nîne,

Hemî şervan û kuştî ne,

Şehîdên me li sînoran,

Bi porê reş veşirtîne..

Ji tarîstanê dengek tê,

Wekî bahozê berfê tê:

” Emê çawa welêt berdin ?

Ji boyî kê?

Ji boyî kê?…”

Welatê min gelek jar e,

Bi “Azadî” re dildar e,

Erê tarî sitemkar e,

Belê hêrsa me dijwar e,

Ji Kurdistanê dengek tê,

Wekî hurmîna şêran tê,

Dibêje min:”Emê rabin,

Tevî dijmin ji dêwa bin..”

Ji tarîstanê dengek tê,

Wekî reşbayê çolan tê:

Dibêje min “Te ez hêştim..

ji boyî kê?

ji boyî kê?..”

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s