Serhildana qehremanê kurd Simko (1921‑1930)

Cankurd / 1989

Ji dema cenga (1828‑1829)´an ve, ya ku di navbera Imperatoriya Rusî û xîlafeta Osmanî de, têkiliyên rengareng di nava Kurd û Urisan de, pêda bûn. Ji wê demê ve bi sed hezaran Kurd, li ber hêrişên hov ên leşkerên osmanî  reviyane, û bi taybetî kurdên, ku di Qafqasiya de bi cî û war bûne. pişt re Urisan ew herêm xistine bin zora xwe û bi wê şêweyê ewan ji lêdanên turkan hatine parastin. Lê piştvaniya Urisan ji bo malmezin û serekên êlan, bi armanceke ramyarî bû çiku çavên Urisan ji destpêka sedsala nozdehan ve li herêma Kurdistanê bûn. Hinek ji axa Kurdistanê di dema wê cengê de kete bin destê Urisan. Dîrok ji me re diyar dike, ku kurdên şeddadî di navbera (951‑1174)an de li bakurê Kurdistanê û Qafqasiya deselatiyek bi nav û deng avakiribûn.

Ji wan deman  ve, kurdên Yezîdî û Ermeniyan Uris ji xwe re piştegîr û hevalbend dîtibûn û dema, ku Uris ketin Beyzîdê, mîrê kurd Yezdan şêr alîkarî ji Urisan xwast, bi mebesta derkirina Turkan ji Kurdistanê.

Mîna Yezdan şêr, di dema berî serhildana 1880´ê de, Rêberê kurd ê navdar Şeyx Ubeydullah Nehrî, li dijî rovîtiya Ingilîzan, pesna Urisan dida û didît, ku hevkarî li gel wan gavekî zor giringe bo rizgarkirina Kurdan ji setemkariya Osmanî  û hovîtiya farisî.

Ji aliyê stratejî ve, rojavayê Iranê an rojhilatê Kurdistanê herêmeka gelek giringe, ne tenê bo Kurd û Faris û Turkan, lê ji bo hêzên kolonyalîst jî. Kurd rûniştvanên herdu wilayetên Kermenşah û Erdelan in, pareka ji wilayeta Azerbeycan û teviya Loristanê. Bi ser van deran ve jî, li hinek herêmên Iranê yên din, mîna Mazinderan û Xurasanê bi darê zorê û hovîtî, seranserî dîrokê, ji aliyê dijminên netewa kurd ve hatine belav kirin.

Lê giringiya Kurdistanê li ba Urisan, piştî avakirina alayên Hemîdî berçav bû û ji wê demê ve Urisan bala xwe bêhtir dan ser nûçeyên Kurdistanê û li ser gelê Kurd nivîs nivîsandin û têkilî bi wan re xurt kirin. Destpêk bi rêya serhêzên leşkerî û piştî demekê bi rêya rojhilatnas û kurdnasan.

Turkan bi lez û bez ramyariya xwe ya, ku dijî kurdane guhartin, leşkerê xwe li gel hinek caşên kurd sala 1907´ê şiyandin herêma Sablaxê (Mehabadê) û gava dîtin, ku Uris dixwazin di Iranê de xwe bi cih bikin, sala 1909´ê pareka dî ji leşkerê xwe xistin rojhilata Kurdistanê. Lê bi rastî Ingilîzan li gel Urisan di meha tebaxê 1907´ê de peyman dana bûn, ku Imperatoriya Farisî di navbera xwe de par bikin, bakur bo Rusiya û başûr bo Ingilîzan û di nav herdu herêman de herêmeka bê alî hebe.

Di sala 1909´ê de Urisan piştgirtiya şahê Iranî kirin, bi mebesta derkirina Destûr-parêzan û ji wa demê ve hêzên xwe di Azerbeycanê û bakurê Iranê de bi cî kirin.

Mîrê kurd Ismaîlê şikakî Simko (1875‑1930) hebûna Urisan di Azerbeycanê de nepejirand û li dijî wan û dijî deselatiya farisî bi 3000 suwar şerkir û serî hilda.

Lê di bin hikarî û posîdeyên Roşenbîrê kurd ê navdar Ebdulrezzaq Bedirxan de bingeha ramyariya xwe guhart û bi şêweyekî dî li Urisan nihêrî. Hişyariya netewî û zordariya dijwar û nediristbûna têkiliyên serdestî yên, ku ji aliyê Uris, Turk û Farisan ve, di dema cenga cîhanî ya yekem de dij gelê Kurd pêkhatine û destazadbûna mîrnişînên kurdî, bûn sedemên şoriş û serhildanekî nû di rojhilatê Kurdistanê de.

Reva sermîriya Turkî ya nûjen di cenga Belqanê de (1911‑1912)´an, li gel xurtbûna komik û sazmanên ramyarî yên bakurê Kurdistanê, û bi taybetî civîna Gulanê ya sala 1912´ê, bo amadekirina serhildanekî netewî, derkirina Turkan ji welêt, avakirina sermîriyeka yekcar û daxweyakirina Kurdistanekî serbixwe, bo Simko palpişt û hêviyeka mezin bûn û hişyariya wî ya netewî xurttir kirin.

Wê demê, serhildan li Sêrtê, Xarzan, Botan, şêrwan, Iron, Xêzan, Xabûd, Mardîn, Nuseybîn, Mîdiyan, Cizrê, Silîvan, zaxo, staxêr, Suleymaniyê û Kerkokê çêbû û Kurdan hêriş birin ser deselatgeh û cebilxane yên Turkî. Bedirxaniyan hêvî dikirin, ku Kurdistan jî, mîna wîlayatên almanî bibe girêdayiyê Imperatoriya Rusî. sazmanên kurdî yên jêrzemînî neaşkere wek Irşad  (Rêşanîkirin) gelek xurt bûn.

Ingilîzan jî mîna Urisan bala xwe kişandin ser Kurdistanê û hêviya hembêzkirina tevgera netewa kurd kirin.

Leşkerê turk bi hovîtiyeka bê nîşe şorişa Kurdan pelixand, bi îşkencê, wêrankirin, kuştin û belavkirinê zora Kurdan bir, gelek Kurd wê demê bi serbilindî çûn ber kêndirên darvekirinê. Mela Resulê qehreman, li ber darvekirinê got; ku baweriya wî bi rizgariya gelê kurd ji zordestiya Turkî mezin e. Sermîriya Turkî belavkir, ku hinek tiliyên ji derve ve û bi taybetî yên Sawît begê, Kamil Bedirxan û Simko, li gel ên balyozxane ya Rusî di va serhildanê de hene, û bi şêweyekî mîrî li ba sermîriya Rusî dijî Simko û Evdilrezzaq Bedirxan protesto kir. Bersiva Urisan ew bû, ku serhildana Kurdan encama rewşa civakî û deselatiya jar a turkan e.

Wilo ji me re diyar dibe, Simko ne mîna, Guenther Deschner ê almanî dibîne ku; Simko ne mîna Roben Hood bû û ne jî pişthespekî (suwar) mîna yên çîrokên Karl May bû. Simko li ba Turkan, Farisan, Urisan û emê bibînin, ku li ba Ingilîzan jî mirovekî xwedî armancekî ramyarî û hêzeka netewî bû.

Mustefa paşa Yamulkî – li ser jîna Yamulkî vegere Al-Istîklal a erebî, hej. 18/1997 – roja 12.12.1921 nameyekê ji Suleymaniyê bo kurê xwe yê mezin Ebdulezîz Beg li ser têkiliya xwe bi Simko re dişîne, têde hevpeyvînek dirêj li gel Simko heye, emê careke dî vegerin ser wê hevpeyvînê, lê bersiva pirsa wî yekemîn wilo ye:

” Pirs : Tu çi hêvîdikî ji van livbaziyên, ku te di van herdu salên dawîî de li dijî sermîriya Iranî kirine?

Bersiv: Sermîriya îranî setemkarî û hêrişê tîne ser Kurdan, û min jî xebata xwe dikim, bo rizgarkirina wan ji deselatiya îranî, lewre min biryar da, ku – di sala çûyî de – ez şarê Urmiye û derdorên wê, û şarê Selmasê bistînim û îsal jî me şarê Sawblax (Mehabad) ji dest îraniyan derxist.” (Binêr Alaya Islam, hej. 2 / 1996 ya hevbendiya Xwendevanên musilman li Kurdistanê)

Simko di jîna xwe de, bi gelek buyerên herêmê hikar bû, û bi taybetî buyera kuştina birayê wî yê mezintir Cafer axa ji aliyê Moxtî şemsê, ku wê demê qeralê Azerbeycanê bû û kurê şahê Iranê bû. Cafer axa serekê êla şikak (şah Kak an şêx Kak) bû. şikak yek ji êlên Kurdistanê yên bi nav û deng e, di dema damezrandina komara Mehabadê de ev êl dora 40.000 mirov bû, di navbera bakurê Suleymaniyê û rojavayê Urmiyê de bi cî û war buye, salê sê mehan di kon û çadiran de rûdiniştin, ji malbatên va êlê dora 1500 mal li dorhêla Selmasê rûdinişin. şikak ji pênc parane: şikak, şikoftî, Mukrî, şawelî (şah welî) û Botan. Weke ku dîrokvan dibêjin, zimanê Mukriyan zimanê dewleta Mîdî bû, ya ku sala 550 berî zayîna Isa – Silava Xwedê lê be – hatiye roxandin û serbinkirin. Éla şikakan wan nexşên ser dîwarên bajarê Pirsîpolês ê, ku berî Zayînê bi 600 sal paytextê Exmîniyan bû û niha li bakurê şîrazê ye tîne bîra mirovan.

Li gor êlên kurdan yên din, mîna Celalî (25000 kes), Hirkî (20000 kes), Kilhor (12000 kes), Mîlanî (10000 kes), Begzade ( 5000 kes) û gelek komikên din ên, ku di wê demê de, wilo xurt bûn, tê dîtin, ku şikak mezintirîn hêza aborî û leşkerî ya rojhilata Kurdistanê bû.

Sala 1907′ê, ji ber ku şahê Iranê ji Kurdan ditirsiya, birayê Simko (Cafer axa) bi rêya karbidestên Tebrîzê vexwendiyê hevdîtinekê kir û li wir Cafer axa bi xinzî û nizimî hat kuştin.  Ev bûyer bû sedemek ji sedemên serhildana Simko, lê ne mîna ku hinek dîrokvan dibînin, ku tenê tolhildan û xwînrêtin di mejiyê Simko de hebûn. Simko, mîna mirovekî kurd ê berpirs, piştî kuştina Cafer axa, dît ku eger ew tola birayê xwe hilnede, wê di nava êl û malmezinên Kurdan de piçûk û kêm be.

Evdilrezzaq Bedirxan ê ku di maleka Kurda ya welatî de mezin bûbû û bi hozanvanên mîna Hacî Qadir Koy, Evdilrehîmê Hikarî û gelek kesên roşenbîr hikar bûbû, û bi taybetî roşenbîrên biyanî, ji ber zanîna wî bi zimanên Frensî û Rusî, mirovekî şareza bû û gelek kar û barên diplomasî jî kiribûn. Lewma mîna mirovekî jîr û çavvekirî li ba Simko hatibû naskirin, lê li ba Turkan mîna dijminekî serek bû di Kurdistanê de. Hevdîtina Simko û Evdilrezzaq Bedirxan, hevkariya (Zor û Zanînê) nîşan dide, ewan bo dijminên gelê me bûn sedema dijwariyê û tirsê.

Evdilrezzaq dostê bavê Simko bû û hikariya xwe jî li Simko ji zû de kiribû. Evdilrezzaq xebitiye, ku hikariya Urisan di Kurdistanê de xurt bibe, ku Kurd kanibin nîrê zordariya Turkî ji ser milên xwe bavêjin.

Dr. Celîlê Celîl tîne ziman, ku di salên 1912‑1913´an de Simko, li gel Evdilrezzaq Bedirxan Komeleyekî kurdî, bo hînkirinê (Gîhandî) li şarê Xoy avakiribû û gelek kurdên bi hêz û maldarên niyas têda cî girtibûn. Armanca komelê:

Avakirina dibistanan, derhînana govar û rojnameyan, danîna Elîf­bayeka kurdî ya nûjen û şiyandina ciwanên kurd bo, ku li Rusiya fêrbibin zanînên nûjen.” Serokê va komelê jî Evdilrezzaq bû.“

Xweya dike, ku Evdilrezzaq xwestiye têkilî û pêwendiyên Kurdan bi Urisan re çêbike. Lewma xebitiye, ku bi navê komelê ev têkilî xurt bibe. Wî didît, ku nivîsîna bi tîpên rûsî, wê fêrbûna zimanê rûsî, yê ku ji Kurdan re giringe, asan bike. Li ser va bingehê bi hinek rojhilatnasên Uris re peyivî bû, ji wan xwestibû, ku ewana  wergerandinê di nava çanda kurdî û ya Rusî de bikin û tora kurdî wergerînin zimanên europî yên din jî. Simko, bo komelê malê “ZEKAT” dicivand. Gava komelê dibistan vekirin, nûnerên Europaiyan bi dengekî bilind li dij rawestiyan, gelek gotinên pîs û dijûn li ser Simko derxistin nav gel, ji gelê kurd xwestin, ku kesek Zekatê nede Simko. Ajanên Turkiyê û Iranê bi  hev re    geriyan û bangeşiya dij Simko belavkirin, dikirin û dixebitîn, ku Kurdan li Simko rakin û gotin, ku Simko dixwaze Kurdên musilman bike filleh. Ajanên Europayê dîtin, ku vekirina dibistanên kurdî têkilî û pêwendiya bi welatekî biyanî re ye. Wan bi xwe jî pesna têkilî û pêwendiyên Dewleta Osmanî yên derve dikirin. Lê gelê me guh neda wan û dibistan vebû. Serekê hêzên Urisan, General Vîsiliofiskî û serhêzên din ên herêma Xoy û parêzkarê herêmê Mîr Emced û gelek malmezinên Kurdan vexwendiyê roja vekirinê bûn. Bo parastina 29 zarowên kurd ji Ciyarîk, Somay, Biradost û Xaydarê, ên ku bi cilên nûjen û kumên qewqazî yên sipî; Simko 40 suwar amadekir, telegram  di  wa rojê de gihan Tehran, Tebrîz û Istanbolê, ku Kurdan bajarê Xoy zeptkirin. Evdilrezzaq û Simko bo destpêka xwendinê li pêş gel axivîn, nameyek bi navê gelê kurd hinartin bo Qeyserê Rusî û bersiv ji aliyê wezîrê derve yê Rusî ve hat, têde vekirina dibistanê û xebata Simko spaskir. Evdilrezzaq Bedirxan jî gote Urisan; eger bizava Kurdan bi aşîtî negihîne çi armancan, ew amadeye bo serhildanekî gelêrî, ji bo serxwebûna Kurdistan. Ev têkiliya Simko û Evdilrezzaq ji demeka zû de ye. Bavê Simko, yê ku bi Evdilrezzaq re demekî li Istanbolê mabû, li gel wî hatibû girtin, surgunî Trîpolî (Tirablusê) bûbû û li wir jî bavê Simko di bin îşkencê de mir. Evdilrezzaq Bedirxan, ji destpêka sedsala bîstan ve, rolekî netewî yê mezin, mîna rêberekî navdar leyistiye û bi taybetî piştî “Destûr” a sala 1908′ê li Istanbolê. Lê li ba turkan her wekî çavdêrekî Rusî hatiye dîtin û gumankirin. Bi rêya wî jî têkiliya Simko bi serokê Aşûrî yê namdar Petrus Ilof re çêbuye.

