Cankurd

Gundê Meydankê

Gotineke kurt li ser ola Êzîdiyê

“Adiyo, here Laleşê, ku li wir, wê Xwedê li ser destên te gelek dilên mirî vejîne“

Cankurd

Gava mirov li ser olekê binivîse, pêwîste berî her tiştekî ew bi mijareyî binivîse, ne li gor daxwaza dilê xwe an jî da hinekan dilxweş bike. Di zanînê de rastî rûniştiye, û ji lêkolîner tê xwestin, ku bi destê wê rastiyê bigire, da rabe ser xwe, li ser pêyan raweste û di nav cîhanê re wekî rastiyê bigere, ku her kesek wê bibîne û binase…

Di serî de, divê em bînin zimên, ku di ola Êzîdiyê de gelek regezên “U’nsurên” berî Islam û Filehî û Cihotiyê hene, hinek ji wan regezan jî digihînin olên kevnare yên Mîdiya, Pars û Someriyan û Hîtîtan, hema wan reh û damar di giringtirîn berhema olî ya nivîskî ya Şêx Adî kurê Musafirê Hekarî de, ku kesaniya serekîn e di vê olê de, tew bi ber çavên me nakevin…

Ez dixwazim vegerim çavkaniyên Êzdahiyê, ku di wan de rastiyeke ta niha bo gelekan veşartî heye, di lêkolîneke kin û kurt de, ser wê rastiyê vedim û bînime ber bînahiya çavan, lê bê guman, berî min hinek lêkolînerên hêja jî ev kar kirine, pirtûkin gelek maldar di vî warî de nivîsandine û weşandine, û wan berhem ji min re bûne bingeh û çavkanî…Wê di pêş de jî ev mijar hîn bêtir bite zelalkirin.

Du çavkaniyên nivîskî yê Êzdiyan hene, yek ji wan Mishefa Reş e, ku bi (Qere Furqan) jî têye navkirin û Kîtabî Cilwe, ku wekî dîroknas tînin zimên, ew ji aliyê Hesen kurê Musafir ve hatiye nivîsandin, ku birayê Şêx Adî bûye. Çavkaniyên devkî, ku bêtirê çanda olî ya Êzdahiyê digirin qewlên Şêx û rêberên olî yên wan, û gelek ji van (Qewl) ên devkî, çi ji aliyê Êzdiyan ve û çi ji aliyê rojhilatns û lêkolînerên derdora wan ve, û bi taybet yên Kurd, ji zû ve hatîne nivîsandin. Bi ser ve jî pêwîstî bi xwendina gelek pirtûkên dîroknasan heye, da mirov bêtir agahiyên rast û dirsit ji wan derxîne û bide ber hev, wan hilîne û daxîne, ta pîvana wan bibe karekî zanyarî…Lê bêguman, wê karekî wilo pir siwe be, gava mirov li ser kesaniya tev giring di vê olê de ne baş haydar be.

Di ola Êzdahiyê de, navê Şêx Adî (Udey) kurê Musafir mezintirîn û pêşdatirîn nav e, wekî çewa Buda bo Budîtîyê, Konfuşiyos bo Konfuşiyê, Manî bo Manewiyê û wekî pêxemberên olên asîmanî (Mûsa, Isa û Mihemmed) (Selewat û silavên Xwedê lê bin) bo Cihotiyê, Filetiyê û Islamê, hema –wekî em dizanin- Şêx Adî kurê Musafir çi caran xwe wekî pêxemberekî an avakarê olekê neda bû nasîn, di pirtûka wî ya navdar de, ku bi zarê Erebî ye : Itûqadu Ehlîsumnetî welcmaee tiştekî wilo ne hatiye, ne jî di nameya wî ya di Baweriyan de, an ya di Edebên nefsê de an di pirtûka Wesaya de. Mixabin, di helbestên wî yên bi zimanê Erebî de tevliheviyeke mezin heye, gelek dîroknas û helbestnas dibînin, ku hinde xêrnexwazan helbestin ne baş tev li dastana wî kirîne, da navê wî û navê ola Êzdahiyê pûç bikin, an bi kêmanî ziyaneke mezin bigihîn wan.

Di helbestekê de, ji wan helbestan Şêx Adî yê gotibe:

„..û ezim Udeyê Şamê kurê Musafir, ku Xwedê dilovan navên taybet bo min dane, û Erş û kursî û heft qatên asîmanê û zevîn di tevdana zanîna min de ne, ji min pê ve Xwedê nîne…“ Haşa…!

An jî wê gotibe:

„ Gerdonan ji min re sejde kirîne, ta ez bilind bûm, bi sejdeya berdestan bo xudanê xwe, û hemî kesêndi heyînê de bo min gotin: Ya Rebb me bîne ser rêya Rast…

Haşa…û sed car haşa..Zanayekî pir mezin, Xwedatirs û navdar, ê ku bi Adî kurê Musafir hatiye naskirin van gotinên wilo bike…Ev nakeve seriyan û gava em van gotinan bidin ber nivîsên wî yên pir hêja, emê bibînin, ku tew li hev nayin…

Di Mishefa Reş de taybetiyek Şêx Adî kurê Musafir heye. Pirtûk dibêje:

Xwedayê gewre got: Hey melaîketino, ez Adem û Hewa pêda dikim û wan dikime mirov, û wê ji navka (an ji raza) Adem Şehr kurê Sifr derkeve, û mîlletek ji wî wê li ser zevînê çêbibe, û pişt re mîlletê Izraîl, mebesta min Tawûs Melek, û ewa mîletê Êzîdî ye, û pişt re ezê Adî kurê Musafir ji erdê Şamê bişînim, û ew hate erdê Şamê…

“الرب العظيم قال: ياملائكة، أنا أخلق آدم وحواء وأجعلهم بشر ومنهم يكون من سر آدم شهر بن سفر ومنه يكون ملة على الأرض وثم ملة عزرائيل أعني طاووس ملك وهي ملة اليزيديةثم أرسل الشيخ عادي بن مسافر من أرض الشام وأتى إلى بلاد الشام…”

Di qewlê (Xweşmalê Baba) de jî qala hatina Şêx ji Şamê tê kirin:

Şêx Adî ji Şamê hilbû

Edewî ya miraz hasil bû

Mekanê sultan Şêx Adî ji dil bû…

Şêx Adî ji Şamê dihate

Dewran dewran didete

Şêx Adî  ciyê xwe dikete

[Binêr R. 316, pirtûka Enes M. Doskî, Çapa yekê, Hawar, Duhok 2006]

Lêkolîner nikane dîmenekê baş li ser olekê bide, gava ew li ser pêşengê wê baş ne haydar be, û wekî em dibînin, avahiya Êzîdî li ser milên terîqeta Şêx Adî kurê Musafir hatiye bilindkirin. ji ber vê yekê, nabe em di ber va stûna serekîn re derbas bin, bê ku em binêrin ev çi stûn e, ku ev avahiya giran li ser millên wî hatiye lêkirin.

Şêx Adî kurê Musafir sira pêşengiyê di nav Êzdahiyê de dilîze, û ji me re wê bi naskirina wî gelek tiştên veşartî û nexuya zelaltir bibin.

Dema derketina Şêx çi dem bû?