Bê guman pilanekî Evdilrezzaq Bedirxan yê bo serxwebûnê hebuye û Simko jî ew dizanî û bi  hev re    bo bi cih anîna wê pilanê dixebitîn.

Berî ku cenga cîhanî ya yekem destpêbike, Urisan hêza xwe di bakur û rojavayê Iranê de pirtir kiribû, baweriya wan bi Evdilrezzaq û Simko re jî seda‑sed dijî xewn û daxwazên turkan bûn. Li ser va bingehê Simko bû berpirsê parêzgeha Sînorê , ya ku li Kator bû û têde cebilxana Rusî hebû. Rojhilatnas û dîplomatên Rusî yên mîna Çêrkov, Gordlîfskî û Hekîmovîç têkilî û pêwendî û bawerî di navbera Kurd û Urisan de peydakiribûn, çi bi nivîsên xwe û çi bi gotin û belavkirinên çandeyî yên li ser Kurdan.

Ji aliyê dî ve, şêx Taha jî yek ji kesên ku sireka mezin di jîn û xebata Simko de leystiye. Ew jî ji malbata şêx Ubeyd­ullah ê Nehrî ye. şêx Taha xebitiye, ku têkilî û pêwendiyên Kurdan bi Ingilîzan re hebin, û piştî cenga cîhanê ya yekemîn gelek caran li gel Ingilîzan rûniştiye û xwestiye, ku alî­kariya wî û Simko, bo damezrandina dewletekî kurdî bikin. şêx Taha jî, mîna Evdilrezzaq Bedirxan bo vekirina komelekî bi navê (Hogirî) li Rewandizê xebitiye.

Di rojên dawiyê ji sala 1912′ê, gava serokê leşkerê Turkî, derbas bûye rojhilata Kurdistanê, bi mebesta bi cih kirina Evdilrezzaq Bedirxan û şopandina wî, tirseka mezin ketiye dilê wî Turkî, ku ji bajarê Xoy biçe Katorê, ji ber ku leşkerê Simko di wê herêmê de xurt bû û gava ew bi şaşî bi ser mala Simko ve hatiye, li “Çiyarî‑ Kala”, nizanî bû çi bo Simko bibêje. Di cih de hêvîkir, ku wî bigihînin sînorê Turkiyê. Simko bi hişkî bi wî re axivî û ji turkan xwest, ku careka dî derbas nebin welatê wî.

Sir Edmonds ê îngilîzî dibêje, ku Di sala 1913′ê de, bi hikariya hebûna Uris û Turkan di Kurdistanê de, komîtiyeka sînorê hat peydakirin, sînor di nava Iran û dewleta osmanî de bi şêweyekî navnetewî biryarkir û bi wa rengî Kurdistan hat parvekirin. Ev parkirina jî bû sedemek bo jarkirina hemû tevgerên ramyarî yên kurdî di çerxa nû de.

Li Urmiyê, hindikiyeka filleh hebû, taxeka bajêr ji wan bû. Di dîrokê de, bi musilmanan re mîna hevserên sirûştî dijiyan û bazarvanî dikirin,heya ku hikarî û posîdeya Ingilîzan berî cenga cîhanî ya yekem  di herêmê de peyda bû. Ji wê demê ve Ingilîz xebitîn, ku di nava Asûriyan û Kurdan de dijminahiyê peyda bikin.

Mamoste Pêreş ji rojnameya Times a londonî wergirtiye, ku Serkarê berê yê wezareta Koloniyan ê îngilîz, di mafê serpêhatiya Asûriyan de gotiye, ku bo kêmkirina dayînên terazûnê (mîzaniyet) bi milyonan, Ingilîzan Asûrî mîna hêzên piştvan ji çekê xwe yî asimanî re bikaranîne. Hêzên wan di livbaziyan de xedar û jêhatî bûn, û heznekirina gel ji wan, ji ber şaşiyên wan bû. Lê diyare, ku ewana mîna acetekî di dest biyaniyan de hatine dîtin.

Ingilîzan her û her xwe mîna parêzvanekî fillehan di koloniyên xwe de didîtin û bi wî rengî maf didan xwe bo mêtina xêr û bêrên welatên dagîrkirî û hêrişkirina ser wan.

Zordariya Asûriyên, ku xwe kiribûn destikê kêrê ji Uris û şahê Iranî re, giha bû qonaxeka mezin. Dibêjin ku suwarên wan Kurd digirtin, rêz dikirin û ji wan dixwastin, ku bibezin. É ku 20 gavan bibeze wê sed Tomanan bistîne, ê ku 40 gavan bibeze, wê sêsed Tomanan bistîne, lê ê ku bêhtir bibeze, wê çarsed Tomanan bistîne. Gava mirovên kurd dibezîn, ku Tomanên xwe bistînin, seriyên wan dihatin birrîn û hesinekî, ku di agirê de sor bûye didan ser qirkên wan ên bê serî diman. Navê wê lîstikê kiribûn “Bezîna Kurdan”.

Di destpêka cenga cîhanî ya yekê de, hêzên Turkî yên Itîhadî di rojhilatê Kurdistanê de cih girtibûn û hinde êlên Kurdan jî bi aliyê xwe xistibûn. Armancên xwe yên ramyarî bi rêya cudahiya “mezhebî” ya, ku di nava Kurd û Farisan de bi cih anîbûn û hêzên xwe yên jar bi piştgirtina Kurdan xurt kiribûn. Lê pir dirêj nekir, piştî 5 mehan  Urisan heyanî Urmiyê ji dest wan girtin û fillehên, ku ji ber Turkan dinalîn, ji Urisan re bûn piştvan û çavdêrî ji wan re kirin. Urisan baweriya xwe bêhtir bi wan dikir, ne bi kurdên, ku piraniya wan musilman in. Simko û hinek dî hatin girtin û ewan şiyandin Georgia. Kurdan dijî va yekê serî hildan û çende êlên kurdî, bi hevkariya çavdêrekî alman, hêriş ser hêzên Rusî kirin û nehêştin, ku Uris pêşve bên. Berxwedana wan êlan 8 mehan dirêjkir. Ji ber vê yekê û ji ber ku li Hemedanê 10.000 serbazên kurd di nava 18.000 ên leşkerê Turkî de hebûn, Urisan pilana xwe beranberî Kurdan guhartin. Simko berdan û xwestin, ku bi wî re têkilî û pêwendiyê peyda bikin.

Di cengê de çi hêza netewî an oldarî bi serê xwe nema. Fillehên Urmiyê xwe dan rex biyaniyên mîna Ingilîz, Uris û Firansizan û gelek musilmanan xwe dan rex dewleta osmanî. Kolonyalîstên Europayê ne tenê fillehên herêmê bo xwe kiribûn millîs û pêşhêz, bi wan re gelek Afrîkî û Hinistanî jî anî bûn rojhilata  navîn, bi mebesta şikandina hêzên osmanî. Bi rêya Misyonê (Mission) dibistanên fillehan li Hekarî û Reşqoçanê vekirin, û ji aliyê Konsulê îngilîzî yê Wan’ê ve hatin xurtkirin û parastin. Misyonerên Emerîkî ji sala 1820′ê ve di Kurdistanê de bi cih bûbûn û ji xwe re , bi taybetî li Tebrîzê, li kesên olsist û “çav‑vekirî” digeriyan. Biyaniyan di nava musilman û fillehan de dîwarekî dijminahiyê peydakirin.

Berî wan misyonan, têkiliyên musilman û fillehan li Hekarê û Behdînan çi caran pîs nebûn. Wilo jî di dema şêx Ubeydullah Nehrî û şêx Evdilselam Barzanî de. Eve jî ji aliyê çend rojhilatnasên rojavayî ve hatiye bi cih kirin. Lê ji destpêka cenga cîhanî ya yekê ve fillehan ramiyariyeka ber bi Europa  û Rusiya ve bi rê ve birin. Osmaniyan jî ji hêla xwe ve, bi navê Islam û Xîlafetê kurdên Musilman dij wan tûj kirin. Ji aliyekî dî ve jî têkilî di nava Faris û Kurdan de ber bi nebaşiyê ve çûbû. Bi taybetî piştî kuştina Cafer axa birayê Simko.

Konsulê Emerîkî Gordon Paddock yê ku li Tebrîzê bû, piştgîrê karê misyonariyê bû. Têkiliya wî jî bi Simko re çêbû bû û bo wî 5000 Dollar ên zîvî anîbûn, ku Simko razî bike; bo rêdayîna misyona fillehî di Kurdistanê de. Ew li ser Simko wilo dibêje:

Simko mêrekî ciwan, baş û jîr bû, di derdoreka zorê de mezin  bûbû û kuştina birayê wî yê, ku bi deh salan ji wî mezintir bû, ji bîra wî nediçû.”

Payîza sala 1915′ê 25000 filleh ji herêma Hekarî ji ber hêrişên Turkan reviyan û ber bi Urmiyê ve hatin, di rêya xwe de, bi zora 5000 tivingên Rusî û 6000 pişthesp û peyan, mal û gundên Kurdan talan kirin. Lê gava ewan gihan Urmiyê, Urisan ji wan xwestin, ku dijî Turkan şer bikin. Misyonariya emerîkî ya, ku ewan xistibûn bin basikên xwe, rê da wan, bo parastina sûd û daxwazên emerîkî di herêmê de, ku li dij musilmanan şer bikin.

Hesen Erfa yê, ku wê demê serleşkerekî îranî bû û dijî Simko şerkiribû, dibêje, ku fillehan dixwestin, bi piştgirtina Uris û Emerîkan, û bi rêberiya serokê wan Mar şamon û Petrus axa, li Urmiyê û Salmasê dewletekê ji xwe re ava bikin. û wilo em têdigihînin, çuqas evana bi soz û pilanên biyaniyan hatibûn xapandin, ji ber ku ciyê ku dixwestin têde dewletekê bo xwe çêbikin Kurdistan e û çi caran wê Kurd bêdeng li hember bûyereka wilo nemînin. Simko heya wê demê li dora xwe temşa dikir û dizanî, ku wê Uris û Emerîkan li hember wî rawestin, eger ew nerazîbûna xwe nîşan bide. Lewma ew li hêviya guhartinekî hêzan bû û li benda rawestana cenga cîhanî mabû. Li ser bingeha va ramanê têkilî û pêwendiyên xwe bi Mar şamon re xurt kirin, ku nehêlibe biyanî Kurd û Asûriyan berdin hev û li dij hev û din bi kar bînin.

Di destpêka cengê de, sala 1914′ê Simko, Evdilrezzaq beg  û şêx Taha Nehrî li gel sermîriya qeyserî a Rusiya peymanek pêkhanîn û bi hev re soz û peymana xebatekî hevkar bo avakirina dewletekî kurdî dabûn. Ev peyman heyanî serketina şorişa Oktober a 1917′ê mabû, lê piştî serketina şorişê wan dît, ku rewşa teviya Rusiya ne amadeye, bo bi cih anîna wê peymanê, lewma serekên Kurdan vegeriyan Turkiyê. Evdilrezzaq Bedirxan di cih de hat girtin û li Mûsilê berî, ku tiştekî jê bipirsin hat darvekirin. Seyid Taha û Simko nehatin girtin û kanîbûn xwe ji kuştinê bidin aliyekî.

W. Eagleton ê emerîkî di nivîsara, ku li ser komara Mihabadê nivîsiye, dibêje, ku di dema cenga cîhanê ya yekê de rabûn û rûniştina ramyarî ya serekên Kurdan, ên oldar û yên êlperest û burciwaziyên bajaran û roşenbîran li hember bûyerên cîhanî, li ser bingeha sûd û berjewenda kesanî û cihderî bûne, an jî ji daxwazên xwerû, ku dibe li herêmeka fireh jî belav bûbûn, lê ji hev cudabûn û dijheviya bo serokatiyê, hêrişên êlan û komployên ramyarî û pevçûnên oldar û hinek tiştên mîna wan hikarî li wan dikirin, lê li ba çendekan ji wan pirs pirsa netewiya kurdî ya dirist bû.

Eve bi rastî heya niha jî di Kurdistanê de wilo ye, lê bêguman kesên, ku di wan nîrên navnetewî yên dijwar de bo pirsa Kurdistanekî serbixwe seriyên xwe erzan dane, pirsa kesanî ne ji ya netewî giringtir bû. Nimûneya van kesên welatparêz jî Evdilrezzaq Bedirxan bû.

Weke em dizanin, di dîrokê de, dijminahiyeka mezin û dirêj her di nava dewleta osmanî û qeyseriya Rusî de hebû. Lewre Urisan ji xwe re standina Kurdistanê ji dest Turkan, her kiribû armanc û ji bo wê armancê xebitiye. Di destpêka sala 1916′ê de leşkerên rusî pareke mezin ji Kurdistanê, heyanî Rojavayê Erzincanê û başûrê Rewandizê kirin bin destên xwe û xebatekî mezin nîşan dan, bo standina Mûsilê, bi rêya herêmên Barzaniyan û Xaneqînê, lê ji ber ku li Rusiya serhildana komonîst destpêkir, hêzên Rusî xwe ji Kurdistanê bê dil û bê mirûz vekişandin û di vegera xwe de qirkirinên bê nîşe dijî Kurdan kirin û bi taybetî li herêma Barzan û Rewandizê.

Basîl Nîkîtîn dibêje, ku di dawiya sala 1917′ê de mirovek hat baregeha wî ya konsulî li Urmiyê, ew mirov bi navê komela (Serxwebûna Kurdistanê) axivî û nameyek ji aliyê şêx Taha ve bo konsulê Rusî anî, bi mebesta hevkariyê dijî Turakn, ku Kurdistan bite rizgarkirin. Li gorî dîtina Basîl Nîkîtîn, şêx Taha yê ku ji zîndanên Rusiya ya Qeyserî reviya ye, kurê birayê şêx Evdilqadir e. şêx Taha heyanî 1917′ê li Istanbolê mabû, pişt re koçkir Mekkê, ba şahê Ereban Husên.Di sala 1925′ê de Turkan ew li bajarê Diyarbekirê bi dar ve kirin.

Berî rawestana cengê bi çend mehan. Di 25.02.1918′ê de Simko û Mar şamon li Koneşehir li hev rûniştin û wî xweş dizanî, ku gelê kurd bi wa rûniştinê neraziye:

Yek – ji ber ku Mar şamon teviya welatê Kurdan, yê di rêya wî de bû, û bi taybetî Mergewer û Tergewer, talan û wêran kiribû.

Du -  Ji ber ku ew dixwaze di Kurdistanê de dewletekî asûrî bo fillehan çêbike.

Lê xweya dibe, ku Simko ne ji dil de têkilî bi Mar şamon re çêkiribû.  Ew li gorî pilanekî xwe dilivî. Simko di wa hevdîtinê de Mar şamon da kuştin. şerek di navbera hêzên wî û yên fillehan de pêkhat, gelek ji fillehan hatin kuştin, ên mane jî reviyan Hemedanê û xwe xistin bin basikên Ingilîzan. Pişt re Ingilîzan ewan birin Iraqê, herêma Baqobê û li wir ji xwe re ewana kirin Millîsên Lîfî yên dijî şêx Mehmûdê Berzincî ajotin qadên cengê û bi wan gelek kuştin û wêranî di Kurdistanê de kirin.

Di 08.01.1918′ê serokê Emerîkî Willson li pêş kongires a emerîkî got, ku pêwîste bo hindikiyên netewî yên ne turk û di çarçiva imperatoriya osmanî de dijîn, bergeha standina mafên wan ên bêkêmanî di serxwebûnê de bite dayîn, bê ku kesek destê xwe têxîne di nav de an jî hikariya xwe li wan bike.

Ev banga Willson, bi hinde armancan bû:

Yek –  li hemberî banga şorişa Oktoberê ya bo mafê gelan bû.

Du – Ji bo tûjkirina pevçûna nava gelên dewleta osmanî bû, mîna Ereban, Kurdan û netewên din.

Sê -  Ji boyî xurtkirina hebûna emerîkî di herêma rojhilata navîn de.

Lê çiqas bibe, nebe, va bangê dilê Kurdan tijî hêvîkir, ku li dervey herêmê dewlet û mirov hene, wê alîkariya serxwebûna wan bikin, lê bi rastî, dîrok bo Kurdan roj bi roj tarîtir û reştir bû. Kuştina Mar şamon jî, li ba welatên fillehan nav û dengê Simko û yê tevgera kurdî jî pîskir, û em xweş dizanin, ku mayîna Mar şamon wê rewşa Kurdan pîstir û dijwartir bikira, û ji va yekê pêve jî, Mar şamon û Asûyriyên wî di Kurdistanê de gelek xwîn rêtibûn. Lê gava bangeşiya (Propaganda) neyar xurttir be, ew dikare hemû rastiyên dîrokî û bûyeran biguhêre û Kurdan her û her mîna hovan diyar bike.

Di 30.10.1918′ê de cenga cîhanî ya yekê rawesta. Leşkerê turkî ji Iran û Qafqasiya derket û li rojhilatê Kurdistanê valahiyeke ramyarî peyda  bû. Ji bêhtirî 200 serbazên Iranê çi hêz dî nebûn. Diyar dikir, ku Simko bi hêztirîn kes bû di herêmê de. Farisan dît, ku bi leşker û cengê nikanin tiştekî dij Simko bikin. Berpirsê Azerbeycanê pakêtekî “şîrone” li ser navê dapîra Simko bo wî şiyand, têde bombeyek hatibû veşartin. Gava teqiya birayekî Simko hat kuştin.

Simko biryara xwe da, ku bilive û wilo di destpêka 1919′ê de hêriş ser Urmiyê kir û bangeşiya Kurdistanekî serbixwe kir. Kurdên Hekarê jî alîkariya wî kirin û di demeke kin de hêzên wî li teviya rojhilatê Kurdistanê belav bûn.

Ajana îngilîzî Bill xanim ya, ku di başûrê Kurdistanê de gelekî dij Kurdan kar kiriye li ser şêx Taha dibêje; ku armanca şêx Taha ji hatina Bexdadê ewe, ku ” berpirsên Ingilîz avakirina Kurdistanekî di bin deselatiya îngilîzî de bipejirînin, û di wê Kurdistanê de hemû kurdên Iranê jî hebin.” û gava ji wî re hatiye şirovekirin, ku Ingilîz alîkariyeke wilo nadin wî û bi taybetî bo kurdên Iranê, gelek ji Ingilîzan dilsar bû û got,ku wê Kurdistana Iranê ji Iranê cuda bibe, eger Ingilîz alîkariyê bidin an nedin.

Sala 1919′ê Bill xanimê li ser Simko nivîsandiye, ku wî biryara xwe dayî, bi qasî neynûkekê ji malê fillehan, ewê ku di cengê de ji wan standiye, li wan venagerîne û dibêje, ku baregehê Simko di çiyayên bilind de ye û tu caran kesek di wir de nikare zora wî bibe. Bi bîr û baweriya Bill xanimê, dijminahiya Simko ji Iranê re, ewa ku Ingilîzan vêre peymanekî taybetî peydakiriye, bûye sedemek, ku Ingilîz çi alîkariyê nedine wî, bo yek‑kirina netewî di nava kurdên Iran û Turkiyê de. Bi ser vê yekê ve jî, Simko, li gorî dîtina Bill xanimê ditirse, ku Ingilîz tola fillehan ji wî vedin û lewma ew xwe nêzîkî Turkan dike.

Bill xanim dibêje, ku şêx Taha mirovekî hêzdar ê berçav bû, ji aliyê ramyarî û rewanî ve, di bakurê rojhilatê Kurdistanê de. Serhildana malbata wî sala 1880′ê li Urmiyê bo wî navekî mezin bû û dêrîna (mulk) wî jî pir bû. şêx Ubeydullah li Istanbolê li gel kurê Evdilqadir girtî bû, kurê wî Evdilqadir berpirsê partiya kurdî ya netewî bû. Kurê wî yê dî şêX Siddîq hêriş biribû ser fillehan û zordarî li wan kiribû. Kurê şêx Siddîq Şêx Taha di dema berî cenga cîhanê ya yekê de mêhvanê rûmetê yê Urisan bû, û wê demê di dilê Urisan de bû, ku wî bikin serokê sermîriya Kurdistanekî serbixwe, ya di bin deselatiya Urisan de. Di rewşekî wilo de şêx Taha kanî bû, têkiliyên xwe bi Almanan re jî biparêze. Gava Uris ji wî xeyidîn, mala wî li Nehrî hilweşandin, gava sala 1916′ê di sînorê re derbas bûne. Ew ji aliyê malbatî ve merivê Simko ye û bi wî dilxweşe. Herdu mêr, şêx Taha û Simko mirovin xwehej in û yên mîna wan li Kurdistanê pirrin û ewana li pey sûd û berjewendên xwe digerin û bi carekê pirsa fillehan li ba wan ne giringe.

Şêx Taha Di 5. Gulana 1919′ê de, bo musteşarê îngilîzî yê Kerkokê dinivîse, ku Simko ji Elîxanî qeralê bajarê Xoy heznake û dixweze wî ji wir derxîne. û gava qeralê giştî yê Tebrîzê daxwaza Simko nepejirand, Simko hêriş ser Urmiyê kir û Erşed El‑Melêk kir qeralê bajêr. Dibêjin, ku Simko teviya hêza leşkerî ya farisî di bajêr de (Dora 600 cendirme bû) qirkir û kesek ji wan cendirman sax berneda. Bi ser de jî komeka mezin ji misyonar û ajanên emerîkî kuşt.  Qeralê giştî yê Tebrîzê xwe nêzîkî netewperestên turk kir, ewên ku hinek serhêzên xwe bo navberiyê şiyandin Urmiyê û di wê demê de, qeralê giştî, yê ku guman kiribû; ewê zora Kurdan bibe, ji Sawblaxê ve (Mihabadê) hêriş kir. Destpêkê kanîbû bi hêzeka ji 300 cendirman ji Karandirîfê pêşve biçe, Lê Simko ewan şikandin û ji wan herêman bidûrxistin. Ji Mihabadê jî hêza farisî ber bi herêma Soldozê ve reviya. Simko da pey wan cendirman. Qeralê giştî ji Salmasê ve hêrişeka dî bi 2000 cendirman û suwarên Qozaq anî ser Kurdan, lê ew hêrişa jî hat şikandin û Kurdan çekên wan standin. Dema ku qeralê giştî dît, ew nikare zora Kurdan bibe, rabû careka dî serhêzên Turkan bi rovîtî şiyandin ba Simko.

şêx Taha dibîne, ku di nava Turkan û qeralê giştî yê Tebrîzê de peymanekî bi dizî heye.

Cîgirt ê nûnerê giştî yê îngilîzî li Raniyê nameyeke bi dizî bo serokê xwe yê li Suleymaniyê dişîne, têde dinivîse, ku Ingilîz bixwazin an nexwazin, navê Simko mezin dimîne û di teqreqên dijî Ingilîzan de, ji aliyê bangeşiyên dijî dewletê ve, mîna mirovekî namdar, navê wî tê lêvkirin.

Wilo Bill xanimê di mafê Simko û şêx Taha de li ba serokên xwe dipeyivî û ji berpirsên xwe re dinivîsî:

Xweya dike, ku daxwazên şêx Taha ji Ingilîzan evan bûn:

1. Derxistina fermana beratkirina giştî li Kurdistanê.

2. Divê vegerandina fillehan nava Kurdan û welatê wan Kurdan nexîne bin zordariya Ermeniyan an Nistoriyan (Asûriyan).

3. Divê sermîriya îngilîzî amadebe, bo alîkariyeke mîna ya bo Iraqê, ji gelê Kurdistanê re jî.

Bersiva cîgirtê qeralê îngilîzî ev bû:

“Sermîriya şahanî ya îngilîzî wê tola xwe ji Kurdan nehilîne, wê berata giştî bide, wê di nava Kurd û Ermeniyan de aşîtiyê peyda bike û wê di kongira aşîtiya navnetewî de berjewendiyên Kurdan ji ber çavan wenda neke.”

Lê bi rastî soz û peymanên Ingilîzan tev derew bûn û tenê dixwastin baregehên xwe di Kurdistanê de xurttir bikin.

Cîgirtê konsulê îngilîzî li Hemedanê bo wezîrê karbidestê îngilîzî li Tehranê û serkarê giştî yê ku li Bexdadê, di 18.08.1921′ê de dinivîse; ku wî ji jêderekî dirist bihîstiye, ku Simko nameyek bo êlên Kurdistana Iranê hinartiye, têde pêşniyaz kiriye, ku bo roxandina zordariya sermîriya farisî rabin û soz daye wan, ku dewletekî biyanî wê alîkariya wan bike, û êlên Kurdan jî bi pejirandina pêşniyaza wî mijûl in. Wê civîneka serekên êlan di demeke nêzîk de çêbibe. Ew ji berpirsên xwe yên îngilîzî dipirse, ka tiştekî dijî Simko bikin an ne. Wezîrê îngilîzî, ji cîgirtê konsul dixwaze, ku ew xwe bigihîne serekên êlên kurdî û wan ji Simko cuda bike.

Piştî rawestana cenga cîhanî ya yekê, kongira aşîtiyê ya Sévres çardeh xalikên bernameya serokê Emerîkî Willson biryar kir û li ser vê bingehê û li gorî bendên vê peymanê, gelê kurd bo serxwebûna xwe bizavkir.

Raste, ku rojhilatê Kurdistanê neketibû bin biryarên peymana Sévres, lê rabûnên gelê me li bakurê Kurdistanê û serhildana Şêx Mehmûdê Berzincî (Binêr Rewşen, hej.3, sal 1989) li Suleymaniyê, dijî kolonyalîstên îngilîzî, têhna xwe ya şorişîn dabûn teviya welatê me û hêviya standina mafê netewî li ba Simko xurtkirin.

Piştî peymana Sévres, Simko lêdaneke mezin li leşkerê farisî xist, ewa ku hêriş anîbû ser Mihabadê û ji 2000 serbaz bû. Faris reviyan û li şûn xwe du top ên Rusî yên giran, gelek çek û tivingan hêştin.

Di sala 1921′ê de bajarên Mehabad, Baneh, Marage û Miyawinduwab ketibûn bin alaya Simko. Hemû Kurdên bi şeref û namûs li gel wî bûn û çi deng ji yê serxwebûna Kurdistanê bilindtir tune bû. Heyanî 1922′ê serketinên Simko li pey hev dihatin û peymana Sévres ruh û xwîn berda bû damarên tevgera kurdî, ku civata navnetewî mafê gelê Kurd di serxwebûnê de pejirandiye û dadmend dîtiye.

Di 21.02.1921′ê de Riza Xan ê , ku berê serekê Kozakan bû, hêriş anî ser Tehranê, şah Ehmedê, ku jar bûbû bêhêz kir û bîzaveka mîna ya Mustefa Kemal paşa ajot, ku Iranê bi aborî û şaristaniya Europî ve girê bide. Yek ji armancên wî hilweşandina deselatiya êlan bû, bi rêya belavkirin û ji cîhilkirina serekên êl û malbatên wan û destdayîna ser hebûnên wan. Gelek êlên Kurd û Qalpaxî koçber kirin û ji cî û warên wan bidûrxistin. Gelek êlên koçeran jî bi darê zorê bi rûniştin dan. Bi destên fillehan, di Kurdistanê de zordariyeke hov pêkhanî û bi taybetî dijî kurdên, ku serekê wan Simko bû.

Di 19.08.1921′ê de serkarê giştî yê ku li Bexdadê, bo berpirsê ramyarî yê Suleymaniyê nameyekê dişîne, têde dibêje, ku Simko serokekî xwedî hêzeka serbixwe ye di herêma ku ewên teqreqan dijî Ingilîzan di Rewandizê û derdorên wê de dikin, jê tên û ew xwediyê erdên fillehan yên Urmiyê ye.

Di wan deman de, Simko bizava xwe dikir, ku dan û standinên xwe yên diplomasî fireh bike, ne tenê bi Ingilîz, Turkan û biyaniyên din re, di nava Kurdan de jî, bi serekên êlan re û bi hemû kesên, ku wî dikarî rê bo têkiliyê bi wan re bidîta. Di havîna 1921′ê de bo Babekir axa dinivîse, ku çi deselatiyên bi zor ji ya îngilîzî pêve di herêmê de nînin. Bolşevîk bi serbestî di bakurê Iranê de dilivin û pir pêda diçin (berdewam dikin). Iran jî ‑ mîna hêzekê‑ bê hebûne, û Turk bi nûneriya Mustefa Kemal, bi 20.000 mêr di Ankara de rûniştîne. Di herêmê de çi rehetî nîne.

Simko dizanî, ku armanca Turkan di Kurdistanê de, tûjkirina nava êlên Kurdan û sermîriya Iraqê ye û standina hemû hebûnên Kurdan bi rêya pac û talanê ye. Lewre wî digot, ku wan kesên hatine Kurdistanê û bi taybetî li Kanî Reş û Rewandizê ne penahberin, ewan ajanên Turkan in. Simko dizanî jî, ku li ba Ingilîzan, Turkan, Farisan û Urisan bawerî bi wî nîne, lewre digot: ” Ez dizanim, ku di têkiliya bi hukumetan re, navê min bi xiyanet û rovîtiyê ve girêdayî ye.”

Berpirsê ramyarî yê Suleymaniyê di wê salê de nameyeka bi dizî bo serkarê giştî yê Bexdadê dişîne, têde dibêje, ku Simko wilo bû:

Xortekî çalak û têwerkir e. Serpêkan bi cih kirin, ku mirov nikare pişta xwe bide wî, lê ji aliyekî dî ve, wî nikarî ew cihê xwe yê bilind bistanda eger ne wilo ba. Raste ku wî gelek serkeftin dijî sermîriya farisî pêkhanîne, lê xweya nake, ku wî serkeftinekî mezin bi cih aniye. bê guman ew têgihîştiye, ku serketina wî bi hêza êlî tenê, heyanî li hember sermîriyekî jar yê mîna Iranê jî ne asane.”

Ev berpirs dibîne, ku bê guman eger Ingilîz piştgirtina Simko bikin, wê bikare destê xwe deyne ser wê herêmê û dibe jî, ku rojavayê Rewandizê jî bistîne. Mebesta wî ewe, ku di nava Kurdên Simko û yên şêx Mehmûdê barzincî de dijheviyekê peyda bike.

Em dibînin, ku tu caran maf û azadiya Kurdan di dilê Ingilîzan de cî negirtibûn. Eger tiştekî wilo heba, wê wilo bi hişkî û dijminî li hember şorişa şêx Mehmûd nerawestiyana, wê welatê me bi peymana Sayks‑ Picot parçe parçe nekirana. Lê dîsa jî mîna îro baweriya hinek roşenbîrên kurd bi Impiryalîstan hebû.