Di dema derketina Şêx Adî kurê Musafir de tevliheviyeke siyasî ya mezin li herêma Rojhilata Navîn hebû, û paşeyê “XelîfeyêEbbasî, Almustezhêr Bîllah (1077- 1119 Z.) ku li Bexdadê di bin alaya Islamê de deselatdarî dikir, êdî bûbû kesekî bê hêz, ku helbestvanekî Ereb ew rewş bi rewşa bilbilekî di qefesê de dabû rewştkirin.

Di sala 492 Koçî (1099 Z.) de navenda duwemîn a tev giring di cîhana Islamî de: Bajarê Qudus kete destê Xaçperestan, ku di wir de qirkirineke hovane ya bê wekanî di dîroka mirovatiyê de çêbû. Filehan her roj 10.000 Musilman dihanîn û li orta bajêr didan ber serjêkirinê, heft rojan wilo kirin, û bi hovîtiyekê, ku rast naye rewştkirin, jin û zarok dane qelandin û çirandin, an jî namûsên wan şikandin, û bi Musilmanan re jî zorbaziyek nedîtî li Filehên rojhilatî û li Cihowan jî kirin.

Ji aliyekî dî ve, Selcûqiyan delîveya jarbûna paşayê Ebbasiyan û hêrişkirina Xaçperestan ser herêmê ji xwe re bi kar hanîn, dest pêkirin bi talana herêm û navçeyên ku ne zora Bexdadê û ne ya Xaçperestan lê dibû, gelên herêmê tev xistin bin tirsê, xela “Birçîbûna tevayî” pêda bû, û bi ser de jî pevçûnên ramyarî û olî di navbera Sunne û Şîee de mezin bûn, û Fatîmiyan, ku xwe ji pişta Fatîme, dota pêxember ê Musilmanan: Mihemmed (Selewat û silav lê bin) dizanîn, serî li paşayê Ebbasî, Almusterşêd kurê Almustezhêr ( 1119-1136 Z.) hildan, ew girtin û parçe-parçe kirin, û pişt re birayê wî jî, Arraşêd Bîllah, girtin û kuştin. Fatîmî li Misirê ji dewleta Ebbasî cihê bûn, û li welatê Şamê jî hinek mîrnişînên serbixwe pêda bûn. Cîhana Islamî di navendên xwe yên serekîn de hate parçekirin û gelek xûn hate rêtin.

Di sala 467 Koçî (1074 Z.) de  Şêx Adî kurê Musafir li gundekî Kurdan ê bi navê Bêt Far”, ku li herêma Şûf a Balabekê ye, li Lubnanê ji dayîk bû. Piraniya dîroknasan vê dibêjin, lê belê tenha Ibin Kethîr di “Albîdaye Wennîhaye” de dibêje, ku Şêx Adî kurê Musafir li “Bêt Nar”ji dayik bûye, ku dikeve herêma Mûsilê û ta niha li nav Kurdan bi navê “Bênnarinkê” têye nasîn. Gava ya Ibin Kethîr rast be, êdî têkiliya Şêx Adî kurê Musafir û ola Êzdahiyê tew bi wan gotinan re namîne, ku wî wekî kesekî Ereb ji malbata Merwan Ibnulhekem ê Umewî didine nasîn.

Şeyxulîslam Ahmed Teqiyêddîn Elherranî (Ibin Teymiye) zincîra pevgirêdana malbata Şêx Adî kurê Musafir bi malbata Umewî re wekî nerastiyekê dide xuyakirin, ji ber ku di navbera hezretî Omer Ibin Xettab û derketina Şêx Adî kurê Musafir de bêtir ji 400 sal hene, dîsa jî hinek Şêxên Êzdiyan di navbera wan de tenha 8 piştan didine navkirinê, eve li gor dîtina wî ji aliyê jimartinê ve tew nakeve seriyan û lew re naye pejirandin. Ew dibêje ku di navbera malbta Şêx Adî kurê Musafir û malbata Umewî de têkilî nîne.

Navê Şêx wilo hatiye belavkirin: Udey kurê Musafir, kurê Ismaîl, kurê Merwan, kurê Hesen, kurê Merwan. Ne dûre hebûna navê “Merwan” du caran di zincîra malbatî ya Şêx de bûye egera pevgirêdana malbata wî bi ya Merwan Ibnulhekem ê Umewî ve. Li ba Ibin Xelkan (Di Wefeyatuleeyan de), û li ba Ezzehebî (Di Essiyer de) Şêx bi (Şamî) tê navkirinê, lê pişt re wekî (Hekarî) jî. Ezzehebî Şêx bi (Bavê Mihemed Udey kurê Sexirê Şamî) dide navkirinê. Ji van jêderan tê nasîn, ku Şêx li welatê Şamê ji dayik bûye û li welatê Hekarê rûniştiye, di Mishefa Reş (Qere Furqan) de jî qala hatina wî ji Şamê kiriye, hema gava em ya Ibin Kethîr bipejirînin, êdî ew ne ji welatê Şamê hatiye, ew li nêzîka Mûsilê hatiye dinê.

Şêx Kurd bû an Ereb bû?

Wekî dixuye, Şêx Kurd bû ne Ereb bû. Yaqût Elhemwî gava wî tîne zimên dibêje:

„Şêx Udey kurê Musafir ê Şafîî, Şêx ê Kurdan û Imamê (Rêberê) wan.“ [Binêr: Mucemulbuldan 6-127 – Lîleş 5/28]

Seîd Eldeyûcî di pirtûka xwe de (Elyezîdiye) li ser Şêx dibêje:

„-…û ew li ser rêgaha Şafîî bû, wekî hemî Kurdan ta roja îro.“ (Binêr: R. 57)

Di (Siyer Ee’lamu Nubela) de biraziyê Şêx, ku navê wî Udey Hesen bû, bi Udeyê Kurd hatiye navkirin. (Binêr: 23/223 –nav;143)…Gava birzaî Kurd be, divê apê birazî jî Kurd be…

Şêx Mihemmed kurê Yehya yê Tadifî dibêje ku Şêx Adî kurê Musafir bi Kurdî deng li gorekê kir û li rewşa kesê tê de mirî pirsîya. [Binêr: Qelaêd Elcewahêr-86] û dibêje, ku peyrewên Şêx tev Kurd bûn…Çewa ewana –li gor gotina hinek şeyxên Êzdiyan yên niha- bûne Ereb, ez nizanim…

Elmelêk Eleşref Elghessanî (761- 803 Koçî-) dibêje ku qeralê Mûsilê Bedreddîn Lolo ji kurên Şêx Udeyê “Kurd” bi hezaran kes bi darê zorê birin, ewana jî xeyidîn û serî li wî hildan, û dest pêkirin bi dijûnan li ser wî, û gava agahî gihaye wî, rabû ferman da bi kolana gora Şêx Udey û derxistina hestiyên wî ji gorê û sotandina wan. Eve jî li ser dilên “Kurdan” karekî gelek giran bû, lew re gihane hev û biryara avêtina ser Mûsilê û talankirina wê dan… [Binêr: Eleesced Elmesbûk Welcewher Elh’kûk fî tebeqat Elxulafa wel Milûk, Eleşref Elghessanî 2-601, Darulbeyan-Bexdad.]