Berî vê yekê jî, Ingilîzan nerindî û neqencî li dijî Kurdan kiribûn û bêbawerî li ba Kurdan peydakiribûn. Bi derewa vegerandina Asûriyan cî û warên wan, di Gulana 1920′ê de, Ingilîzan bi hezaran fillehên Asûrî birêxistin, bi mebesta standina Urmiyê ji destên Kurdan. Rêya ku hatibû pêşniyaz kirin, ji Akrê di nav herêma Barzaniyan a çiyayî re diçû Gewre û ji wir jî bi asanî ewan digihîştin rêya Urmiyê. Pilana Petrus axa, serokê Asûriyan, ew bû, ku herêma girên piçûk ên li ser sînorên Turkî‑ Iranî bistîne û ji wir ve, destê xwe deyne ser herêmên din. Va hêrişa, ku Ingilîzan hemû tişt jêre amade kiribûn, bû sedemek dî ji sedemên bêbaweriyê di nava Kurdan û Ingilîzan de.

Di 23.08.1922′ê de Riza Xan (pişt re bû şah) leşkerekî mezin şiyand Salmasê. Bi alîkariya leşkerê Turkî yê, ku berê dijî Iranê bû, zerarekî mezin gihand hêzên Simko.

Piştî vekişana Simko nav gundê Dêrê li bakurê Erbîlê (Hewlêr) Major Noel hêvî kir, ku hêzên kurdî yên şêx Mehmûdê Berzincî, şêx Tahayê Nehrî û Simko, bi pilanekî hevkariyê dijî leşkerê Turkî bajo. Lê di wê demê de, leşkerê Iranî, bi alîkariya hêzên Turkî herêmên Kurdî ji Dîlman heyanî Bane, yên ku Simko rizgarkiribûn ji dest Simko girtibûn. Simko û şêx Mehmûd Daxwaza Major Noel nepejirandin, hema şêx Taha bi ya Ingilîzan kir, hêriş ser Rewandizê kir, û zerarekî mezin gihîşt hêzên wî û pir Kurd hatin kuştin.

Di 14.12.1922′ê de, Simko dîsa xebata xwe kir, bi mebesta razîkirina Ingilîzan, boyî ku zora wî nebin û li hember şorişa kurdî nekevin şer. Simko telegramek ji Hewlêrê bo hukumdarê Ingilîzî hinart, ku qeder û pêşeroja Kurdan ketiye destên Ingilîzan. Simko dibîne, ku neraste eger Kurd bêyî ferman û biryara Ingilîzan tiştekî bikin, lê  divê ewan jî piçekî bi êş û kovana wî û ya Kurdan mijûl bibin û ji bo alîkarî û rizgarkirina welatê xwe ew xwe davêje bextê wan.

Di salên 1922‑1923 an de, alîkariyekî mezin di nava leşkerên Iranê û yên Turkiyê de, dijî Kurdan çêbû bû û wilo rewşa Simko ber bi zerarê ve çû. Serekê leşkerê Iranî General Ebdullah Tihmasip bi alîkariya êlên Azerbeycanê yên koçer kanîbû hêzên Simko hêdî hêdî ber bi sînorên Turkî ve bida. Hemû xebatên Simko, ku hêzên Kurdî ber hev û din bîne, wan bike yek û dijî leşkerên Turkan û farisan têxîne qadên şer jar û bi şûn ketin. Bîzava, ku bi rêya şêx Taha dihat kirin, bi mebesta standina alîkariyê ji Ingilîzan têkçû. Serketina Ataturk di peymana Lausanne de, lêdaneke mezin li teviya tevgera azadîxwaza Kurdistanê. Xweya bû, ku hêzên Europî dixwestin Ataturk di hêrêmê de, li gel Riza şah û Melêk Husên ê Ereban pêşve biçin, ji ber ku sûd û berjewendên Ingilîzan diparêztin û firehtir dikirin.

Di telegramekî dî de dibêje, ku ji Ingilîzan pêve kesek nîne, serxwebûna Kurdistanê bide Kurdan.

C.J. Edmonds, pişt hevdîtinekê bi Simko re, dinivîse, ku Simko, xwast ku bi Turkan re têkiliya xwe bibirre, ewên ku di destpêkê de ji wî hez dikirin û li dawiyê dij wî rawestiyan. Ew gelek şaş mabû, ji ber rawestana Ingilîzan, li hember Farisên, ku bi dirêjahiya Sînorê li gel Turkan kardikin. Simko got, ku ew hatiye bi hêviya piştgirtina Ingilîzan ji xebata wî re, bo pirsa azadkirina gelê kurd, ji ber ku ew dijî zordariya Turkan û Farisan e, wan dijminên Ingilîzan. û ji ber ku Ingilîzan ew bêhêvî kirin, diyar dike,ew ne boyî mafê penahiyê hatiye û ewê vegere welat û êlên xwe û bo armanca xwe bi tenê bixebite.

Gava Simko dît, ku Ingilîz çi caran guh nadin wî û gelê kurd, biryara xwe da bo çuyîna Suleymaniyê.

Sala 1923′ê Ismaîl axa Simko çû bajarê Suleymaniyê û li wir têkilî û dan û standinekî ramyarî û birayetî li gel şêx Mehmûdê Berzincî xurttir kir.

Sala 1925′ê Riza Xan deselatî li Iranê bi dest xwe ve anî û xwe kir şahînşah. Zordariya xwînî dijî Kurdan bû ramyariya dewletê û ji ber ku serhildana şêx Seîdê Pîranî li Diyarbekirê fireh bûbû, şahê dîktatur ji yekbûna kurdên Iran, Iraq û Turkiyê tirsiya bû, lewma hêvîdikir, ku bi darê zorê delîvê nede Simko bo hevgirêdana basikên tevgera şorişîn di hemû Kurdistanê de. şahê Iranê kuştina Simko ji xwe re kiribû armanceka giring û mezin.

Di çêriya pêşîn a sala 1926′ê, Simko bi hêzeka xwe ya mezin derbas bû herêmên kurdî yên ku di bin deselatiya Iraqê de. Sermîriya Iraqê nikarî bû ew ji herêma Rewandizê derxista, û heya Gulana 1928′ê di wir de liveka wî ya mezin û dijwar hebû. Di tebaxa 1927′ê de, nûnerê giştî yê ingilîzî li Bexdadê telegramek bo wezîrê dewleta ingilîzî yê berpirsê koloniyan hinartiye, têde dibêje, ku Kurd bizava pêkhanîna peymanekî kurdî bo avakirina dewleteka serbixwe dikin. Eger pilanên Rusî yên bo parçekirina dewleta farisî biserkevin. Eve jî bo me diyar dike, ku gotinên Eagleton di mafê Simko de nerastin; gava di nivîsara xwe de “Komara Mihabad” dibêje, ku Simko bo daxwazên xwe yên êlî dijî dewleta farisî bû, ne bo serxwebûna Kurdistanê.

Simko derbas bû bakurê Kurdistanê. Li wir jî hêzên Turkî hêriş ser hêzên wî kirin, lewre vegeriya başûrê Kurdistanê, dît ku Ingilîz, Iranî û Iraqiyan bi  hev re peymanekî dijî wî peydakirine û biryarek ji serekê wezareta Iraqî di 14. Tîrmeha 1927′ê de derket, têde hatiye, ku sermîriya Iraqî, berê û niha jî, ramyariya standina çekan ji hemû êlan bikar aniye û bikartîne. Bo hemû Iraqiyan hilgirtina çekan di hinek herêman de bê destûr qedexe ye, û van herêm hêdî hêdî hatin firehkirin, û bi rêya xurtkirina hêzên cihber bo pêşvedana va ramyariyê dikare armanca xwe bi cih bîne. Hema pirsa standina çekan ji êlan bi rêya hêrişên leşkerî, eve çi encamên baş nade. Sermîriya Iraqê bawer dike, ku pevçûnên Iraq û Iranê nehêlan, ku têkilî di navbera Iraq û Iranê de çêtir bibin. Tiştên ku ji tunebûna “Ittîfaqa rastîn” di nava berpirsên sînorê de peydabûne, hêştin, ku êl xurt bibin û komikên çekdar karên xwe yên bi zirar ên, ku sermîriya Iraqê ji ber dinale berdewam bikin.

Em dibînin, ku di pirsa kurdî de, ji berê zû ve, yekbûn û hevkariya hemû dijminên kurdane, li hember wan jî parçebûn û bê hevkarî mabûna hêz û serokên kurdane.

Gava şahînşahê Iranê dît, ku ew bi zorê nikare Kurdan bipelixîne, ramyariya xwe ya kurdistanî bi pilan û rovîtî guhart û qedr û buhayê Simko bi zimanxweşî xuyarkir û li ser bingeha va guhartinê, Kurdehmeqiya Cafer axa ya ku di dil û seriyê birayê wî de jî hebû, careka dî bû sedema roxandina şorişeka kurdî.

Simko gelek caran li gel serekên Farisan rûnişt û bi gotinên wan ên hingivîn hat xapandin. Meha Nîsanê ya 1930′î qeralê bajarê şino şiyand pey Simko, ku were bajêr, bo hevdîtinekê li gel şahînşah Riza Xan. Simko li gel hêzeka suwar a piçûk bû mêhvanê qeralê xayîn Serheng Saraxan ê, ku qedr û qîmeta mêhvanê xwe şanî kir. Lê Simko nizanî bû, ew dav û kemend bû, bi fermana şahê teres bû. Li gorî hinek serçavikan û jêderên dîrokî Simko di 21.Hizêrana 1930′î de li şino (Uşnewiyê) ji aliyê Farisan ve, bi xinizî û nemerdî hatiye kuştin. Nêzîkî 60 salî piştî vê bûyerê, Dr. Ebvdilrehman Qasimlo, serokê PDK-Iran li şarê Wien, bi kemend û daveke wilo xiniz, ji aliyê dewleta îranî ve, hat kuştin.

Di cî de Kurdan dest avêtin kêr û xenceran, Cafer Sultan Hemedanî banga şoriş û tolhildanê kir, lê pir dereng bû û dewleta xwînmij berê xwe ji kardijeyeka wilo re amade kiribû.

Piştî wan bûyeran Umer Xan ê, ku mîna dêwekî gir bû, diplomatekî niyas, çavvekirî û jêhatî bû, destê xwe da ser êla şikakan, lê ji ber ku di nava wî û Tahir Xan de, ew jî kurê Simko bû, her û her pevçûn hebû, wî nikarî bû rolekî mîna ya Simko bileysta.

Piştî kuştina Simko, gelê Kurd heyanî avabûna komara Mihabadê, mîna şêrekî birîndar û girtî hate qefeskirin.

Weke, ku em dizanin, di dema serhildana Simko de, li parê Kurdistanê yê bin destên Iraqê de, Şêx Mehmûdê Berzincî jî serî li Ingilîz û Ereban hilda bû û di sala 1925′ê de li bakurê Kurdistanê Şêx Seîdê Pîranî serî li Turkan hilda bû, û pişt re di sala 1927′ê de heyanî 1930, mîna ku Şêx Mehmûd û Simko berxwedan dikirin, wilo General Ihsan Nûrî paşa jî şer dikir.Divan salên dawiyê de jî, li Kurdistanê careka dî di dîrokê de rewş bi wî rengî bû. Gelo bo çi gelê me heya niha bi  hev re negihaştiye biryarekî netewî yê yekbuyî? bo çareserkirina va pirsa giring me divêt dîroka xwe bi ruhê lêkolînî û azad ji posîde û hikariyên derveyî bidin ber xwendin û tênihêrînê. Eve jî karê dîrokvanên xwedî tewat û zanîne. Lewma eger di va lêkolîna piçûk de, me hinek şaşî kiribin, hêviya me ewe, ku di pêşerojê de, ji aliyê dîrokvanan ve bêtin rastkirin.

****

Jêderên gotarê:

Bi Almanî:

1) A. S. Barzanî, Schutz der Kurden (Parastina Kurdan) I. Band, Wien 1985.

2) Ferdinand  Hennerbichler, Die für die Freiheit sterben (Ên ku bo azadiyê dimrin), Edition S, 1988, Österreich.

3) Günther Deschner, Die Kurden (Kurd), Straube, Wien 1989.

4) Hans Hauser, Kurdistan (Kurdistan), Langen Müller, München 1975.

5) Fadel Rasoul, Groβmachtpolitik und Freiheitskampf (Ramyariya destelatiya mezin û têkoşîna azadiyê), Junius, Wien 1988.

6) Fadel Khalil, Kurden heute (Kurd îro), Europaverlag, Wien 1985.

7) Zuhdi Al‑ Dahoodi, Die Kurden (Kurd), Umschau, Frankfurt 1987.

Bi Erebî:

1) Basel Nikitin, Kurd, Dar El‑ Weqaeh, Beyrût 1958.

2) Ezîz  El‑ Hac, El‑qediye El‑kurdiye (Pirsa kurdî), Beyrût 1984.

3) Edmon Xerîb, El‑ Hereke  El‑Qewmiye El‑ kurdiye (Tevgera netewiya kurdî), Beyrût 1973.

4) Wiliam Eagleton, Cimhuriyet Mehabad ( Komara Mehabad ),

Dar El‑ Talîá, Beyrût 1972.

5) Sir Edmonds, Kurd û Turk û Ereb, Bexdad, Dar El‑ Urobe 1971.

6) Pêreş, Iraq dewletekî  bi zorê ye (Iraq a State by Force), Kurdolociya, London 1986.

7) Cewad Mella, Kurdistan niştiman û gelekî bê Stan, London 1985.

8) Zinar Silopî, Fî sebîl Kurdistan (Bo Kurdistan), wergerana erebî, Dar El-Katêb, Beyrût 1987.

9) Çend bir ji dîroka Iraqê ya nêzîk, Miss Bill, wergerana Dr. Cafer El‑Xeyyat, Bexdad 1971.

10) Sir Edmonds, Kurd û Turk û Ereb, wergerandina Curcîs Fethellah, Bexdad 1971, Dar El‑Urobe.

11) Alay Islam, hej. 2 / 1996 Govara Xwendevanên Musilman li Kurdistanê.

Bi Kurdî:

1) Dr. Celîlê Celîl, Jiyana roşenbîrî û siyasî ya Kurdan (1919 ‑ 1920), Jîna nû, Uppsala (Sweden) 1985 Li gel hinde rapor û  nivîsên din.

Hostayê xebatê, shehîdê nemir, Salih El-Yûsifî (*)

Cankurd

(1918-1982)

Seyda Salêh Yûsifî di jiyana xwe ya ramyarî û çandeyî de, gelek berpirsiyarî û histobariyên giring û payebilind li Kurdistan û Iraqê hilgirtin.

Seyda Yûsifî gelek xebatên hêja di jiyana xwe de kirin û tev li kongire û civatan bû ji bo ravekirina pirsa gelê xwe, mîna Kongireya pishtvaniyê bo gelên E’reb li Qahîre sala 1969′ê, Kongireya çandina iqlîmî li Kuweyt sala 1972′ê, di rakirina cenazeya serokê Misrî Cemal Abdulnasêr sala 1970′ê û têkiliyên wî bi serokê sûrî Esed, bi yê lîbî Qedafî, bi yê tûnisî El-H’ebîb Borqîbe, El-Hadî niwêre, Yasêr E’refat, malbata Essebah’ li Kuweyt, Kemal Canpolat û gelek kesaniyên misrî û e’rebî yên mezin re çêbû bûn. Li Sovyêtistanê jî têkiliyên wî yên berfireh bo nasdana pirsa kurdî çûbû bûn. Li Îraqê jî têkiliyên wî bi gelek sefîrên e’reb re hebûn û bi taybetî yên Sûriyê, Misirê û Kuweytê re. Syda Yûsifî avakarê komeleya dostanî û hevkariya sovyêtî-Îraqî bû û xilata Lînîn bo ashtiyê û hin xilatên din jî standibûn, lê mixabin! Ewana tev di serhildana 1991′ê de ji mala wî winda û bershê bûn.

Gava mirov li jiyana seyda Yûsifî vedigere, dibîne, ku ew xebatkarekî pir hêja û zana, singfireh û xwedî biryar bû û jiyana wî mîna zireyekî shîn û bi pêlên mîna çiya bû, ttv kefteleft û cangorî bû..û loranî seyda kurdekî wilo destbelav û pirhêz û dilsozê Kurd û Kurdistanê bû, min ev gotara piçûk, bi alîkariya hinde jêderên nivîsandî amade kir û di serî de pirtûka hêja Evdilselam E’lî, ku bi E’rebî li ser xebat û jîna shehîdê nemir belav kiribû, nivîsand.

Di 05.04.1992′ê de, Dr. Mahmûd Osman, ku yek ji kesên seyda Salêh Yûsifî bash dinasî û li gel wî bi dirêjî xebitî bû, li ser seydayê nemir got, ku ew xebatkarê mezin – Xwedê dilovaniya xwe li wî bike – merivê ashtiyê, bi hev re axiftin û Demokrasiyê bû, ew bo jîna sîngfirehî, dostanî û biratiyê di nav Kurdan de û di nav Iraqiyan û hemî gelan de bû, ew merivê xwegirtin û bêhndirêjiyê bû di xebatê de û li hember êsh û keleman, ku ew bûbû hevrêyê jîna kurên gelê me yê Kurd.

Gelo! Salêh Yûsifî kî ye, çi kiriye? Çi bi seriyê wî hatiye, ku ev meriv evqas di nav xebatkarên gelê Kurd de ciyê rêzgirtinê ye û bi pesn û paye navê wî tê bîr ve anîn?

Navê wî Salêh Abdullah Necmiddîn Mele Tahayê Yûsifî ye, sala 1918 li Bamernê ji dayîk bûye. Ew neviyê Yûsifê Zaxolî ye, ku bi zanîn û oldariya xwe û bi Xwedatirsiyê di Behdînan de navdar bû. Ew meleyê behdînî di salên 1843- 1847′an de tev li shorisha Botanê ya bi serkêshiya Bedirxan begê bûye dij bi dagirkerên osmanî û ta dawiya jîna xwe seriyê xwe ji Tirkan re neçemandiye û pishtî girtina wî jî berxwedana wî nehatiye birrîn ta mirinê. Pita seyda Yûsifî jî gelek jîr û jêhatî bû, ku seyda Yûsifî (40) rûpel ji bîranên xwe li ser jîna wê nivîsandine.

Bavê seyda Salêh Yûsifî sala 1878′ê li Bamernê ji dayîk bûye û di pirsên ola Islamê de zanayekî bi nav û deng bû. Diya wî Fatîme sala 1880′ê li Bamernê ji dayîk bûye, ew jî gelek oldar bûye û mala wê bûbû dibistaneke fêrbûna Quran a pîroz û rêbaza “sharîe’t” îslamî û bi navê Seyda Fatîme hatibû navkirin û ji ber wê yekê bo Salêh Yûsifî jî digotin Seyda.

Ewî xandina xwe ya seretayî li Bamernê rakiriye, pisht re li Bexdayê di dibistana Ehlilbeyt de, sala 1938′ê lîse standiye, li herêma Herîr li Kurdistanê bûye mamhoste, pisht re vegeriye Bexda û xandina xwe di kolêca Dar-Elu’lûm “Mala zanînan” de, para rêbazê “sherîe’tê” kiriye, sala 1942-1943′an bi hêjayî xandina xwe biriye serî û ew yek ji sê kesan bû, ku hatibûn hilbijartin bo biçin li zanîngeha El-Ezher li Misirê dadmendiyê bixwênin, lê ji ber hejarî û xebata xwe ya neteweyî, seyda neçû û di dadgeha Mûsilê de bû nivîskar.

Seyda Yûsifî ji ber xebata ramyarî hat binçavkirin, girtin, koçkirin û veshartin, ew kete bendexaneya tenahî û leshwêranî bi wî kirin, bêhtir ji pênc caran fermana bi dar ve kirinê ji wî re derket, malbata wî jî gelek êsh û kelem ji ber xebata wî û ji ber zoradriya deselatiya xûnmij dîtin.

Seyda Yûsifî loranî xebatkarên mîna wî pir hindik bûn, digot ku merivên dilsoz jîna xwe û jîna malbatên xwe dikin qurbana raman û baweriyên xwe, di civata ramyarî ya rengguhartî de kêmin, ewên din jî di piraniyê de xweperestin, li pey lishtên xwe yên kesanî yên erzan di bazara durishm û navan de dibezin..

Sala 1947′ê seyda Yûsifî tê girtin û koçkirin hêla El-H’îlle ya e’rebî, pisht re ew shandin jêriya Iraqê û li dawiyê hat berdan. Sala 1949′ê li dadgeha “shengalê” bû nivîsdar û hinek karên fermî kirin, mîna berpirsekî malê mîriyê û ji sala 1960′î ve seyda xwe ji karê partiyê re vala kir.

Ta wê demê, seyda gelek xebatên neteweyî yên hêja kiribûn:

-Di sala 1936′ê de li gel hinde hevalên xwe saziya Birûsk ava kir. Ev sazî tenê li herêma Behdînanê belav bûbû.

- Di sala 1939′ê de li gel Refîq Hîlmî û hinek kesaniyên din partiya HîwaHêvî” ava kir û ew bi xwe bûbû berpirsê xwendekara li dibistana mamosteyan a bilind û li kolêca zanînan li Bexda û ew kesê yekemîn bû, ku desteyên wê partiyê li Behdînan pêda kiriye.

Partiya Hîwa tiya bo gelê Kurd gaveke hêja û diyare li ser rêya têkoshînê. Ewe partiya, ku di navbera 1943-1944′an de pishtvaniya serhildana Barzaniyan bi dirav û bi çek û çekdaran kiriye. Dema ew partî bûye du ta, mamoste Salêh Yûsifî li gel wan bû, ku xwe nêztir bi hejaran, gundiyan û birçiyan dizanîn. Sala 1944′ê Hîwa hat veristin û li ciyê wê seyda Yûsifî li gel hinek hevalên xwe partiya Rizgarî Kurd sala 1945′ê ava kirin. Vê partiyê jî alîkariya serhildana Barzan bi mal û çek û çekdaran kir.

Ev partî bi biryara teviya berpirsan pishtî salekê hat veristin û endamên wê li gel ên partiya shorish kongireyekî avakirina Partiya Demokrata Kurdî di 16′ê Abê 1946′ê de dirist kirin û di rêberiya wê de van kesan cî girtibûn:

Mele Mustefa Barzanî (serok), Letîf shêx, H’emze Abdullah, Salêh Yûsifî, Taha Muh’iddîn Ma’rof, Kake Ziyad, E’wnî Yûsif, E’lî Abdullah, Dr. Cafer Muhammed û hinekên din.

Li gel van xebatên ramyarî seyda bi helbest û gotarên xwe yên hêja jî li hember zordariyê derketibû û hatibû naskirin.

Ta serketina shorisha komarê li Iraqê sala 1958′ê seyda Yûsifî xebatên xwe yên ramyarî û çandeyî li Kurdistanê, mîna berpirsê partiyê li herêmên Mûsil û Dihokê, bi hêz û xûngermî dikirin.

Di 09.01.1960′î de rêberên Kurdan daxwaznameyek bo fermîkirina Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ji deselatiya shorisha Temûzê re rakirin û di 09.02.1960′î de destûr bi navê partiyê hat dayîn û Partî Demokratî Kurdistan li ser navê van kesana hat qoçankirin “Rêgîster:

Mele Mustefa Barzanî (serok), Salêh Yûsifî, Îbrahîm Ehmed, Elî Abdullah, Nûrî shawês, Umer Mustefa, Mele Abdullah Îsmaîl, Hilmî sherîf, Îsmaîl Arêf, shemsiddîn Muftî..

Di 15.10.1960′î de seyda Yûsifî ji aliyê fermandariya îraqî ve hat girtin û binçavkirin. Ta 1962′ê ji bendexaneyekê dibirin yeka din û pishtî, ku ew hat qurtalkirin “azadkirin”, xwastin wî careke dî bigirin, lê hîngê seyda xwe veshartibû. Di wê demê de jî têkiliyên Kurdan bi deselatiya navendî re têkçû bûn û gelê Kurd bi çekdarî berxwedana xwe li hember hêzên hov ên dîktator Abdulkerîm Qasêm dikir. Seyda di wê rewsha teng û dijwar de berpirsê liqê pêncê yê PDK bû li Bexda.

Di dema rev û xweveshartinê de, ew bi xebatekî hêja rabû, bo ku têkiliyên shorishê bi hêzên neteweyî yên e’reb re xurttir bike û bi mebesta roxandina dîktatoriya Abdulkerîm Qasêm û avakirina sazûmaneke demokrat di Iraqêde. Ji wan têkiliyan, dan û standinên wî li gel Elî Salêh Esse’dî re, ku di nav hêzên e’rebî de  yek ji kesên namdar bû û pishtî welgerandina “înqîlab-serbinkirin” 08.02.1963′ê ew kesa bû cîgirtê serekwezîran. Di nav wî û seyda Yûsifî de hatibû biryarkirin, ku roja 10.02.1963′ê ewan li ser platforma hevkariyê di navbera hêzên e’rebî yên neteweyî û PDK de bite axiftin loranî PDK di nav leshkerê îraqî de jî bi hêz bû.

Di êvara welgerandinê de (08.02.1963′ê), seyda Yûsifî li gel Fuad A’rêf û shewket Akreyî çûn baregeha encumana netewîya serokatiya welgerandinê, ku li radiyoya Bexdadê cî girtibû, û birûskeke pishtvaniyê bo wê dan bi dest serokatiyê, tê de anî bûn ziman, ku gelê Kurd û rêberiya wî PDK li gel serhildana dij bi zoradriya A. Qasêm e û daxwaza Otonomî bo Kurdistan û Demokratî bo Iraqêdike. Serhildan hîn bi serneketibû û li nêzîka avahiya radioyê bi sêsed metran A. Qasêm hîn li ber xwe dida.

Di wê çavpêketinê de, serokê serhildanê: Abdilselam A’rêf nedixwast, ku navên Kurd û PDK di birûskê de bên xweyakirin, lê seyda li ser wê yekê rijt û hishk bû. E’lî Salêh Esse’dî û Hesen El-Bekir, ku li wir amade bûn, bûn alîgirtên seyda Yûsifî û wan pejirand, ku PDK ne dij bi serhildanê ye û mafê gelê Kurd di Otonomiyê de, ku netewa duwemîne li Iraqê, mafekî rêbazî û dadmende.

Ew helwesta seyda û hevalên wî rawestaneke cangorî û ramyarî ya gelek hêja û rast bû di wa roja dijwar û teng de.

Pisht re dan û standinên bo dayîna mafên gelê Kurd di navbera deselatiya îraqî û nûneriya shorisha kurdî de, ku ji (14) kesan bû, çê bûn, seyda Yûsifî mîna cîgirê Celal Talebanî di wê nûneriyê de xebitî bû.

Deselatiya îraqî tirsiya bû, ku serokê Misirê Cemal Ebdulnasêr, ku E’reban ew ji xwe re mîna rêberekî netewî dizanîn, destên xwe têxîne hindir Iraqê û pishtvaniya Kurdan bike, lewre wan bi xiniziyeke nemirovane di 09.06.1963′ê de nûneriya kurdî, ku hîngê li bajêrê Kerkûkê bû, girtin û leshwêranî pêkirin. Nazêm Kizarê xûnrêj bi xwe îshkence bi seyda Yûsifî kir, destekî wî û parsûyêd wî shikandin û shopên wê leshwêraniyê li govdê seyda ta roja shehîdkirina wî ma bûn. Ew Nazêm Kizar jî pishtî çend salan bi fermana Seddam Husên hat kushtin.

sher di navbera Kurdan û dewletê de dijwartir bû û dewletê ziyaneke diravî ya mezin ji wî sherî bi ser xwe ve anî, lê hinek berpirsên dewletê jî ji girtin û îshkencekirina seyda Yûsifî xemgîn bû bûn û dizanîn, ku serwerê Kurdan Mele Mustefa Barzanî dê ji wê yekê gelek dilteng bibe, û ji ber wê yekê endamên nûneriya kurdî hatin berdan û yek ji wan seyda Yûsifî bû.

Pishtî wê bûyerê, seyda Yûsifî dîsa bû endamê nûneriya dan û standinê li gel dewletê. Li sharê Keladizê, di 10.02.1962′ê de, ew û parêzerê Suleymaniyê, Mahmûd Ebdilrezzaq, ku nûnerê fermandariya navendî ya Iraqê bû, gihan li hevhatinekê. Wê li hev hatinê çi mafên hêja bo gelê Kurd nehanîn, lê dîsa jî ew serketineke ramyarî ya mezin bû bo shorisha kurdî û serbilindî bû bo seyda Yûsifî bi xwe û nîshana hishmendî û diplomasiya wî bû.

Di navbera wê li hevhatinê û mirina serokê îraqî Evdilselam A’rêf de, ku hîlokoptra wî li jêriya Iraqê di 13.04.1966′ê de ketibû xwarê, hinde caran pevçûnên leshkerî di herêma Kurdistanê de çê dibûn. Ta meha sheshê hêrishên leshkerê Iraqê li ser shorisha kurdî bi alîkariya dewletên dagirker û bi taybetî Tirkiyê û Sûriyê xurtir bûn, lê ji ber ku wan hêrish hatin shikandin, fermandariya navendî li Bexdadê careke dî xwast, ku li gel Kurdan rûne. shorisha kurdî di 22.06.1966′ ê de nûneriyeke bilind hinart bo Bexdadê, di wê nûneriyê de Hebîb Kerîm, Salêh Yûsifî, Muhsên Dizeyî û Alî Abdullah û hinekên din. Ew nûnerî li gel Abdulrahman Al-Bazaz pishtî heft rojan ji dan û standinê giha peymanekê, ku têde gelek daxwazên aliyê kurdî bi cî hatin û di navbera Bexdad û Kurdistanê de ashtî pêk hat. Serokê wezîran Tahêr Yehya û pisht re serokê komarê jî hatin bo serlêdana serok Barzanî li Kurdistanê.

Di navbera salên 1967′ê û 1968′ê de seyda Yûsifî têkiliyên Kurdan bi Partiya Netewiya Demokrat re, bi Partiya Komonîsta Iraqî re û bi Partiya El-Baas re xurtir kirin, dan û standinên wî mîna endaamekî serokatiya PDK û berpirsê rojnameya Birayetî (Al-Teaxî), ku wî li Bexdadê derdixist, bi Kamêl Al-çadircî, Ezîz Muhamed, Ahmed Hesen Al-Bakir û Salêh Mehdî E’mash re çê bûn, bi mebesta avakirina bereyeka netewiya îraqî û bi cihanîna hemî daxwazên gelê Kurd li Iraqê.

Abdulrahman A’rêf, ku li ciyê birayê xwe bûbû serokê Iraqê gelek dixwast, ku seyda Yûsifî ciyekî bilind di dewletê de bigire, lê ji ber ku seyda xwedî ramaneke netewî ya dirist bû, ew daxwaz nepejirand.

Pishtî ku di 17.07.1968′ê de Partiya Baas bi rêya welgerandê “înqîlabê” deselatî bi dest xwe ve anî, du rojan bi hev xistina wezaretê hat bi shûn ve xistin, da seyda Yûsifî û Ihsan shêrzad bibin wezîr, lê seyda Yûsifî ew biryara nepejirand û her digot, ku ew merivekî endamê partiyekî ye û bê pejirandina partiyê, ew nikare karekî wilo bike û bi dîtina wî pêwîste bû, ku wezaret ji hemî hêz û partiyên nishtperwer bite bi hev xistin.