Hem Ibin Xelkan û hem jî Ibin Teymiye, ku li gor zanîna me Kurdin, Şêx wekî kesekî ji nijadê xwe Umewî nabînin, û bi ser ve jî Ebulfîda Eleyûbî (sala 732 Koçî miriye), Ezzehebî (sala 746 miriye), Esseyûtî (sala 911 Koçî miriye) û Eşşeeranî (sala 1136 Koçî miriye), giş di pirtûkên xwe de Şêx bi Hekarî navdikin.

Pirtûka Şêx (Rîsale fîl E’qaêd: Nameyek di baweriyan de)[Di pirtûkxaneya dibistana Elheciyat de li Mûsilê, di bin jimareya 117 de heye, û li Berlin Bibliothek di bin jimareya 3982 de heye] bi navê Udey kurê Musafirê Şamî yê Hekarî hatiye qelemkirinê.

Cemaulddîn Ehmed kurê Elî Ee’nbe di pirtûka xwe de dibêje:” …û ji Kurdan padişahên Şivankare û malbata Merwan û padişahên Diyarbekir, û ji wan Şêx Cakîr (Cîhangîr?) ê Kurdî û Şêx Udeyê Hekarî û Şêx Ebûlwefa yê Hilwanî hene…” [Binêr: Elfisûl Elfexriye fî Usûl Elberiye, Tehran, 1363 Koçî]

Ismaîl Paşa, kurê Mihemmed Emîn ê Babanî jî Şêx bi navê Udey kurê Musafirê Kurdî yê Sofî navdike. [Binêr: Idah’ûlmeknûn fî zeylî e’la keşfîzinûn, Istanbol, 1/364-365, 1940 Za.]

Dibêjin, ku gava Şêx radibû bo xutbeyê bide, Şêx Evdilqadirê Gêlanî li welatê xwe li wî hişyar dibû û bo peyrewên xwe digot: “Vaye Hekarî bo wee’zdayînê rûnişt.” [Qelaêd Elcewahêr,87]

Ewên, ku Şêx wekî kesekî Şamî didine naskirin, ewana jî nabêjin, ku Şêx “Ereb” bû. Elmesûdî yê wekî dîrokvanekî navdar tê dîtin û jimartin dibêje, ku hinek êlên Kurdan li welatê Şamê daniştibûn û ji wan jî êla Dibayle…û ne dûre, ku Şêx ji êlekê ji wan êlan bû, û em dizanin, ku Lubnan bi tevayî, û ji wê jî Beelbek û derdora wê, ji welatê Şamê ne…[Binêr: Mirûcuzzeheb- 2/123, Beyrût, 1988)

Hinde Navkirinên Şêx:

Şêx Adî kurê Musafir di nav zana û melayên Musilman de pir bi qedr û biha ye, bo wî gelek nav hatin pêxistin, ji wan:

-          Ebû Mihemmed Elhekarî

-          Şerefuddîn

-          Ebûlfedaêl

-          SultanulEwliya [Dibe ku ev nav ji aliyê Şêx Ebdulqadirê Gêlanî ve hatiye lêkirin]

-          Şêxulekrad

-          Şêxularîfîn [Dibe ev nav ji aliyê Şêxulîslam Ibin Teymiyê ve hatiye lêkirin]

-          Şêxê mezin, xudanê ayatên nedîtî [ Ji aliyê Omer Ibnulwerdî ve]

-          Xudanê E’hwal û kerametan [Di Şezeratuzzeheb de, Ibin Imadilhenbelî]

Navê Elumewî: Ev nav li Şêx kirin, ne ji ber ku ew ji malbata Umewî bû, lê ji ber wê yekê, ku Kurdan bi tevayî zordariyeke mezin ji dewleta Ebbasî dîtibûn û lew re bûbûn alîgerên dema berê, dema Umewiyan, ku Kurd xalên padişahekî ji wan bûn. Erebên nijadperest nav li wî kiribûn “Merwanê ker”, tenha ji ber ku dayika wî Kurd bû. Tê gotin ku gava padişahê Umewî Yezîd kurê Mua’wiye (Ebo Xalidê Qureyşî, ku sala 25 koçî ji dayik bûbû û sala 60ê koçî paş mirina bavê xwe bûbû padişah, dawî sala 64ê koçî miribû), Bo qaziyê xwe Sedriddîn gotibû:”Weseka min li te, xêrê bi merivên xwe yên Kurd bike.” [Binêr: Menamat Elwehranî, Rukniddîn Mihemmed Elwehranî, 54-55, çapa Misrirê 1968 Z.]

Şêx Adî kurê Musafir di pirtûka xwe de (Iîtîqadû ehlîsunne welcemaee) pesindariya Mua’wiye û kurê wî Yezîd dike. Di dema Mua’wiye de Imam E’lî (Xwedê jê razî be) hate şehîdkirin, û di dema kurê wî Yezîd de seriyê El-Husên kurê Imam E’lî, ku wek mezintirîn şehîdên Islamê tê jimartin hate birrîn. Raste ku Yezîd li gel hêrişên bo vekirina Qustentîniyê û hinek derên dî bû, lê ew yekemîn padişahê Musilmanane, ku deselatî ji bavê xwe biribû, ne bi hilbijartin bû.

Tê gotin ku Umewiyan gelek karin baş bo gelê Cizîra Botan dikirin û Kurd ji ber wê yekê bi ser xwe ve anî bûn, û gava Ebbasiyan deselat ji destê wan bi rêya Ebû Muslimê XurasanîKurd bû derxistine û paytextê Xîlafetê birine Bexdadê zorbaziyeke mezin li xelkê Cizîra Botan kiribûn.

Wekî dî, di navbera Şêx û deselatdarên Bexdadê de dilsariyek hebû, ji ber ku Şêx ji aliyê siyasî ve alîgê Umewiyan bû, û deselatdarên Bexdayê neyarên wan bûn. Bi ser de jî Ebbasiyan xinizî bi Kurdan kiribûn. Wan Ebû Muslimê Xurasanî yê text û taca Umewiyan dagerandiye, di tewla hespan de kuştin û hozanvanekî Ereb pişt re got ku bavên wî yên Kurd ji berê de bi Ereban re xayîn in…!!!

Li ser wê xiniziyê jî Kurd pir ji Ebbasiyan hosan bûbûn..Ji aliyekî dî, di dema Umewiyan de hîn talankeriya Ereban li Kurdistanê ne pir fireh û dijwar bû, ji ber ku Kurd hîn bi hêz bûn, lê di dema Ebbasiyan de, êdî talankeriya Ereban Kurdistan jar û parçeparçe kiribû, gelê Kurd pir hatibû êşandin û xêr û berên welatê wî tev hatibûn mêtin.

Carekê paşeyê “xelîfeyêEbbasiyan hemî zanayên olê yên Iraqê vexwendibûn bo xarinekê bi wî re li Bexdadê, tenha Şêx Adî kurê Musafir û Şêx Evdilqadirê Gêlanî (470 -561 K.) ne çû bûn, û ji ber wê yekê paşê gotibû ku ew vexwendin bê wan herduwan bê biha bû.

Tevgera Şêx tevgereke olî an siyasî bû?