Rojekê pishtî, ku Abdil Rezzaq Nayêf wezaret bi hev xist, ew li gel seyda Yûsifî rûnisht û mixabûn û berketina xwe, ku seyda Yûsifî tev li wezareta wî nebûye, anî zimên.

Di dû re, dema Partiya Al-Baas deselatî bi dest xwe ve zep kir, êdî dest bi hêrishên nemirovane li ser azadiyên ramyarî û hêzên nishtperwer kir û bi taybetî avêt ser hebûnên gelê Kurd û shorisha wî.

Rojnameya El-TeaxîBirayetî” dawiya 1968′ê hat qedexekirin, xebatên Kurdên hêja û livbaz hatin qedexekirin, îshkence bi kesên Kurdperwer hat kirin, gelek ji wan hatin kushein û windakirin. Di Avadara 1969′ê de leshkerê îraqî bi alîkariya Cashan hêrish bir ser teviya  Kurdistanê, lê shorisha kurdî berxwedaneke dîrokî nîshan da, ziyaneke mezin gihand leshker û Cashan û ewan di gelek pevçûnan de bi shûn ve dan, destên xwe dan ser çek û cebilxaneyên leshkerî, senger û hêzgehên wan ji dest wan girtin.

Fermandariya navendî li Bexdadê têgiha, ku ew nikare bi darê zorê shorisha gelê Kurd bitemirîne an bishkîne, lewre tektîka xwe guhart û bi pishtvaniya Sovyêtistanê, bi rêberiya shorishê re, destê xwe bo li hevhatinê dirêj kir. Seyda Yûsifî bi karekî hêja rabû bo amadekirina peymana 11′ê Avdarê 1970,ê di navbera deselatiya navendî û rêberiya shorishê de.

Seyda Yûsifî di mafê wê peymanê de gotibû, ku stratêciya tevgera gelê me, rêberiya wî û pêshrewê wî Barzanî her û her ashtî û dadmendiya civakî bû; Demokrasî bo Iraqê û Otonomî bo Kurdistanê.. Carekê jî gotibû, ku peymana Avdarê ya dîrokî, ku xebata tevgera me ya netewî û biratiya gelan li ser bingehên dadmend û wekhev, gihand qonaxa pashîn..û gelê me yê Kurd, ku tevgera xwe ya xebatî, mîna parekê ji tevgera rizgariya gelan dibîne; bi turushî xebat kir ji bo ashtî û mafê çarenivîsê.

Lê pêwîste em bibêjin, ku serokê îraqî bo çareserkirina pirsa kurdî neamade bû ev pirsa neteweke bindest mîna pilaneke dij bi netewa e’rebî û dij bi Iraqê ve dinasî.

Du caran bûyerên gelek dijwar di navbera 1970-1974′an pêk hatin û pevçûn di navbera shorishê û dewletê de çê bûn, seyda Yûsifî bi rêya sefîrê Sovyêt têkilî bi komîteya navnedî ya KCCP re ava kirin, ku ewan di navbera Kurdan û deselatiya navendî de ashtiyê biparêzin.

Di wan (4) salên tijî pîlangerî û kelem û pishtlêdanên îraqî de, seyda Yûsifî gelek bê westan bo parastin û bi cih anîna xalikên peymana, ku herdu layan di 11,ê Avdara 1970′ê de qol “îmze” kiribûn, û ji bo xurtkirina helwest û hishyariya serokatiya shorishê di vî warî de (7) nivîsên dirêj û fireh li ser pilan û livên deselatiyê rakirin.

Li ciyê, ku deselatî bo bi cih anîna peymana Avdarê bixebite, dest bi e’rebkirin û be’sîkirina Kurdistanê kir, lê xiniztirîn kar ew bû, ku deselatiyê bizava xwe kir, bo kushtina serwerê shorishê Mele Mustefa Barzanî, bi rêya xistina bombeyan di cilên hinek zanyarên îslamî, ku çû bûn bo serlêdana Barzanî li baregeha wî ya li Gelale. Zanyarên e’reb bi xwe hatin kushtin, lê tishtek bi Barzanî nehat û Xwedayê gewreban ew ji wê xinizya mirovkuj parast.

Seyda Yûsifî, ku merivê ashtiyê bû, nema dikarî zordariya deselatiyê bipejiranda û lewre, gava di 11.03.1974′ê de sher ji nû ve destpê kiriye, seyda dev ji wezîrtiyê li Bexdadê berda û li Kurdistanê de histobariya xwe di rêberiya shorishê de, mîna endamekî serokatiyê pêsh ve bir. Ew bû berpirsê gishtî yê dadmendî û weqfên herêmên rizgarkirî li Kurdistanê, li gel berpirsiyariya wî bo Yekîtiya Nivîsevanêt Kurd. Lê di dema sher û pevçûnan de jî, ewî têkoshîna ji bo ashtî û demokrasiyê û ji bo mafê gelê Kurd bi shêweyekî ashtiyane kêm nekir.

Berî, ku deselatiya îraqî li gel shahê Iranê yê mirdar peymana li hev hatinê di 06.03.1975′ê de qol bike, seyda Yûsifî li gel serokê Sûriyê Hafêz El-Esed û hêja Kemal Canpolatê libnanî û yê filistiniya Yasêr E’refat têkilî dirist kirin û li gel sefîrê sovyêtî çû Moskow bo ku agirê sher di navbera shorisha kurdî û deselatiya îraqî de bite vemirandin.

Gava, ku rêberiya shorishê civiye û biryara rawestandina sher û derketina ji bashûrê Kurdistanê biryar kiriye, seyda Yûsifî, ku gelek alîgerê ashtiyê bû, di wê bîr û baweriyê de bû, ku pêwîste Kurd berxwedana xwe ya netewî bigudînin “bidomînin” û ji nishtê xwe dernekevin, penah nebin.

Seyda Yûsifî di civînê de got, ku di dema pêwîst bû, Kurd sher bikin wan sher nekir û niha jî pêwîste ewan sher bikin û berxwe bidin, lê serokatiya shorishê dibêje, ku sherkirin û berxwedan êdî ne li gorî lisht û bercewendiya Kurdane. Seyda bo hinek shorishgeran got, ku pêwîste ewan çek û debanên xwe “sîlah” veshêrin û bershê bikin, loranî ewê di demeke nêz de dîsa sherê xwe li hember zordariyê bigudînin.

Serwerê gel û rêberê mezin Mele Mustefa Barzanî di wê bîr û baweriyê de bû, ku Kurd shikestine û divê vê yekê bipejirînin û xwe bi shûn ve bidin, bo serpêhatiyeke mezin çê nebe û pêwîste ewan hêzên xwe yên çekdar ji tunekirin û qirkirinê biparêzin û li hêviya delîveyeke din bimînin. Barzanî yê nemir got, ku rola wî di serokatiya gelê Kurd de nema, wê gelê Kurd bê wî jî têkoshîna xwe bigudîne û shashiya wî ya mezintir – weke çawa bi xwe daye xweyakirinê- baweriya wî bi pishtvaniya dewleteke mezin bû, mebesta wî jî Wîlayetên Yekbûyî (USA) bû, ku wezîrê wê yê derveyî Henry A. Kissinger bi dizî alîkariya Kurdan ji sala 1974′ê ve kiribû.

Seyda Yûsifî nameyek bo serokatiya îraqî li gel zabitekî îraqî, ku li ba Kurdan girtî bû, shiyand û ji wê serokatiyê xwast, ku ew bi hish û mirovatî pirsa kurdî çareser bike, ne bi kîn û hovîtî û nijadperestî, û bang li fermandariya navendî kir, ku biratiya Kurd û E’reban xurttir bike û welêt ji serpêhatiyeke mezin biparêze.

Dema, ku seyda xwe daye bi dest deselatiyê, gotibû, ku ewê biçe Bexda û eger seriyê wî jî bibirrin, wê ji deselatiyê re bi qehremanî diyar bike, ku ev shikestin û serpêhatiya Kurdan dirêj nake, wê gelê Kurd dîsa rabe û ji bo mafên xwe yên dadmend bixebite.

Deselatiya îraqî ji wî xwast, ku ew bibe serekê dîwana serokê komarê an jî bibe serokê encumana birêvebira Otonomiya kartonî an jî bibe sefîrekî Iraqê li welatekî, lê seyda van daxwaz nepejirandin û daxwaza wî her mafê gelê Kurd bû û Demokrasî bo Iraqê bû. Deselatiya Iraqêjî ew di cih de nekusht û hêsht demeke din ji ber du egeran:

- Seyda Yûsifî yek ji kesaniyên Iraqê yên namdar û ashtîxwaz bû, kushtina wî dê zerareke mezin be bo deselatiyê di nav gel de.

- Hêviya deselatdaran ew bû, ku seyda di demeke pêsh de bikin neyarê PDK û serokê Kurdan Mele Mustefa Barzanî û parçebûnê di navbera rêberên Kurdan de tûj bikin. Lê seyda ne ew merivê, ku biba kêra bo birînkirina netewa xwe, ne ji wan kesan bû, ku bite kirrîn û firotin. Lewre jî bihayê wê serbilindiyê gelek giran da.

Pishtî salekê ji têkçûna shorisha Barzaniyê nemir, seyda Yûsifî xebata xwe li hember ramyariya e’rebkirina Kurdistanê bê westan pêsh ve bir û di gulana 1976′ê de, li gel hinek hevalên xwe Tevgera Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê ava kir, û seyda Yûsifî bû serkarê wê yê yekemîn. Ji wan qehremanên, ku di rêya xebatê de canên xwe gorî kirine: Dr. Xalêd Saîd, Elî Eskerî, Tahêr Elî Walî, Elî Hejar..

Belavoka yekemîn a vê saziyê bi destê seyda Yûsifî bû û roja 08.08.1976′ê yekemîn desteyê pêshmergeyan shandin çiyayên Kurdistanê. Serleshkerê tevgerê jî Elî Eskerî bû. Dibêjin, ku ew yekemîn desteyê pêshmergeyane, ku dest bi shorishê kiriye, pishtî têkçûna 1975′ê.

Seyda Yûsifî, ku bi bîr û baweriya îslamî mezin bûbû, ne mirovekî komonîst bû, lê bizava wî ya sosyalîst bi wê shêweyê bû, ku sosyalîzmeke demokrat li Kurdistanê bite avakirinê, dûrî înkarkirina Xwedayê gewreban, dûrî dîktatoriya prolîtariya û li gorî daxwazên civaka kurdî, ku pêdiviyê dadmendiya civakî ye.

Pishtî têkçûna shorisha kurdî, ez di bendexaneya Helebê de bûm, agahiyên ramyarî ji derve nedigihan min. Têkçûna shorisha Barzaniyê nemir bo min mîna mezintirîn serpêhatiya kesanî û nefsî bû. Min xwe bi hinek bîr û baweriyên li ser nûkirina tevgera netewiya kurdî, ku diketin seriyê min, mijûl dikir û min bi dizî di defterekê de wan tishtên, ku ez pê bawer dibûm dinivîsandinû bi taybetî pêwîstiya rêgirtinê li Komonîst û Baa’siyan di nav gelê Kurd de, ji ber ku têkçûna shorisha kurdî bo van herdu aliyan bû delîveyek mezin, ku damarên xwe berdin nav gelê Kurd ê jarkirî.

Pishtî, ku min salek di bendexaneyê de derbaz kir, ez hatim qurtal kirin, min bingeha avakirina partiyekî sosyalîst ê kurdî li Sûriyê mîna pêshniyaziyekê nivîsand û di maleke hejaran de, ku ez û birayê hêja endizyar Ahmed Osman, birayê xanima min Mahmûd Alî li ber ruhniya lempeyeke jar li hev rûnishtin û bi hevre me biryar kir, ku em wê pêshniyaziya nivîsandî bi cih bînin, ji sifrê de an ji tunebûnê Partiya Sosyalîsta Kurdî li Sûriyê ava bikin. Pishtî xwendina belavoka avakirinê, me biryar kir , ku em nav li xwe bikin “Komîteya avakirina PKSK”. Me 10 nusxeyên din ji wê belavokê li ba biraderekî nishtimanperwer, ku tilînivîseke wî ya nîvshikestî û piçûk hebû, derxistin û wan nusxe bi dizî dan bo hinek xebatkarên, ku baweriya me bi dilsoziya wan hebû. Me got:” Eger me dît pêshniyaza me tê pejirandin, emê bilivin, lê gava ew nehat pejirandin, emê li mala xwe rûnin û pishtvananiya tevgera kurdî ya jar û ji hev ketî bikin.” Berî wê bi salekê ez ji nav Partiya Demokrata Kurdî (Al-Partî) derketibûm, ji ber ku -bi rastî- shêweyê xebatê û liva xebatkarên herêmê hîç ne bi dilê min bû, lê têkiliya min a bash hîn bi endamên berpirs re û bi gelek hevalan re hebû. Herdu hevalên min ên din hîn endamên Al-Partî bûn. Dostekî min î kevin, ku berê kadrowekî Partiya Komonîst bû, ew belavok dît û mîna tishtekî teze û nû di tevgera kurdî de li Sûriyê nirxand. Pishtî, ku me kanî bû hinek heval û dostên bash bi ser xwe ve bihanîna, ewî biraderî bo me got, ku komikek dî ji xebatkarên Cizîrê bi navê “Basikê shorishgerê demokrat di Partî de”  pêda bûye û li Libnanê belavokek derxistiye, di navbera naveroka  belavoka we û ya wan de, tenê yek xal heye; we gotiye, ku serokatiya shorisha kurdî bi têkçûna shorishê ketiye shashiyeke tarîxî ya mezin, û ewan dibêjin, ku serokatiya Barzanî kevinperest û xayîne. Ev cudahî di navbera me de ne piçûk bû, lê dîsa jî em herdu alî li gel hev û din rûnishtin û wê demê hêja Ezîz Çerkez hat Helebê û em bi hev re bi dirêjahî li ser hemî aliyên pirsên netewî û ramanî peyivîn û me biryar kir, ku em nehêlin sistî û jarbûn têkeve tevgera kurdî pishtî wê shikestina dîrokî. Pêwîste em tishtekî bikin..û lewre me soz da, em li ser van bigehan kar bikin:

1) Em partiyekî nû ava bikin û pêshniyaza navê Partiya Sosyalîsta Kurdî li Sûriyê bashe. Em xwe mîna parekê an basikekî ji (Al-Partî) nebînin.

2) Em divê avahiya partiyê bi shêweyekî nûjen dirist bikin, ku serok nikare bi tenê xwe biryaran bide.

3) Em hinek komikên çekdar bo sher li Kurdistana bashûr amade bikin û heval Ezîz Çerkez rêberiya wan komikan bike..

4) Em nehêlin pevçûnên tevgera kurdî li parçeyên Kurdistanê yên din bibin eger û astengên li ber me û partiya xwe ji van pevçûnan biparêzin.

5) Xebat bo Sosyalîzmê û bo îdareya herêmî ji gelê Kurd re li Sûriyê.

6) Xebat bo berhevhatina neteweyî di Kurdistanê de.