Ev pirs xwe bi xwe davêje ortê, ji ber ku di dîroka Ezîdîtiyê de siyaset û ol demekê tev li hev bûne, û ji destpêkê de tê xuyakirin, ku Yezîdî [li ba Behdînan: Êzîdî, ji ber ku ewana (y) dikine (ê)] alîgerên malbata Umewî bûn li dijî deselata Ebbasî, ya ku bi darê zorê paytextê xîlafeta îslamî ji Şamê biribûn Bexdayê. Ji aliyekî dî ve Yezîdî ne wekî desteyên dî yên sofî bûn, ewana di nameya Şeyxulîslam Ibin Teymiye de wekî “Mucahêdan” têne bi navkirin.

” ولهذا كثر فيكم من أهل الصلاح والدين، وأهل القتال المجاهدين، ما لايوجد مثله في طوائف المبتدعين…” (ص 101 (الوصية الكبرى لابن تيمية – 1/280)

Em baş dizanin, ku di dema Şêx Hesen de, leşkerekî Yezîdiyan hebû, û waliyên wî ji li hinde herêman hebûn. Mîrên Mûsilê pir ji wan ditirsiyan û Bedreddîn Lolo yê Etabikî (Ebûlfedaêl), ku mirovekî Ermenî bû û waliyê Ebbasiyan li Mûsilê bû, bi wan re kete cengê, di navbera leşkerê Şêx Hesen û leşkerê walî de pevçûnin xûnî çêbûn, li dawiyê walî kanî bû bi xinizî Şêx Hesen bihaniya ba xwe û bi benekî bifetisanda.

Bedreddîn Lolo, ku bi padişahê dilovan dihate navkirin tew ne dilovan bû, ew peyrewê sultan Nûreddîn Erslan Şah, hem mamhosteyê kurên wî bû û hem jî sermalê mala wî bû, hêdî hêdî kurên wî yek û yek ji rêya xwe avêtin û li dawiyê deselat ji xwe re stand, têkiliya wî bi Teteran re baş bû, û bi Şîîyan re jî, bi ser de, dev ji cejnên Filehan (Ermeniyan) berda, û peyrewên xwe bi rijandina pereyan civandin, gelek caran avêt ser mîrnişînên Cizîra Botan, û di dema deselata wî de E’dewî peyrewên Şêx Adî“ ji gund û bajaran reviyan çiyan û xwe di nav de veşartin, gelek ji wan jî binzor bûn ku bibine „Batinî“, ola xwe ji ber xelkê veşartin, di sedsala dehê koçî de muftiyê dewleta Osmanî ewana wekî gawiran di fetwaya xwe de dan xuyakirinê. [Binêre Siyer E’lamulnubelaa (23/356) û Albîdaye Wennîhaye (13/214)]

Di wê demê de Şêx Hesen (591 K.-644 K.) bi (H’ilûliyê û Yekîtiyê) bawer kir, û van herdu bîr û bawerî ji Şîîtiyê hatin tev li ola E’dewî bûn. [Binêre: Dîroka Erbil, Şerefuddîn Ebîlberekat elirbilî (Ibilmustewfî) 1/116]

Hilûlî (Pişaftinî) û Yekîtî baweriyeke ne ligor bingehên dirist ên Islamê ne, xelkê wan desteyan bawer dikin, ku Xwedê di her tiştekî de, û di her afirendekê de hatiye pişaftin û tev li wan bûye, bi wan re bûye yek, ji zevîn û asîman de bigir, ta bi seg û kêzokan…Evana li gor baweriya Hilûlî û Yekîtiyê giş li dawiyê yek tiştin: Xwedê

Têkiliya Şêx Adî bi Islamê re:

Wekî em ji dûroka Şêx, malbata wî, û ola Êzîdiyê dizanin, Şêx temenekî dirêj derbas kiribû, ew 90 salan jiya bû, û di sala 557 Koçî (1164 Z.) de koç kiribû diyarê rehmetê. Hinek dîrokvan dibêjin, ku ew 80 salî bû gava koç kiriye, û hinek dibêjin ku Şêx tenha 70 salî bû gava koç kiriye, lê wekî em dizanin, ew di sala 555 Koçî de, bi obeke zana û şêxên Musilmanan re çûbû serlêdana Mala Xwedê, û heca xwe kiribû, û bêtir ji salekê di pey wê selêdanê re li Laleşê jiya bû. Wilo ew 89 salan an 90 salî jiya bû.

Di vê temenê dirêj de, Şêx herdem wekî musilmanekî Xwedatirs û bi Sunnetê bawerkirî û wekî kesekî „Mucahêd“ hatiye bi navkirin. Herdu mamhostayên wî yên olî Şêx E’qîlê Minbicî û Şêx Muselme kurê Nîîmetê Sirûcî, wekî du zanayên îslamî têne nirxandin û ji aliyê Şêx Adî ve jî hatine pesindan [Binêr: qelaêd Elcewahêr (88) an jî Menaqêb ElŞêx Udey (Q 25 A)], û hemî dîroknasên musilman pesindariya Islametiya Şêx kirine. Di weseka xwe de jî bo paşengê xwe Qaîdê Bozî, ku şagirdê wî yê dilsoz û wefadar bû, Şêx dibêje:“ Ez te bi tirsa ji Xwedê diwesînim, û li gel Şarîetê mayîn û paristina sînorên wî.“ [Binêr Wesiyetên Şêx bo paşengê wî Alqaîdî (q 47 B)]

Gava Şêx Evdilqadirê Gêlanî ji Şêx Adî xwastiye, ku azaran li wî bike, Şêx gotiye:“Ez te bi pirtûka Xwedê û bi sunneta pêxemberê wî, selewat û silav lê bin, diwesînim. [Binêr: Tercumetû EwliyaîlMûsil (93)]

Şeyxulîslam Ibin Teymiye, ku kêm pesindariya xelkê dikir, di pirtûka xwe ya navdar de (Elwesiye Elkubra) pir bi qencî û hêjayî pesindariya mamhosteyê xwe, Şêx Adî yê Hekarî, dike û wî wekî „Şêxê nasyaran“ bi navdike, û di nameya xwe de bo xelkê Laleşê, paş ku derketina peyrewên Şêx Adî ji rêgaha şêxê xwe, dibêje:“Xwedê comerdiya xwe bi we kir, hûn bûn endamên ola Islamê, ku ola Xwedê ye, û hûn paristin ji belaya ku hatiye seriyê wan muşrik û xwedanên pirtûkan (Mebesta wî Fileh û Ciho), ku ji Islamê derketîne…û hûn ji piraniya bîdee‘yên rêwind, wekî gelek bîdee‘yên Rafiziyan û Cehmiyan paristin, bi endametiya we di Sunnetê de…û lew re di nav we de pir bûn, ewên xudanên qenciyê û olê, û ewên  cengewarên mucahêd, ku wekî we di hîç desteyeke dî ya nûkeran (mubtedîea‘n) de pêda nebûn…[Binêr Rûpel 101, Elwesiye Elkubra,Ibin Teymiye, 1/280]

Bîdee‘ ewe, ku yek tiştekî pêxember nekiriye û negotiye tev li Ola Islamê bike û wekî histobariyeke olî belav bike…

Ne li ser Şêx û ne jî li ser Laleşê, kesek ji dîroknasan nabêje, ku Şêx Ciho bû, an Fileh bû, an Mîthraî bû, an jî Zerdeştî…Tenha Henry Field di pirtûka xwe de li ser başûrê Kurdistanê, ku ji aliyê Curcîs Fetehullah ve hatiye wergerandin, di rûpelên (99-104) de guman dike, ku Laleş berê perestgeheke Filehan bû, û Şêx Adî gava hatiye wir, ew ji destên wan derxistiye û kiriye koçka xwe. Bingeha vê gumanê jî tew nîne. Ji ber ku Şêx ne ew kesê ku malê xelkê bi zorê bistîne, û bi ser ve jî hemî dîroknasên musilman dibêjin ku Şêx koçka xwe bi xwe ava kiribû.