Bi rastî van hemî xalikên, ku em li ser li hev hatibûn, bi dilê min bûn û ji ber vê yekê me biryara xwe da, ku di demeke nêz da em konfiransekî li Helebê dirist bikin. Di wê konfiransê de me kek Salêh Gedo jî nas kir û hîngê kek Ezîz Çerkez yekemîn desteyê shervanî li Kurdistana bashûr di bin navê (hêza Dêrsim) de bi cih kiribû.Konfiransa me pêshniyazên berê pejirandin û biryar da, ku di hindirê salekê de, em kongireyekî mezin li Helebê dîsa dirist bikin, ji ber ku hêza me di herêma me de xurttir bû ji hêza hevalan li Cizîrê. Lê mixabin! Pishtî kushtina hevalên hêja Ezîz Çerkez û Xalêd Xelîl, ku herdu endamên polîtbûrowa partiya me bûn, li gel hevalekî din, ku bi hêzeke partiyê re diçûn Kurdistana bashûr û li gundê Gewerê li herêmê Hekarê (bakurê Kurdistanê), me dît, ku kek Salêh Gedo û hinekên din, roj bi roj me ber bi YNK û serokê wê Celal Talebanî ve kash dikin û hêdî hêdî partiya ku me têde hêviya nûkirinê dîtibû û bi xwîna lawên kurd hat avakirin, bû pêkevê Talebaniyê, ku di nav gelê Kurd de li rojavayê Kurdistanê mîna nokerekî Sûriyê dihat naskirin..

Pishtî sala 1979′ê, ku ez hîngê hatibûm Almaniya partiya me duta bû, tayek bi tevayî – ez jî di nav de – li mala xwe rûnisht û tayê din jî bi kek Salêh Gedo re ma.. û mixabin! Ta niha Salêh Gedo di çavpêketin û nivîsînan de, xwe mîna avakarê vê partiyê nîshan dide, tevî ku ew di civînên avakirinê yên pêshîn de hîç tune bû.

Biborin! Ez ji mijara xwe piçekî bi dûr ketim, lê ji ber ku di wê qonaxê de, ne tenê li bashûrê Kurdistanê, belku li gelek herêmên Kurdistanê ev guhartina ber bi Sosyalîzmê ve çê bû, û lewre min dît wê çêtir be li ser wê guhartinê di rojavayê Kurdistanê de jî rawestim…Em vegerin ser seyda Yûsifî..

Seyda Yûsifî, ku berpirsê Tevgera Sosyalîsta Demokrat bû, kanî bû bi dilfirehî û nermî, li gel “Komîteya amadekar a PDK, ya ku ji aliyê Dr. Mahmûd Barzanî ve hatibû îlankirin û lêkolînek li ser egerên shorishê bi zimanê erebî belav kiribû, û li gel kesin din, bi hev re Partiya Sosyalîsta Kurdistan a Yekbûyî ava kirin. Seyda Yûsifî bo rêberên partiyê nameyek di payîza 1979′ê de hinart û têde pîrozbahî û bîr û baweriyên xwe di mafê ramana sosyalîzmê de anîn zimên û ji wê nameyê mera têdigihe, ku “Sosyalîzma zanyarî” ne li gorî daxwazên civata kurdî ye, û ne jî li gorî koçbera dîrokî ya tevgera netewî ye. Li gorî bîr û baweriyên seyda Yûsifî, ku bi ya min ew jî gelek rast bû, di wê demê de, pêwîstiya gelê me bi civandina her tishtekî bash û berhevhatineke netewî hebû û bi ser ve jî pêwîst bû, ku lishtên netewî û yên civakî bi carekê ji hev û din nehatina cudakirinê.

Seyda Yûsifî mirovekî pêshverû bû, lê ne kesekî komonîst bû, ew ji ber êsh û rewsha nebash a hejarên Kurdistanê dilteng dibû, lê baweriya wî ya netewî û hêja, dikarî bû ew ji lêmishta çepîtiya ziman-tûj biparasta.

Di 10.10.1978′ê de ew li gel Sabêt El- Alûsî û zanayê shî’hî yê navdar Mehdî El-Xalisî hatibû girtin û binçavkirin.

Di 12-15′ê. 5. 1981′ê de, seyda Yûsifî di kongireya yekemîn a PSK de, li herêmên rizgarkirî ji Kurdistanê, wek serkarê yekemînê partiyê hatibû hilbijartin, lê seyda bi xwe li Bexdadê bû di devê dêwê hov de bû. Hevalên wî gelek ji wî xwastin, ku ew ji Bexdadê derkeve, lê wî bi shîreta wan nekir û gelek caran deselatiyê çavikên xwe dishandin mala wî, ku bizanin ew çi dike, çi dibêje û kê dibîne. Ewî digot: Çi dikin bila bikin, min rêya xwe hilbijartiye û ez ji wê venagerim.

Seyda Yûsifî ji sala 1940 ve bi çand û dîrok û ziman û pirsa gelê Kurd mijûl bûbû, bi xurtî hozan û gotar dinivîsandin. Bo seydayê Yûsifî gelek berhemên hêja hene, lê xebata wî ya ramyarî bêhtir di gotarên wî de diyare û bi tabetî ewên, ku di rojnamea El-Teaxî de dinivîsandin, ku cara yekê di 29.04.1967′ê de derket û li dawiya 1968′ê hat qedexekirin û seyda Yûsifî sernivîserê wê bû. Ji wê rojnameyê (428) hejmar derketin. Hejmarên wê tev di nivîsxaneya “El-Mecme’ El-îlmî El-Kurdî” de, li Bexdadê hatine parastin. Li gel wî: shewket Ekrawî, Necîb Baban, M. Saîd El-Caf, Ebdellah Saîd berpirs bûn.Mîna pêvekekê, li gel wê rojnameya, ku bi zimanê erebî derdiket, bi zimanê kurdî jî di navbera 07.05.1967′ê û çileyê pashîn ji sala 1968′ê de, seyda Yûsifî xwedî û sernivîserê wê bû jî, hejmarên wê jî di kolêja El-Edab de, zankowa Bexdadê, para kurdî de, hatine parastin.

Seyda nameyek bo serekê komarê Elferîq Abdilrehman Arêf re di 25.05.1968′ê de shiyand û têde tîne bîra wî, ku rojnameya El-Teaxî berî serketina welgerandina wan a leshkerî her pishtvanî bo hêzên netewî yên pêshverû kiriye û daxwaz ji wî kirine, pirsa kurdî bi shêweyeke ashtiyane û demokrat bite çareserkirin, ku biratiya Kurd û E’reban xurtir û hêjatir bibe.

Di 18.11.1968′ê de jî nameyek tund û bi hêz bo wezîrê çand û ragiyandinê hinartibû, têda biryara qedexekirina rojnameya El-Teaxî rût û riswa kiriye, aniye zimên, ku ev rojname bo berhevhatina herdu gelan:Kurd û E’reb dixebite, qedexekirin ne li gorî azadiya rojnamevaniye, bang li wî kiriye, ku li ber rojnamevanan azadî û demokratî, sîngfirehî û pejirandin hebe, ji ber ku azadiya rojnamevaniyê stûneke ji stûnên demokrasiyê, gelê Kurd dê ji bo vê azadiyê xebata xwe bê westan bigudîne û gelê Kurd hîç nabe neyarê Iraqê û wê bo parastina mafên xwe yên netewî di çarçiva Iraqê de hêztir û têkoshertir bixebite. Ewên, ku rê li wê digrin jî, dê nikanibin rûyê xwe yî dij bi azadiyê bipeçinin. Di derketina El-Teaxî de lisht û bercewendiyên herdu gelan tên berçavkirin û parastin.

Di navbera seyda Yûsifî û nivîsevanêt Kurd de têkilî û pêwendiyên gelek hêja hebûn, wan hertim shîretên wî dipirsîn û name ji wî digirtin, ku têde xêzeke netewî ya roshenbîrî diyar bû.

Di navbera seyda Yûsifî û serwerê nemir Mela Mustefa Barzanî de jî dostaniyeke dirêj û siq hebû. Di nameyekê de roja 25.05.1960′î, ku ji serokê nemir Barzanî re hinartibû, Barzanî mîna serokê gewre û davdiliyê “h’ebîb” gelê Kurd dibîne, û têde diyar dike, ku xelkê derdora wî tev bi Barzanî re dilsozin.

Ji meha Hizêranê 1971′ê ve, li Bexdadê kovara çandeyî ya bi navê Rojî Kurdistan derdiket, sernûserê wê jî seyda Yûsifî bû. Li gel van kovareke mehane ya zarokan jî, ku bi navê Estêre li Suleymaniyê, mîna pêkevekê ji kovara Rojî Kurdistan re, ji havîna 1972′ê ve derdixist. Bi ser van xebatan gishan ve, sala 1974′ê seyda Yûsifî sernûserê kovara Yekîtiya gishtî ya Edîb û Nivîsevanêt Kurd bû li herêmên rizgarkirî ji Kurdistanê, ew kovar bi navê Nûserî Kurd bû. Demekê jî ew bûbû berpirsê radiyowa Dengî Kurdistanî Iraq.

Di 15.06.1981′ê de, berî kushtina wî bi deh rojan, merivên dewletê hatin û ji wî xwastin, ku ew gotareke pesn û paye li ser “El-Qadisiye” binivîse. El-Qadisiye ciyekî piçûke, li bashûrê Iraqê ye, E’reban li wir di dema belavbûna Islamê de leshkerê shahê farisî shikandin, û Seddam Husên jî sherê xwe li hember Iranê, ku sala 1980′ê destpê kir, mîna El-Qadisiye bilind dibîne.

Seyda Yûsifî ew daxwaz nepejirand û bo wan merivên dewletê got, ku ewên dixwazin tishtekî wilo li ser qehremaniya E’reban binivîsin, bila di serî de herin Kurdistanê û bi çavên xwe bibînin; E’reban çi bi seriyê gelê Kurd kirine.

Di roja 25.06.1981′ê de du kesên, ku li ser motorsîkilekî hatin ber mala wî û bombeyek veshartî û pêçayî mîna nameyekê dan bi dest wî, ku pishtî çend soliqan bi dest wî de teqiya û destê wî yê, ku her bûbû debanê “sîlahê” dij bi zordariyê hat birrîn û ew bi wê shêweya xiniz û kêm, ku deselatiya e’rebî pê navdare, hat shehîdkirin.

Gora wî jî niha li pash çiyayê Bêxêrê di goristana Zaxo de ye. Rêhevalên wî, ashtîxwaz û mirovhez, nivîskar û qelemdar diçin serlêdana gora wî û dilsoziya xwe bi wî re tînin ser zimên. Xwedayê gewreban seyda Yûsifî têxîne bin dilovanî û mîhrebaniya xwe, mîna shehîdekî ji shehîdên rêya azadiya mirov û gelan.

(*) Mamhosteyê mezin Salih Yûsifî wilo dihate nasîn:

- Wezîrê dewletê bo mijarên kurdî

- Wezîrê dewletê (bi cîgirî) bo gelek wezaretan

- Berpirsê liqê pêncê yê PDK-li Bexdadê

- Serokê Yekîtiya nivîsevanêt kurd

- Serokê komeleya çanda kurdî

- Sernûserê rojnameya Et-Teaxî “Birayetî” bi E’rebî û pêkeva wê ya kurdî “Birayî”

- Sernûserê kovara shems-Kurdistan bi Kurdî û E’rebî

- Sernûserê kovara Stêr bo zarokan, bi Kurdî

- Berpirsê çavdêriya bilind a Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanî û Yekîtiya Sendîkatên Karkeran û komeleyên cotkarî û hevkariyê li Kurdistanê

- Endamê komîteya bi rê ve birina ashtî û peymana 11′ê Avdarê di navbera shorisha kurdî û dewletê de

- Endamê encumena ashtî û hevpishtiya cîhanî û ya komîteya ashtî û hevpishtiya îraqî

- Cîgirê serokê komeleya dostanî û hevkariya îraqî û sovyêtî..

Dexsîna dilê min

Cankurd

1986

Dexsîna dilê min ji van tivîrkan e

Welatê wan li pişta wan e

..û jiyana wan geryan e

Derbas dibin tixûbên dûr

..û sînor di zimanê wan de nehane

Dexsîna dilê min ji van zarokan e

Evên ku bi roj dilîzin,

Dibezin…

Dimîzin…

..û di xewnê de lîstikan dibînin

..û hêviyên mezin ji xwe re diçînin

..û nizanin ku ba tijî jehr e

Av tijî jehr e

..û pîvaza ku em ji enkûrê hildikin

..û her tiştekê ku em dixun..

Dexsîna dilê min ji masiyên deryan e

..û ji van tirênan e

Evên ku di şeva reş de

Dibezin di rê de

Derbas dibin tixûbên welatê min

..û hîn wê de…

Tenê xwe rûdinim

Di bêdengiya şevê de

Weke melayê di nimêja sibê de

..û dostan di bîra xwe de

Yek bi yek dijmêrim

Li deriyê malê dinêrim,

..û guh didêrim,

ku yek ji wan bê

di vê tenahiyê de…

Xerîbiyê!

Te hestiyê min hêra

Ezê giliyêd xwe bikim

Lê ji kê re.. ji kê re

Dexsîna dilê min ji van hunermendan e

Kela dilê xwe dirêjin

..û hesretên xwe dibêjin

..û jiyana wan eşq û stran e

Xerîbiyê!

Te ez girtim bi dava

Weke mirovê kûr ji herdu çava

Te lingêd min xistin kemenda

..û bi ser de anî lehiya van derda…

Xerîbiyê!

Ezê xwe azakim ji van koletiya

..û ji van derda…

Ezê xaniyekî xwe li gundê me avakim

..û bîranînêd xwe ji razanê rakim

Ezê divîtê xwe bavêjim

..û van dilopên xwîna dilî narêjim

Narêjim…

————————————————

(*) Ji destana „Dilopeka xwîna dila

Derketî

Cankurd - 1980

Derdên Kevin, kulên giran

Hêriş dikin wekî guran

Xwe berdidin binê dilan

Wêran dikin can û rewan

Derdên Kevin çi pir dibin

Kulên mezin tev der dibin

Payîze dem, pel zer dibin

Dar û mirovan pîr dibin

Hêdî ditê ber me mirin

Emê herin, venagerin

Ji hestiya cuda bibin

Ji yara xwe bi dûrkevin…

Mirin nebû, lê dûrketim

Ji mala xwe bi derketim

Nîvê şevê bi rêketim

Weke tejan ji hev ketim

Li şûn min man dost û heval

Bav û bira, kurên delal

Rêya çiya, deşt û newal

Mêwên tirî, welat û al

Bi dûrketin gundên bedew

Xortên diçûn nêçîra kew

Pîrên dijîn bi nan û dew

Xumxuma çem bi roj û şew

Bi dûrketin dîlan û def

Keçên çeleng, kember sedef

Qumrî, tivîr, datên bi ref

Gava şefeq hiltê bi xef…” (*)

Bi dûrketin aşên Kevin

Pira ketî, rêya hesin

Meşkên li dar, zerkên mezin

Bêjin û das, sêl û tevin

Bi dûrketin pale, şivan

Zembîlfiroş û masîvan

Hêlhêla pîr û zarokan

Hevre diçin nava rezan

Bi dûrketin darên Sicê

Merx û geya, mijê sibê

Qebqeba kew li pozê çê

Toza li pey pezê li rê

Li şûn mi man xebat û kar

Barê giran weke zinar

Bihişta min bû tar û mar

Welatê min gerden li dar

Sed saline em kar dikin

Malan li piştan bardikin

Şêx û melan suwar dikin

Serên xwe jêre xar dikin

Hinde melan pir vir kirin

Ax û began tim şor kirin

Welatê me serbin kirin

Hebûna gel talan kirin

Dijmin xwîna me dimêt

Namûs şikandin bê fihêt

Hinde melayên rûkirêt

Didane me“Hedîs û bêt

Herdem digotin:“Ey Xulam!“

Were bixwîn „îlmilkelam

Ji bîr neke mafê Îmam

Berî diçe “Beytilh’eram

Ji bo welêt devgirtî man

Li ber neyar şikestî man

Mafê kitêba xwe nedan

Neçûn cîhad ji bo Xudan

Axan, began, xwe dane jor

Bi nav û deng, bi peyv û şor

Mal û sewal birin bi zor

Axa gewir, hem axa sor

Hezar salin em kole ne

Xêzan û herdem lale ne

Kesek nizane em hene

Lê giş dibên:“Em paşe ne!