Gava em li coberka „cedwela“ dost û hogirên şê Adî binêrin, emê bi zûkî binasin, ku tev Musilman bûn, û wekî em dizanin, gava Şêx wee’z şîret û xutbe didan, ne tenê xelkê Laleşê dihatin guhdariya wî bikin, lê belê Ereb û Turkmen û Kurd û Nûriyên ji Hindistanê jî. Tê gotin, ku carekê 25000 Kurd, 17000 Erebên Mustee‘rîbe (di koka xwe de berê ne Ereb bûn), 5000 Turkmen û gelek biyanî yên dî bi hev re guhdariya Şêx dikirin [Binêr: qelaêd Elcewahêr: 86-87]

Ji dost û hogirên Şêx:

-Evdilqadirê Gêlanî

-Şêx Izzidîn kurê Evdisselam (Elmeqdîsî)

-Şêx Heyat kurê qeysê Heranî

-Şêx Mûsayê Zolî

-Şêx Reslanê Dîmeşqî

-Qaziyê navdar: Kurê Şehrezorî

-Şêx Ehmedê Rifaîî

-Şêx Bavê Necîbê Şehrezorî

…û Şêx EbûlWefayê Hilwanî, ku Şêx Evdilqadirê Gêlanî li ser wî gotiye: „Di dergahê heqq de, mêrekî Kurd ê mîna Şêx Ebulwefa nîne…

Şêx Adî ji zarotiya xwe de bi terzekî sofî hatibû mezinkirin, û lew re Şêx Evdilqadirê Gêlanî li ser wî gotibû:“Heger pêxembertî bi mucahedê ba (bi westandina xwe di îbadetê de) wê Şêx Adî kurê Musafir biba pêxember…“[Binêr: Qelaêd Elcewahêr – 85]

Gava em li coberka navên şagirdên Şêx binêrin, emê bibînin ku tev Musilman in, ji wan:

-Mohammed kurê Reşan

-Xidir kurê Evdullahê Qelansî

-Ismaîl ê Tûnisî

-Izziddîn kurê Mele

-Abo Israîlê Irbilî

-Husên Xidirê Botanî

-Qaîdê Bozî (paşengê Şêx)

-Mîr Ibrahîmê Mihranî…

Evana tev şêxin musilmanin û navdarin…

Hem rabûn-rûniştina Şêx îslamî bû û hem jî îbadeta wî, bi ser ve jî pirtûka wî ya bi nav û deng “Baweriyên Sunne û Cemaee’tê” tev li ser Islamê bû…

Tê gotin, ku Şêx hîç carekê ji xawrina xelkê nedixwar û ji ava wan venedixwar. Bi karên kirrîn û firotinê gêro nedibû, û wî çi jin li xwe mar nekirin, tevî ku rêgaha wî evdaliya Filehan napejirîne, û ew bi xwe derketibû bo anîna bûka biraziyê xwe ji gundê Boziyê. Diyar bû, ku wî dixwast bo peyrewên xwe bibêje:”Ez li gel jinanînê me, ne li dij im.” Şêx wekî sofiyên musilman di zevînê xwe yê piçûk de kar dikir, parek bo xwarina xwe diçand û parek dikire pembû, da ji xwe re cilên xwe pêda bike.

Hêja Enes Mihemmedê Doskî di pirtûka xwe de, ku bi Erebî nivisandiye, û li Duhokê sala 2006 li ba weşanxaneya Hawar çapkiriye, dibêje ku Şêx Adî – Xwedê dilovaniya xwe li wî bike- rêgaha xwe li ser bingeheke dirist ji Xwedatirsiyê û baweriyên bilind ên ku ji Şarîe’ta Islamê ne, ava kiriye, bê şaşî û bê xarbûn…[Binêr: Peyrewên Şêx Udey kurê Musafirê Hekarî, Enes Mihemmed Şerîf êDoskî, rûpel 103, çapa yekê]

Ezzehebî pesindariya Şêx Adî kiriye û gotiye, ku ew di ber Xwedê de ji kesekî neditirsî.

Şêx Evdulqadirê Gêlanî yê ku di nav musilmanan de pir bi nav û denge, dibêje, ku ew dîdarê birayê xwe Şêx Adî ye, ku ji wî re nîşanên seltenetê di ser hemî ewliyayên dema wî re hatine verişandin, hîn ew di dangê dayîka xwe de bû. [Binêr: Etebeqat, Eşee’ranî, 1/136]

Şeyxulîslam Ibin Teymiye wekî me berê aniye zimên pesna Islametiya şêxê xwe Adî kiriye û gotiye ku Xwedê canê wî pîroz bike, yek ji baştirîn evdên Xwedê yên qenc bû…

Ibin Xelkan jî di Wefeyatul Ee’yan de gotiye, ku Şêx Adî xudan bawerieyke xweşik bû û giranbihayî dida h’urmetê..Evana hersê jî zanayên musilmanin, û em baş dizanin ku Ibin Teymiye bi ên ne Musilman re piçekî hişktir bû ji zanayên din ên dema xwe…

Gelo, bo çi evqas pesindarî ji aliyê zanayên mezin ên musilman ve bo kesekî, ku ne musilman bû? Lew re hîç nakeve seriyan û naye pejirandin, ku Şêx li ser oleke dî ya ne îslamî bû.

Erê, raste, ku Şêx Hesen gelek xebat û bizav kiri bûn bo berhevanîna bawermendên hemî olên herêmê, lê eve jî karekî siyasî bû, û di nav wan bizav û kefteleftan de, tevlihevî jî kete nav olan, û raste, ku Şêx Fexreddîn bo E’dewiyan ol şirove dikir, û ji ber ku ew ne mîna Şêx Adî zana û têgihaştî bû, li ba wî hinek çewtî û şaşî pêda bûn, ku hêdî hêdî Yezîdî ji Islamê bi dûr ketin, û eve jî bo egera derketina “Fetwa” ya Şêx Evdillahê Riptkî dijî wan [Binêr: Elyezîdiye, Seîd Edemlûcî, r. 100] Hema Şeyxulîslam Ibin Teymiye azarên nerm bo wan şandin û daxwaz ji wan kir ku vegerin ser rêgaha şêxê xwe Adî kurê Musafirê Hekarî, wekî em ji weseka wî ya mezin dizanin.

Şêx Adî rêgahek pêda kir, ku wekî hemî rêgahên Sofîtiyê di nav musilmanan de ji hinek qorên di ser hev re bû:

-Şêx [Ewê te li gel xwe di hizûra xwe de dicivîne û di dûrketina xwe de te bi bîr tîne]

-Mirîd [Ewê ku di destê Şêxê xwe de wekî miriyê di nav destên şuşter de]

-Feqîr [Ew hejarê ku jiyan û îbadeta xwe bi hindiktirîn mal û hebûn derbas dike]

-Sofî [Ew jî qorê tev daketî ye û li jêr e di kelepûra çînî ya Yezîdiyê de]

Gava em dîna xwe bidine vê rêgahê û wê bidine ber rêgahên dî yên Sofîtiyê di nav Musilmanan de, emê bibînin, ku wekî hev in û pir ji hev nedûr in, lê pişt re di navbera van qor û çînên klasîkî de sînorin req û hişk ji aliyê şêxên Yezîdî ve hatine pêdakirin, eve jî ji ber hinde egerên siyasî bû, ne ji ber ku di bingeha wê olî de wilo bû…

E’dewîtî ya Şêx Adî, ne tenê rêgaheke olî bû, ew xudanê hinek armancên siyasî jî bû, û bi kar anîna çek û debanan li ba Şêx dij bi zorbazan tew ne qedexe bû, û di dema Sexir Ebûlberekat de, û pişt re di dema Şêx Adî yê duwemîn de, ku kurê Ebûlberekat bû, Yezîdî bû tevgereke siyasî ya berbiçav di herêmê de.

Seîd Edemlûcî dibêje:“Şêx Hesen dît ku dem hatiye û egerên wê jî amadene, bo  ew diruşma xwe ya siyasî xuya bike, ji paş perdeyê derkeve, ji ber ku ew xudanê peyveke kiryar bû, li gelek aliyên başûrê Kurdistanê, li Mûsil û Cezîrê, û deselata wî fireh bû, giha derdorên Nusêbînê, û peyrewên wî li welatê Şamê jî pir bûn…[Binêr: Elyezîdiye, Seîd Edemlûcî, r. 78]

Padişahê Turkmen, Muzzafaruddîn Kokbirî, xudanê Irbilê (549-630 Koçî) ku wefadarekî rêgaha Sunnetê bû, û têkiliya malbata wî bi Eyûbiyan re pir xort bû, gelek pesna Şêx Adî kurê Musafirê Hekarî dikir û giranbihayî dida birayê wî Şêx Hesen û rêzgirtin ji bo teviya malbata Şêx dida xuyakirin… Dibe jî ku bo vê yekê hinek egerên siyasî hebûn, ji ber ku ev padişah jî neyarê Bedreddînê Lolo bû, ewê ku bizava qirkirina Yezîdiyan dikir, lê bêguman padişahekî wilo oldar û alîgerê Sunneta pêxember Mihemmed, selewat û silavên Xwedê lê bin, wê ewqas comerdî û rêzgirtin bo hinekan diyar neke, ku derveyê ola wî ne, ji ber ku em dizanin ew çendîn dij bi Rafiziya û Gawiran bû.

Mebesta me di vir de ne xuyakirina teviya baweriya Yezîdiyê ye, lew re tenha emê hinde diraz „duaa” yên Yezîdiyan bînin, ku nêzîkbûn û pevgirêdana wan bi pêxemberê ummetê „neteweyê“ ve baş didin xuyakirin, û gotina wan kesên, ku dixwazin têkiliya vê rêgahê bi Islamê re bincil bikin, li wan vegerînin.

Di qewlê „Padişê min“ de hatiye:

Padişê min Rebbisemede

Rebbê Mûsa û Isa û Mihemmede

Hemû jêr ber sicûde

Di qewlê „Firawara pêxember Mihemmed“ de hatiye:

Rojekê ji rojane

Nebî dibêjte mêrane

Elî û Umer û Ebabekir û Osmane

Iro li min ya girane

Nebî li mehdere

Herin ji dora bidin xebere

Selewata bin bo pêxembere

Nebî ji mizgeftê bi rê bû

Çendî û çend eshabe pê bû

Hemûwa selewat peyvê bû

Di şehdeta Yezîdiyan de, ku tiştekî bingehîn e di oldariya wan de, hatiye:

Şehda dînê min êk Ellah

Melîk Şêx Sen (Hesen) heq Hebîbullah

Elhemulîllah ji Adiya

Vavartin kafira û Rafiziya

Em havêtine ser pişka Sunniya

Minnetkarin ji minnetê

Vavartin ji kafira, bi Şerîe’tê

Havêtine ser pişka Şêxê Sunntê

Di diraza Nîvro de jî baweriya yeksanî ya îslamî pir baş hatiye xuyakirin:

Ya rebb tu bidey xatira

Stûna erd û esman û leyla

Nûhilet li Qederê û Sûreturrehman

Ya rebbî ji her çar mala

Bo me û sunnetê firêkey h’ala

Ya rebbî tu bideyî xatira şev û roje

…û behişt û dûje

Ya rebb tu me û Sunnetê bixwînî

Dîwana xas muiminêt jore

Ya rebbî her tuyî, her tuyî, her tuyî…

Di diraza ser miriyan de, hatiye:

“Ya Xwedê her tuyî û her tu heyî û her tu dê hebî…

Ya Xwedê ne tu ji kesêyî û ne kes ji te ye..

Yek firwarî, bê şerîkî û heval…

Ya Xwedê te ne wekîle û ne kefîle,

Tu di gel hemû dem û heyam û bedîle…

Ya Xwedê, tu dişkînî û tu dicebirînî,

Tu behrêt giran dimeyînî, vê dunyayê bi kar tînî,

Vî esmanî bê stûn radiwestînî..

Tu bo me meseb (xezeb!) di înî..

Sed xuzîka wî giyanî bideyê û jê nestînî,

Dê bi zor dereca gehînî..

Tu û vî mirî bireh’mînî…

Em di kêm in, Xwedê yê temame.“

Ev baweriya yeksanî “tewhîdê”, ku di Islamê de ji hemî olên dî yên mirovatiyê zelaltire, tenha di ola Yezîdiyê de heye, ne di Zerdeştiyê, ne di Mîthraniyê û ne di Filetiyê de. Eve jî nêzîkbûna rêgaha Şêx Adî kurê Musafirê Hekarî ji Islamê ve diyar dike.

Wekî em dizanin, navenda serekîn a ola Yezîdiyê Laleş li nêzîka Mûsilê ye. Mûsil di dûroka xwe de pir caran bûye navgirêka pevçûna Sunnetê û Şîîtiyê, Umewî û Ebbasî jî li ser wê herêmê ketibûn qirka hev û ziyana pevçûna wan giha gelê Kurd û berî her rêgah û desteyekê giha bû Yezîdiyan…Iro jî dîsa Mûsil di rewşeke wilo de ye, ku ji aliyekî ve Sunnî yên tund û tûjbawerî, kesên terrorist û mirovkuj li wê herêmê ketine qirka dewletê, ku di baweriya wan de ew dewleteke Şîîye û piştvana neyarên Islamê ye…Gelê me yê Kurd, û bi taybet peyrewên Şêx Adî kurê Musafirê Hekarî li wir dîsa ne kêmtir ji Filehan ketine bin lêdanê…

Di rewşeke wilo wêran û herftî de gelek kesan ola xwe vedişartin an jî ber bi BatiniyêVeşartiniyê” ve diçûn…û niha jî dibe ku hinek ji tirsa kuştin û serbirrînê re xwe wekî „Musilman“ an „Ereb“ li derdora Mûsilê didine xuyakirin…Vê yekê di demên berê de pir guhartin anîn û hikariya wan guhartinan li ola Yezîdiyê bûye, ew bi terzekî ji cîh livandiye.