Ji birçîbûn û zêwirîn

Zaro dikin gazî, girîn

Herdem nexweşin, dilmirîn

Kiras kevin, derpî çirîn

Cotarê me her cot dikir

Li pîrekê pir zor dikir

Garis, genim, axan dibir

Ji birçîbûnê pez dimir

Kurdên reben kirin şivan

Kevir, kuçik, hildane wan

Bi hin peyayên wek segan

Netew kirin koma pezan

Ez dûrketim ji wan kulan

Lê dil tijî kunê xeman

Agir disoje hestiyan

Wekî etûnê bin çiyan

Diya mi got:“Kuro veger!“

Bavo kişnadin pir keser

Hêstir ketin çavêd Şeker

Zarêd piçûk xwe dane ber

Çare nebû li niştiman

Derman nebû kula giran

Ez dûrketim ji wan deran

Ji dev seg û mar û guran

Çendî li dilsozan gerîm

Bi şev û roj,  ez pir bezîm

Min tu nedît, te ez nedîm

Erê hevalo, ez revîm…!

Ez dûrketim, lê ez heme

Nola welêt ez parçe me

Bindest û hem ez kole me

Wek aşiqê dildarime

Ji bîr neke, lo derketî

Ji niştiman tu dûrketî

Wek sêvekê ji dar ketî

Servehesî tu raketî…

Îro li Kurdistan şer e

Jîna netew tev agir e

Dijminê me sama gur e

Her dev bi xûn, bi girgir e

Deşt û çeman silav dikin

Gelî, çiya gazî dikin

Kurên piçûk pirsan dikin

Bav û diya te bang dikin:

Dîsa veger welatê xwe

Destan bide xebata xwe

Wer şên bike civata xwe

Avê bide gulîlka xwe.”

Ey derketîno, em revîn!

Nola firinda dûr firrîn

Bê niştimanê xemrevîn

Emê li vir çawa bijîn?

Bê niştiman mirov çiye?

Ma kî dizane ew kî ye?

Diljar û perşikestiye

Wek bilbilê birîn bûye…

Xewnek mi dît şeva berê

Keçek bi lez ji wê ve tê

Dibêje min li nîva rê:

Bira! Eve mizgîna çê:

Li Kurdistan, welatê dûr

Lawan bi hêz, bi zax û zor

Ala netew hildane jor

Rengîn û geş, bi xûna sor…”

—————————————–

(*) Ev rêzik ji Eh’medê Xanî ye.

Bese

Bese

(Min ev helbest sala 1972ê, bi zimanê Erebî nivîsandi bû, min îro paş 38 salan wergerand bo Kurdî)

11.06.2010

Di tûrikê min de,

gelek helbest hene

Efsaneyeke Girîkî ye…

Li ser ewên di tenişta rê de veşartîne

Li ser rêyên ku diçine kargehan…

„ Erê, çendî xweşin wan rêyên diçine kar!“(*)

Helbest  bo stranê ye…

Cegerxwîn ev baş dizanî…

Helbestvan di sîngê xwe de stranbêj bû…

Hîn di danga dayîka xwe de stran digotin…

Ez naxwazim birçîbûna kedkaran,

hêstirên bêkaran

û nalîn û azarên cotkarên bê zevîn…

ji xwe re bikime dapiyên helbestî…

Hemî xûnê vedirijin,

ewên ku ji her samanekê bêpar mane

ewên ku li derveyê dîlanê mane

ewên ku bê ziman û bê henek mane…

Ewê çavkor jî dibe xudan deh çavan

gava dilopên germ ên xûnê

li ber wî dicivin û golekê..

Zireyekê..

Oqyanûsekê pêda dikin…

Ewê di kortê werbûye,

Tenha derxistina xwe armanc dike…

Çi agir bi bêderên gund keve,

Niha ji wî re ne giring e…

Jîn her weha bû,

Dûrok jî her weha bû…

Ewên ku qûçên kevirî yên gelek mezin avakirîne

di germbûna havînan de,

Termên koleyan ji wan re dibûne basik…

û bi wan basikan di ser ewiran re difiriyan…

Kî diwêre ji jor ve li zevînê binêre

û wan laşan bijimêre…?

Kî dikane risteke helbestê li ser miriyên xwe bixwêne?

Ewên ku em li ser hêstiran dibarînin

Helbestan vedihûnin

û bi hezar û yek destan,

kulman li serî û li sîngê xwe dixînin,

Bo me dibêjin:“Bese!“

Ewên ku ji razangên genî û lihêmî radibin

Du nanên sar dixînin paşela xwe

û bi berbangê re berê xwe didine karxaneyên bihingenî

Berê xwe didine zeviyên bi rîş û histirî

Ne pêdiviyên van lorînan in

Tenha ewana li pencereyên pirtûkxaneyan nanêrin.

Ewana tew xwendinê nizanin…

û bi ser de jî,

Dema wan tew ji bihîstina helbestvanên Fransa û Espanya,

û bo bihîstina çêrokên Tasmanya re nîne…

Lew re „Bese“…“Keko bese…“

Gazinc û gilî derman nîne…

———————————————-

(*) Ev pevek ji helbesteke Hamid Bedirxan e.[Cankurd]

Bese lo!

Cankurd

Êdî bese lo!

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew

Êdî bese, we em xapandin

We em kirin neyarê hev

We li me misda difn û dev

û we em li hev xurcilandin…

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

We em kirrîn û firotin

We em kirin pez û ji xwe re dotin,

We em biraştin…û qelandin…

û we em wekî cilek kevnar li ber xelkê çirandin…

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

We em kirin xulmanê Esed

We em di welatê me de kirin penaber û nebed

We kur û keçên me birin şer

çi porzêrîn û çi esmer

We ewan kirin qurbanên birakujiyê

We ewan kirin peyrewên tengemejiyê…

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

We got: Me Kurdistan rizgar kir…

We got: Me leşkerê Romê tar û mar kir

We gote me fermû bêne Cûdî, Hekarî û Botan

Me ji we re tev kirine bax û bustan…

û we derew kir…

we derew kir…

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

Bo we keçên me xwe sotandin

Bo we jinan zêrên xwe şikandin

Bo we me bizin û mirîşkên xwe firotin

Me hûn hildan ser milên xwe

Me mal û dêrîn hêştin li şûn xwe

û me siloganên we bi dengbilindî gotin…

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

Li dawî, we berê xwe  da gora Mistik

Şêrê we, di qefesê da, bû Sistik

û we poşmaniya xwe anî ziman

ne li ber şehîdên Kurdan

belê li ber dayikên Mehmetcîkên Turkan…

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

We sed navên taze û nû ji xwe re pêda kirin

We sed alayên kes nedîtî rakirin

We partî û sazî li her parçeyekî Kurdistanê pûç kirin

û we bi hezaran derewên ji her efsaneyekê mestir li me kirin

Erê, we derew kirin… derew kirin…

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

Cîhan ji bo paristina we di Qendîl da rabû ser xwe

Lê belê we her kire hêlehêl û we got:”Bijî Apo!”

Ma Apo bihatir e ji Kurdistan?

An ji xwîna hemî wan xort û keçan?

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

Heger Apo berê xwe bida çiyan, wê çi biba?

Heger Apo di berxwedanê da birîndar biba, wê çi biba?

Bo çi ew hate Ewrûpayê?

Da bibe serokê konfedraliya Rojavayê?

An ji ber ku ew reviya bû?

û ji xewa di nav çiyan da tirsiya bû?

Eger na, de bibêjin, ji bo çi ew çû wir?

û bo çi we di wan rojan da derew li me kir?

Êdî bese,

fort û derew,

Êdî bese, ev tirşedew…

Bawerî

Cankurd /  1989

Bawer bi te nabe bira

Ger bawerî bi xwe nekî

Azadiyê kes nade te

Ger azadî bi xwe nekî

Reşdil nebe ji rewşa xwe

Hêvî divê tu her bikî

Bona demek xweştir bijî

Pêwîste tu her kar bikî

Destan bidî yên dora xwe

Dostaniyê peyda bikî

Ta dijminên te kêm bibin

Divê tu jî xwe nerm bikî

………………..

Barzanî – 2


Cankurd

– 16.12.2008

Barzanî balatirîn nav e

Ew bo me Kurdan bav e

Ew dile… û ew çav e…

Barzanî bo me ro ye

Ew bayê sibê ye

…û ew bo nanê me xo ye..


Barzanî li cîhanê dengê me ye

Ew rêber û pêşengê me ye

…Di şevên tarî de Barzanî pêşmêrge ye


Barzanî hilgirê ala me ye

Ew xudanê keleh û  bingeha me ye

…û di cengê de Barzanî serdarê me ye


Barzanî bo me havîn û zivistan e

Bo me hem ba ye û hem barane

…û ew lêvegera Kurdistan e…

lêvegera Kurdistan e…

Barzanî

Cankurd

Dest pêdikim ez bi navê Yezdan
Vê helbestê li ser şêrê Barzan

Da bi wê li pey min nav bimînê
Navê Cankurd li rûyê zevînê

Dibêjim bi zarava Kurdaxê
Ewa ruhnîpir wekî çiraxê

Pê dibêjim du rêz pesindarî
Li ser Barzanî, wek wefadarî

Dikim diyarî ji bo malbata hêja
Dihêlim li pey xwe bo dengbêja

Ne ji bo ku bêjin, ew helbestvan e
An peyrew e, an jî sergiran e

Tenha ji ber ku payebilind e
Barzanî yê nemir, şahê Kurd e

Hêjaye pesindarî herdem ew
Li ber wî, helbestvan her wekî kew

Bipirs ji gel, ji ciwan û pîr î
Kê li we kir hikarî, dilgîrî

Wê ev be herdem bersiva Kurdan:
Serakê pêşmêr û şêrê Barzan

Lew re diçin ber gora navdayî
Dibêjin şahê me Kurdan tuyî

Bila carek ji nû serî hilda
Dîroka xebata xwe xeber da

Hezar şêrên di wek kak Masûd
Bi hilma navê wî dibin xweşnûd

Bi meh û salan li çiyan mayî
Da Kurd bigihin jîna azayî

Pişta wî Idrîs bavê Nêçîrvan
Iro serbilinde gelê Kurd bi wan

Serî rake, carek, di gorê da
Di şal, şepikên xwe yên kurdî da

Binêr tu carek li parlemanê
Ava dikine em Kurdistanê

Kurd avadikine bi mêranî
Li her der dibistan, avedanî

Binêre, ey şahim, li pêşmerge
Wek te xwestî, her şêr û piling e

Neyar û dijmin ji wan ditirsin
Heval û dostan li me dipirsin

Tirsê dixin dilê Tûraniyan
Ewên xapînok wekî roviyan

Kesek newêre bavêje ser me
Neyar êdî direvin ji ber me

De rabe, ey serkêşê karwanî
De rabe, serdarê me Barzanî

Bipirsin ji Turkan û ji Farsan
Ji Ereb û Uris, hem ji Alman

Bipirsin hûn ji van şax û çiya
Kê bilind kirî navê Mîdiya?

Dibêjin: Leheng û şêrê Barzan
Azadî înaye bo Kurdistan…

Barzanî namire, dê her bijî
Di xûna dilê me da, di mejî

Hezar salên dî yên ku bên
Gelek heyv û royên ku hilên

Rêber dê her bimîne Barzanî
Têkoşîna wî bû ku azadî anî

Bersiva çiyan rast û dirist e
Di saya te da ev gel serbest e

Te em fêrkirine fedekarî
Tuyî mamhostayê Kurdewarî

Di nav ceng û şegehên azadî
Neyar lehengekî wek te nedî

Heman dem tu di rêzê pêşîn da
Te yekcarê xwe bi paş ve neda

Her wekî lehengên efsaneyî
Tu pêşmêr û hem kelatê me yî

Tirsa neyarî her hebû ji te
Palpişta Kurda bû paşnavê te

Hergav li gel pêşmerge, li şergeh
Bo dijmin neda delîve, bergeh

Bi ser da dihatin tang, balafir
Napalm û jehir, bi ser da agir

Tev li nexweşî û pîrbûna wî
Dîsa jî neyar ji ber wî revî

Herdem ma kurdekî baş, nefis biçûk
Bi lehengiya xwe ew bû serok

Selmas û Agirî, Qendîl û Hemrîn
Tev hezdikin ji te, ta bi Efrîn

Navê te balaye herdem û sal
Serok Barzanî, tuyî bavê kal

Netirsî ji kuştin û sêdarê
Her ma li ber bayî wek çinarê

Gelek çûn di eywan û sera da
Mijûl bûn bi zêran û pera da

Hema ew ma kurdekî çiyahez
Wek şivanê bûye xemwarê pez

Çendîn kirin xefk û dav li ber wî
Çendîn neyaran avêtin ser wî

Belê ew ma wekî Selahdiddîn
Neyar ji ber wî revîn li Hittîn

Wek wî derket ji bo me Barzanî
Mixabin, neyar tol jê hilanî

Tiving nedaye bi malê Bexdad
Bi pêşmerge her maye ew dilşad

Li gundan û li kotanên çiyayî
Li ber berf û baran û reşbayî

Li gel hejaran û kesên bêmal
Derbaskirin gelek  sal û demsal

Her li pey wî marên dev bi jehir
Caşan herdem xiyanet li wî kir

Da hilpire bi azadî ev al
Da neyine şehîdkirin mendal

Da kurd bijîn wek neteweyên dî
Jînek bi rûmet û her bi şadî

Barzanî tu ma, wekî kelahî
Tu bû çiraxek şevên siyahî

Sed wekî Cezîrî yê zimanxweş
Diweste di pesnê da Siyapûş

Li ber navê te tev dibin zarok
Bi sedan wek şahê Sîhanok

Bi mêranî her tu mabû li pêş
Di qadên şer, hem şêr û serkêş

Di kuntarên çiya da diraza
Xwe davêt ser neyarî wek baza

Ji bo Qazî Mihemmed heval bû
Ji bo azadî hilgirê al bû

Iro me hilda, kesk û sor û zerd
Dicivin li bin sîwana te Kurd

Iro dixûnin li dibistanê zarok
Bi Kurdî li ser jiyana serok

Iro bi rêzî tên ber gora te
Ji her aliyekî tên dilsozên te

Hemî dil bi hêvî, gul di destan
Serî diçemînin bo şêrê Barzan

Ey taca serê Kurd, sed aferîn
Ey bazê cengan, bavê raperîn

Baxê Gulan

Cankurd

Avdar- 2008

Li ber deryê baxên cîhan

Her ez diçim, her ez ditêm

Di ber serê gula xwe re

Şev û rojê, diçim ditêm

Gula min e, tenha  eve

Bervê diçim, ew direve

Tava royê bi ser ve tê

Ew geş dibe, bi ser xwe tê

Ji nav xewnên xwe hildibê

Qurbanê wê, ez vê sibê

Kesek nikane bistîne

Ne jî gulê birevîne

Yara min e, ew yara min

Xwedê dayî ji boyî min

Bila kesek nexapîne

Kesek nema wê distîne

Di ber wê de dibim gorî

Gula min e, gula Cûrî

Tenha ewe li nav baxan

Gula min e, ew Kurdistan