Şêx û kerametan:

Gelek “Keramet” li ser Şêx Adî hatine belavkirin, wekî li ser Şêx Mûsayê Zolî jî hatîne belavkirin. Tê gotin, ku li Mêrdînê agir bi malekê ketibû, Şêx Mûsa çovê xwe avêt nav agirî, ew agir yekser vemirt. Li ser destên wî çavkûr bi bînahî û rohnî dibûn, kehr û gêj dîsa dibûn guhdar û mirovên çeber bûyîne ji nû ve rûpaqij dibûn…Zaret li ser navê Şêx Mûsa ta niha li gelek ciyan, ta li herêma Kurdaxê jî, li rojavayê Helebê, hene, û Musilman ên ku bi şêxan bawer dikin pir ji wan zaretan ditirsin û wan diparizin…Li navçeya Meydana nizanim çend kes bi Şêx Mûsa hatîne navkirin…û hîn jî têne navkirin.

Tevî ku Şeyxlîslam Ibin Teymiye gelek davêt ser zaret û „Gorperestan“, lê dîsa jî wî bi xwe li ser Şêx Adî nivîsandiye ku Şêx- Xwedê canê wî pîroz bike- ji baştirîn evdên qenc ên Xwedê bû, û ji mestirîn şêxên pêketî bû, û rewştin wî yên bilind û taybetiyên wî, yên ku tenha nasyarên wan rewştan pêdizanin, hebûn. Hema Ibin Teymiye ji me re nabêje, ka wan rewştên taybet çi bûn, ew bêtir şirove nake, lew re em nizanin çi ji wan „Keramaten“ rastî bû û çi ji fantazî û pêjiniya peyrewên Şêx bû..

Dibêjin ku egera çûyîna wî bo Laleşê ewe, ku Şêx li welatên Şamê, Hîcazê û Iraqê geriya, dawî hate Mûsilê, û li wir xewnek dît, ku dengek bo wî dibêje: „ Adîyo, rabe here Laleşê, ku ew cîgahê „meqamê“ te ye, Xwedê li wir wê gelek dilên mirî li ser destên te vejîne…“ [Binêr: Dewletên Islamê, ezzehebî (2/51)]

Ne dûre jî, ku Şêx Laleş hilbijart, ji ber ku ew navçeyek çiyayî ye û xelkê wir Sunniyên pir wefadarên Sunnetê û malbata Umewî bûn, ku Şêx ewan wekî xudan maf di Xîlafeta îslamî de didîtin û gelê Kurd bi tevayî dij bi Rafiziyan bû, ku alîgerên dewleta Ebbasî bûn…Wekî em dizanin, gelê Kurd bi gelemperî nexunde bû, û bi taybet xelkê çiyayî û baweriya wan bi Şêx û ewliya gelek mezin bû, û pir çêrokên fantaz li ser „Keramet“ ên Şêxan pêda kiribûn [Me  lêkolîneke dirêj bi navê: Sofî û Sofîtî- Rastî û direw- berî niha amade kiri bû, mixabin ta niha ew nehatiye belavkirin.]

Di helbestekê de, bi zimanê Erebî, hatiye:

„Bi cahê Udey kurê Musafir, ku bi wî pêlên zireyê radiwestin

Heger te ew bi navkir, şêr nikane gavekê bi pêş ve bavêje…“

[Binêr: Elyezîdiye, Ehmed teymour, r. 17]

Mixabin, hinek parçeyên helbestê yên dî jî li ser navê Şêx Adî hatiye belavkirin, lê hem Musilman û hem Yezîdî jî dizanin, ku evana ne helbestên wî ne…

Yek ji wan jî eve, ku têde dibêje:

„..û ezim Adî yê Şamê kurê Musafir, ku Xwedê yê dilovan navên taybet bo min dane..Erş û Kursî û heft qatên asîmanê û zevîn jî xistin deftera zanîna min…Xwedê ji min pêve nînin…“

(Estexfîrullah…û haşa ku Şêx Adî yê bi mezinahiya Xwedê pir bawer bû, tiştekî wilo bibêje…) [binêr: Elyezîdîye, Seîd eddemlûcî, r. 86]

Hîn li ser bavê Şêx Adî, Musafir kurê Ismaîl tê gotin, ku ew 40 salan ketibû xilwetê „tenahiyê“ di nav çol û çiyan de, pişt re wî di xew de dît, ku yek bo wî dibêje:“Ey Musafir, rabe ji vê tenahiyê derkeve û here bi jina xwe re rakeve, Xwedê wê zarowekî bide te, ku ew Weliyê wî ye, navê wî wê li Rojhilat û li Rojava belav bibe.Şêx vedigere mala xwe û ji jina xwe re xewna xwe dibêje. Jina wî bersivê dide, dibêje:“ Bi Xwedê, ez nahêlim tu di nav ciyê min kevî, ta tu hilnekişî ser minara vê camiyê û bi dengbilindî nebêjî: Ey gundîno, ez Musafir im, ez vegeriyame mala xwe û ferman bo min hatiye, ku ez li mihîna xwe suwar bim, da ji me re Weliyê Xwedê pêda bibe.“ Pişt re gava jina wî bi du canan bûye, û Şêx Musilme û Şêx E’qîlê Minbicî di ber re carekê derbas bûne û çavêd wan li dangê wê ketine, Şêx Musilme gotiye bo hevalê xwe: „Ma tu dibînî?Şêx E’qîl pirsiya: „Çiye?“ Got:“Ronahiyeke bilind ji dangê vê jinê bi asîmanê ve hildikişe.“ [Binêr: Qelaêd Elcewahêr, r. 89]

Tê gotin ku berdestê Şêx Adî kurê Musafirê Hekarî pir tişt ji bîr dikirin û nikanî bû Qurana pîroz ezber bikira, Şêx destê xwe li sîngê wî da û yekser bîrana wî baştir bû û bi zûkî Quran ezber kir…[Binêr:Menhelulewliya (2/145/148)]

Ev ezberkirina Quranê ji aliyekî dî ve pevgirêda Şêx bi ola Islamê re dubare dike…

Şêx Mihemmed kurê Reşan dibêje:“Min dît ku Şêx Adî di ser rêyeke kevirî re bêsol diçe, dilê min êşiya û ez tirsiyam ku pêyêd wî birîn bibin, pişt re min baş dîna xwe dayê, min dît ku di bin pêyêd wî de, bi bilindiya bostekê, du dekên „dolabên“ ji ronahiyê hene, wî hildigirin.“ [Binêr: Menaqîbuşeyx Udey-Q 16 B-17 a]

Şêx Evdillahê Elbetayêh’î dibêje: „Ez bi Adî re 50 salan geriyam û min bi wî re nimêj kir, û ez teviya wê demê li gel wî bûm, min nedît ku wî xwar an vexwar, û ji ber mucahdê „xwewestandinê“ gava diçû Secdê dengek ji seriyê wî dihat ku mîna dengê keviran bû di kundirekî hişkkirî .“ [Binêr: Menaqîbuşeyx Udey, 3 A]

Şêx Ebû Mihemmed Yûsifê Elaaqolî (Ebû Yûsif), ku demeke dirêj bi Şêx re mabû, gotiye ku ew carekê pir birçî bûbû, bi şev xewnek dîtibû ku Şêx tepsiyek tijî tirî dide wî, ew jê dixu..Subehî gava ji xew rabû bû, dîtibû ku di devê wî de hîn şirîniya tirî heye…

Şêx Dawûd kurê Elmuh’bêr dibêje:“ Min 40 salan berdestiya Şêx Udey kurê Musafir kir, min nedît ku wî carekê bi roj rojiya xwe şikand û bi şev raza.“ [Binêr: Jêdera berê]

Şêx Ishaqê Serdolê yê Kurdî, gotibû ku Şêx bi xwe ji wî re gotibû:“Gav hûn ketin tengiyekê, berê xwe bidine Xwedê û bibêjin (Bi bereketa Şêx Adî), hûnê ji wê tengiyê qurtal bibin…“ û Şêx Serdolî dibêje ku ew di nav komeke destegîran „esîran“ de bû li Tirablusê (li Bakurê Lubnanê), paş ku wan dirazên xwe bi bereketa Şêx Adî kirin, ewana hatin berdan û tev vegeriyan Nusêbînê…

Hinde çêrok li ser kerametên Şêx hatine gotin, niha pêwîst nake em bi dirêjî li ser wan rawestin, wek çêroka dîkê li ber erşê Xwedê, ku gava ew bangdike bo nimêjê, Şêx qîqîna wî dibihîse, an çêrok Ebû Israîlê ku li çolê bû û Şêx li wir dîtiye, an dengê wî bihîstiye, an wê cizîra şeşê, ku di orta zireyê de ye, û li wir mizgefteke Şêx heye…An çêroka Kurdê Bozî, ku kevir bi ser de hatiye û ew miriye, Şêx daketiye, destê xwe daye ser eniya wî, ew vejiyaye…An jî çêroka mîr Ibrahîmê Mîhranî, mîrê keleha Cerah‘iyê, ku tew bi kerametên Şêx bawer nedikir, ji nişka ve du çiyayên li hembera wî li hev ketin û dîsa ji hev verê bûn…

Tê gotin ku kesek ji ber êşekê hatibû ba Şêx Evdilqadirê Gêlanî, da ji wî re niviştekê binivîse, Şêx Gêlanî ew hinartibû ba Şêx Adî, û wî nivişt ji wî kesî re nivisand, ew yekser ji wê êşê rizgar bû…Ji ber wê yekê jî, ta niha bawermend diçine ber zareta Şêx Adî bi hîviya standina bereketên wî, û zareta Şêx li Laleş hêdî hêdî bû wekî hecê ji Musilmanan re, û mestirîn parê bi Baba Şêx tê navkirin..

Çi guhartin di rêgaha Şêx Adî kurê Musafirê Hekarî de hatîne kirin, paş mirina wî çêbûne, û bêtir di dema birayê wî Şêx Hesen (591-644 Koçî) û neviyên wî de, û di bin zora rewşên nebaş ên siyasî de pêda bûne…erê, wan guhartin û dûrketina ji Islamê jî bi egera rewşên siyasî yên herêmê bûn, ku ne tenê li ba Yezîdiyan, belku li ba teviya rêgahên olî yên rojhilata navîn pêda bûn. Tevliheviyeke mezin di bîr û baweriyên Sofîtiyê û Şîîtiyê de jî çêbû, Gava ol ji siyasetê re bûye destik û hatiye qurbankirin…Gava em baweriyên îslamî yên Şêx Adî, ku di pirtûk û wesekên wî de diyarin, bidin ber helbestên, ku li ser navê wî têne gotin, emê bibînin, ku tevliheviyeke mezin û tew dij bi Islamê di wan helbestan de heye, eve jî nîşaneke bo desttêdana rêgaha wî, paş ku wî koç kir diyarê dilovaniyê…

Di dema Şêx Adî kurê Musafir de Yezîdî yek dest û dar bûn, zora wan nedihat birin, hinde caran dij bi neyarên zor jî bi kar dihanîn û dikanîn xwe û şêxê xwe, mal û dêrîna xwe biparizin, û em dizanin, ku gelek Yezîdî li gel Musilman ên dî çûbûn Cîhadê li hember Xaçperestan û di wa berxwedana gelên Rojhilata Navîn de li hember hovîtiye bêwekanî ya Xaçperestan navekî mezin ji xwe re çêkirin û bi wê yekê jî serbilind bûn, hema paş mirina Şêx Adî di navbera wan de li hevnekirin pêda bû. Gelek ji wan ji guhartin ên ku Şêx Hesen di olê de kirine nedilxweş bûn, lew re Şêx Hesen di helbesteke xwe de, ku bi Erebî nivîsandi bû, lava ji wan dike û bang li wan kir, bo yekbûnê, berhevhatinê û ji serhev neçûnê [Binêr: Elyezîdiye, Samî Seîd Elehmed, (1/163)]

Şeyxulîslam Ibin Teymiye jî di nameya xwe de bo xelkê Laleşê loman ji wan dike, û dipirse bo çi ewana bi egera pevçûnên olî di navbera hinekên Şafîî û hinekên li ser rêgaha Şêx Adî de xûna hev dirijînin û dest davên mal û irzên hev. {Binêr: Elwesiye Elkubra, Ibin Teymiye, (1/314)]

Li ser Yezîdiyê, paş koçkirina Şêx Adî, pêwîstî bi lêkolînên mezin û fireh heye, û di gotareke mîna vê mera nikane li ser hemî wan bûyer û guhartin û pevçûnên olî raweste…

—————————————————————————

مصادر ومراجع البحث:

- تاريخ اربل ، شرف الدين أبي البركات (ابن المستوفي)

- البداية والنهاية لابن كثير

- كشف الظنون على أسامي الكتب والفنون، مصطفى بن عبد الله القسطنطيني

- سير أعلام النبلاء

- قلائد الجواهر

- مناقب الشيخ عدي لعبد الله بن بدري

- في آداب المريد للشيخ حسن بن عدي بن أبي البركات

- مجموعة الرسائل الكبرى، الوصية الكبرى لابن تيمية

- مصحفى ره ش

- كتاب الجلوة

- كتاب عقيدة أهل السنة والجماعة (من املاء الشيخ عديبن مسافر)

- اليزيدية، سامي سعيد الأحمد، 1/163

- اليزيدية، سعيد الدملوجي

- نحو معرفة حقيقة الديانة اليزيدية، الدكتور خليل جندي

- الازداهيون، درويش حسو

- الجوهرة المفقودة، خضر عبدو

- الديانة الأيزيدية- إعداد د. عمار قربي

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

Follow

Get every new post delivered to your Inbox.

%d bloggers like this: